Li Îranê di 6 mehan de 9 jin hatin darvekirin, bi dehan jin jî hatin qetilkirin
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku li Îranê di 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 9 jin hatin darvekirin û 45 jin hatin qetilkirin.
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku li Îranê di 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 9 jin hatin darvekirin û 45 jin hatin qetilkirin.
Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine weşandin, di 6 mehên yekem ên sala 2026’an de herî kêm 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar jin hatine girtin ku nasnameya 368 ji wan hatiye eşkerekirin, çar jinên çalakvan bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane, bi dehan jinên çalakvan cezayê girtîgehê û qamçiyan xwarine, herî kêm 45 jin hatine qetilkirin, du jin bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê jiyana xwe ji dest dane dane, her wiha herî kêm 250 jin di xwepêşandanên Çileyê de hatine qetilkirin. Tevahiya van daneyan, nîşan didin ku zextên pergalî li ser jinan li Îranê giran bûne û binpêkirina mafên wan ên bingehîn berfirehtir bûye.
Li gorî amarên hatine weşandin, di nîvê yekem ê sala 2026’an de cezayê darvekirinê yê 9 jinan di girtîgehên cuda yên Îranê de hatiye pêkanîn. Ji van kesan, 5 jin hemwelatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav dozên hatine tomarkirin de, 7 jin bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” û du jin jî bi tohmetên girêdayî “sûcên tiryakê” hatine darvekirin. Bicîhanîna van cezayan, di girtîgehên parêzgehên Azerbaycana Rojhilat, Îsfahan, Qezwîn, Zencan û Erdebîlê de pêk hatiye. Çalakvanên mafên mirovan di wê baweriyê de ne ku berdewamiya darvekirina jinan, bi taybetî di şert û mercên ku pêvajoya dadgehkirinê rûbirûyê rexneyên berfireh e, fikarên li ser mafê dadgehkirina adilane zêde dike.
Li gorî vê raporê, di 6 mehên yekem ên salê de, 46 jinên çalakvan bi cezayên wekî darvekirin, girtîgeh, qamçî û girtîgeha taloqkirî re rûbirû mane. Di nav van dosyeyan de, Meryem Hedawend, Erxewan Felahî, Mehnaz Çardolî û Bîta Himmetî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Cezayê darvekirinê yê Bîta Himmetî di qonaxa îtîrazê de hatiye betalkirin û dosyeya wê li benda lêkolîna dubare ye. 3 ji van jinan ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê bûn ku ji aliyê şaxên 15 û 26’an ên Dadgeha Şoreş a Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Her wiha, 44 jinên çalakvan bi giştî 211 sal û 5 meh cezayê girtîgehê (te’zîrî) xwarine. 3 jinên çalakvan bi giştî 179 derbên qamçiyan û 4 çalakvanên din jî bi giştî 14 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî wergirtine. Cezayên ku ji nêrîna saziyên mafên mirovan nîşan didin ku amûrên dadwerî bi berfirehî ji bo sînordarkirina çalakiya jinan tên bikaranîn.
Raporên mafên mirovan behsa girtina zêdetirî 5 hezar jinan di nîvê yekem ê sala 2026’an de dikin. Lê belê, ji ber sînordarkirinên berfireh ên înternetê, şert û mercên ewlehiyê yên li welat, xwepêşandanên meha Çileyê, her wiha şerê 40 rojî yê navbera Îran û Îsraîl-Emerîkayê, tenê nasnameya 368 ji girtiyan hatiye eşkerekirin. Li gorî agahiyên hatine weşandin, di nav van kesan de 70 jinên Kurd, 50 jinên Lur, 29 jinên Behaî, 19 jinên Gîlek, 12 jinên Belûc, 11 jinên Tirk, 6 xwendekarên zanîngehê û 3 mamoste hene. Her wiha girtina herî kêm 23 keçên ku di bin 18 saliyê re jî hatiye tomarkirin ku nasnameya wan hatiye hînbûn.
Li gorî daneyên hatine tomarkirin, di 6 mehên destpêka sala 2026’an de li Îranê herî kêm 45 jin hatine kuştin. Ji van, 5 doz bi navê hinceta “namûsê” hatine tomarkirin û 2 jinên ku hê zarok bûne hatine zewicandin, ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Pirsgirêkên malbatî bi 27 dozan, hîn jî wekî sedema herî girîng di dosyayên kuştina jinan de hatiye tomarkirin. Parêzgeha Tehranê bi 16 dozan, Sîstan û Belûcistan bi 6 dozan û Fars bi 4 dozan herî zêde amarên kuştina jinan bi dest xistine. Li parêzgehên Azerbaycana Rojhilat, Azerbaycana Rojava û Xuzistanê jî her yek 2 doz û li parêzgehên Yezd, Gîlan, Loristan, Mazenderan, Kerman, Kurdistan, Gulistan, Qezwîn, Semnan, Xorasana Bakur, Çaharmahal û Bextiyarî, Îsfahan û Elborzê jî her yek dozeke kuştina jinan hatiye tomarkirin. Lêkolîna li ser dosyayan nîşan dide ku di piraniya caran de, kujer kesên herî nêzî qurbaniyê bûn, wek hevjîn, hevjînê berê, bav, bira an endamên din ên malbatê. Ev modelek ku berdewamiya tundiya navmalî û pergalî ya li dijî jinan e nîşan dide.
Li gorî raporên hatine weşandin, piştî belavbûna nûçeya mirina Rêberê berê yê Komara Îslamî û lidarxistina kombûn û şahiyên kolanan li hinek bajaran, hêzên hikûmetê bi gulebarana rasterast bertek nîşanî welatiyan dan. Di vê rûdanê de, Ahu Qelenderî (ji Xurremabadê) û Faîze Efşarî (ji Semîrumê) di rojên 9 û 10’ê mehê (Sibat/Adar) de ji ber guleyên hêzên hikûmetê can dan. Ev her du doz ji aliyê saziyên mafên mirovan ve wekî “kuştina ji aliyê hikûmetê ve” hatine tomarkirin.
Yek ji beşên herî dilşewat ya vê raporê ji bo qurbaniyên xwepêşandanên meha Çileyê ye ku hatiye veqetandin. Li gorî amarên hatine weşandin, herî kêm 250 jin di van xwepêşandanan de bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê hatine kuştin û heta niha nasnameya 206 ji wan hatiye eşkerekirin. Her wiha herî kêm 25 keçên bin 18 saliyê jî di nav kesên hatine qetilkirin de hene ku nasnameya 19 ji wan hatiye zanîn. Hejmara herî zêde ya jinên hatine kuştin, li parêzgehên Tehran, Îsfahan, Elborz, Gîlan û Xorasana Rezewî hatiye tomarkirin. Di nav kesên hatine qetilkirin de, 22 xwendekarên zanîngehê, du mamoste û 7 kes ji bijîşk, parêzer û xebatkarên tenduristiyê jî tên dîtin.
Çalakvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku girtina berfireh a jinan, derxistina cezayên giran, bicîhanîna cezayê darvekirinê, sînordarkirinên civakî û zêdebûna tundiya li dijî jinan, beşek ji polîtîkayeke pergalî ye ji bo sînordarkirina hebûna jinan a di qada giştî de. Polîtîkayek ku piştî tevgera “Jin Jiyan Azadî” rûberên berfirehtir girtiye ser xwe ye. Li gorî baweriya van saziyan, polîtîkayên li ser bingeha cudahiya zayendî, sînordarkirinên qanûnî, krîmînalîzekirina çalakiyên sivîl û zextên li ser çalakvanên mafên jinan, li gel nebûna parastina qanûnî ya bibandor ji qurbaniyên tundiyê re, rê ji bo berdewamiya binpêkirina berfireh a mafên jinan vedike. Saziyên mafên mirovan fikarên xwe li ser hejmara zêde ya girtinan, derxistina cezayên giran û zêdebûna dozên kuştina jinan tînin ziman, rewşa mafên jinan li Îranê wekî xirab bi nav dikin û daxwaza baldarî û berteka cidî ya civaka navdewletî li hember binpêkirina berdewam a mafên jinan di Komara Îslamî de dikin.