Li Gimgimê civîna gel: Divê gavên şênber bên avêtin

Li Gimgimê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de ji ber dewlet ji bo pêvajoyê gav neavêtiye hat rexnekirin û peyama “Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêk bîne” hat dayin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civînên gel ên bi dirûşmeya  “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” daye destpêkirin berdewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Gimgimê bi gel re civiya û diyar kir ku pêvajoya aştiyê berhema têkoşîna gel a bi salan e. Beşdarên civînê diyarkirin ku baweriya wan bi dewletê nayê û bi bîr xistin ku hîn gavên şênber nehatine avêtin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz beşdarî civîna gel a ji hêla DBP’ê hat lidarxistin bûn.

Şandeya DBP’ê ewilî çû gundê Xwarik ê Gimgimê ku li dijî projeya JES’ê nobetê digirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar li wir axivî û çalakvanan silav kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo ziman, nasname û çanda xwe, di heman demê de ji bo parastina xwezaya xwe jî têdikoşe û got, "Dibêjin dê li vir veberhênan werin kirin. Lê yê dewlemend bibe ne gel e, şîrket in. Dewlemendiya me nasname, bawerî û nirxên me ye."

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku têkoşîna ekolojîk a li Gimgimê têkoşîna wan bi xwe ye û got, “Di vê berxwedanê de em ê bi we re mil bi mil têbikoşin.”

‘DEWLET JIDIL NÊZÎK NABE’

Şandeya DBP’ê piştre bi şêniyê gundê Reqasanê re civiya. Tevî barana dijwar jî gelek kes beşdarî civînê bûn. Sumeyya Boz di civînê de axivî û diyar kir ku divê aştî bi jin, ciwan û hemû beşên civakê re were nîqaşkirin.

Sumeyya Boz anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi yekalî nameşe û got, “Muxatabê sereke yê vê pêvajoyê heye. Wê pêvajoya aştiyê bi Abdullah Ocalan re bimeşe. Em nêzîkatiya dewletê jidil nabînin. Tenê Rêber Apo dikare aştiyê pêk bîne."

‘TÊKOŞÎNA GEL WÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ BÎNE VÎ WELATÎ’

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku têkoşîna  aştiyê bi salan e berdewam dike û anî ziman ku gelê Kurd dev ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernedaye. Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku pêvajo tenê bi danîna çekan re nayê sînorkirin û got, "PKK çekên xwe şewitand, hêzên xwe vekişand û peyama 'Em ê şer biqedînin û hûn ê misogeriya qanûnî bidin me' şand. Lê difikirin ku bi danîna çekan wê her tişt temam bibe. Divê gelê me bi qanûnan were misogerkirin. Komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin jî encama têkoşîna gel a bi salan e. Ger Birêz Abdullah Ocalan baweriya xwe bi gelê xwe neaniya em nikaribûn bigihêjin vê noqteyê. Em baweriya xwe bi AKP'ê naynin. Li holê bingeha muzakereyê heye. Ev ne tenê meseleya dewletê an jî AKP'ê ye. Têkoşîna gel wê aştî û azadiyê bîne vî welatî."

Her wiha hat diyarkirin ku civînên gel ên li Gimgimê wê li navenda navçeyê û gundê Qeremeşê berdewam bikin.