Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê li Dortmundê were lidarxistin
34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad re, Civaka Demokratîk Ava Bikin” li Dortmundê were lidarxistin.
34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad re, Civaka Demokratîk Ava Bikin” li Dortmundê were lidarxistin.
34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku yek ji kombûnên herî çandî ya Kurdên li Ewropayê dijîn e, di 5’ê Îlona 2026’an de wê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê Azad re, Civaka Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin.
Festîvala ku her sal bi hezaran kes tevlî dibin, îsal jî ji muzikê het lîstokên gel, ji çalakiyên çandî heta xwarinên Kurdistanî bi bernameyeke dewlemend mêvanên xwe bihewîne. Di qada festîvalê de, bi tevlîbûna saziyên civaka sivîl ên cuda standên ku çanda Kurdî vebêjin, pêşangehên hunerê destan, çalakiyên zarokan û çalakiyên ku tevahiya rojê dewam bikin, pêk werin.
Wê hunermend û komên ku tên hezkirin, Chopy, Mîkaîl Aslan & Cemîl Koçgirî, Koma Zerdeştê Kal, Sîpan Xelat, Awaza Botan, Govend derkevin ser dîkê.
Her wiha Zarok Ma bi vekirina konekî bernameyeke dewlemend ji bo zarokan pêşkêş bike. Di kona Koçer ku Hunermenda Şanoyê Emele organîze bike de, mînakên dewlemend ên çanda Kurdistanî were pêşkêşkirin.
Festîval wê di saet 10:00’an de li navnîşana Remydamm / Victor-Toyka-Straße, 44139 Dortmund (Parkplatz E1/E2) were lidarxistin.
Amadekarên festîvalê bang li Kurdên li çar aliyên Ewropayê û dostên wan kir ku di atmosfera çandî, piştevanî û yekîtiyê de kom biin û diyarkirin ku ew li benda tevlîbûneke zêde ji bo ev pîrozbahiya çandî ne.
Agahiyên festîvalê bi vî rengî ne:
Dîrok: 5’ê Îlona 2026’an Şemî
Saet: 10:00
Cih: Remydamm / Victor-Toyka-Straße, 44139 Dortmund (Parkplatz E1/E2)