Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

Înîsiyatîfa "Pêwîstiya min bi aştiyê heye" di salvegera mersîma şewitandina çekan de wê paketeke ji daxwazên xwe yên lezgîn a ji 5 xalan pêşkêşî meclîsê bike.

Înîsiyatîfa "Pêwîstiya min bi aştiyê heye", di salvegera merasîma şewitandina çekan de ku 11'ê Tîrmeha 2025'an bi pêşengiya Besê Hozat Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayî çek şewitand, wê li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Jinên ku wê saet di 11:00 de daxuyaniyê bidin, wê "5 daxwazên xwe yên lezgîn" pêşkêşî Meclîsê bikin.

Daxwazên înîsiyatîfê bi vî rengî ne:

"Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin, siyaset êdî weke sûc neyê dîtin û girtiyên siyasî azad bibin.

Dawî li kiryarên qeyûm bê anîn û îradeya demokratîk a gel bê naskirin.

Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin.

Ji bo aştî di nava mercên wekhev û demokratîk de bê avakirin, pêvajoyên danûstandinan bê meşandin.

Ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde Meclîs qanûnên pêwîst û sererastkirinên demokratîk bêyî derengxistinê bixe meriyetê."

Înîsiyatîfê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ji bo xurtkirina têkoşînê bang kir.