Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek ku di 11’ê Gulana 2019’an de şehîd bû, li goristana bêkesan a li Dersimê de hatibû veşartin.
Piştî ku şehadeta Zîlan Tek hate ragihandin, malbatê di 6’ê Tîrmehê de cenazeyê wergirt, anî warê wê Sêrtê û li Goristana Zevya hate veşartin. Ji bo Zîlan Tek bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li Taxa Alanê konê sersaxiyê hate danîn. Bi girseyî serdana sersaxiyê hat kirin.
Hevserokê DEM Partî yê Sêrtê Kenan Bilge ku di serdana sersaxiyê de axivî, kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got, “Di serî de malbata wê, bila serê tevahiya gelê Kurd sax be. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin.”
Di sersaxiyê de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Sersaxî wê 3 rojan dewam bike.