Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser ragihandina kefaleta siyasî ya ji aliyên parlamenterên Fransî ve ji bo girtiyên siyasî siyasî yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Li agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hejmarek parlamenterên Fransî yên ji partiyên cuda kefaleta siyasî dane zêdetirî 80 girtiyên siyasî yên ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ku şeş ji wan girtiyên siyasî yên Kurdin.
Navên şeş girtiyên siyasî yên Kurd û parlamenterên Fransî ku kefaleta wan girtiye ser xwe wiha ne;
Reûf Marûfî – Michael Bulu, Endamê Partiya Sosyalîst,
Mihemed Ferecî – Sandrine Runel, Endama Partiya Sosyalîst,
Muhsin Îslamxah – Anna Pick, Endama Partiya Sosyalîst,
Arman Meerîfetî – Fabrice Barrus, Endamê Partiya Sosyalîst,
Yûsif Ehmedî – Nadezh Abomangoli, Endamê Partiya Berxwedan a Fransayê,
Xatem Ozdemîr – Matthias Tavel, Endamê Partiya Berxwedan a Fransayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, kefaleta siyasî înîsiyatîfeke navdare di Danezana Navnetewî ya Mafên Mirovan de. Di vê înîsiyatîfê de, parlamenter û kesayetên siyasî hewl didin ku bi kişandina bala raya giştî û pêşxistina zexta navnetewî, xeteriya darvekirin û binpêkirinên din yên mafên mirovan yên li dijî girtiyan kêm bikin.