Gever wekî ‘Bajarê Jinan’ hate îlankirin
Di encama xebata qadê ya bi hezar û 317 jinî re hat kirin deklerasyon hat amadekirin û Gever ‘bajarê jinan’ hat îlankirin. Hat diyakririn ku wê jin li dijî feraseta mêr wê jiyanê bi azadiya jinê ava bikin.
Di encama xebata qadê ya bi hezar û 317 jinî re hat kirin deklerasyon hat amadekirin û Gever ‘bajarê jinan’ hat îlankirin. Hat diyakririn ku wê jin li dijî feraseta mêr wê jiyanê bi azadiya jinê ava bikin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, ji aliyê Şaredariya Geverê ve bajarê jinê hat îlankirin. Daxuyanî li Parka Avaşîn hat dayîn, dayikên aştiyê, hevşaredar a Geverê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên civaka sivîl, parlametnera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê bû û gelek jin tevli bûn. Deklerasyon jî ji aliyê hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul ve hat xwendin.
Ewil Neslîhan Şedal axivî û da zanîn k ew bi dirûşmeya ‘berbi bajarê jinan ve’ kom bûne û got ew kelecana îlankirina bajarê jinan dijîn û got wê bajarê xwe ji nû ve bi felsefeya jin jiyan azadî ava bikin.
Parlamentera DEM partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî axivî û da zanîn ku divê jinên Kurd yekitiyê ava bikin û ger ku yekitiy ava nekin wê her tim li her qadê bibin hedefa êrîşan.
Piştre hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul deklerasyon xwend.
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku divê rihê jinê dest bide vê cîhanê an jî cîhan bi rihê jinê bê hûnandin û hat diyarkirin ku ew avakirina bajaran a bi zîhniyeta serdest ya mêr red dikin. Di deklerasyonê de hat daxuyakirin ku ev deklerasyon gotina bi jinan re ji nû ve avakirina Geverê ye û wiha hate gotin: “Em dema dibêjin bajarê jinan em ne tenê cih; em behsa avakirina têkiliyên civakî, keda civakê û jiyana hepvar dikin. Gelê Geverê ji ber polîtîkayên şerê taybet her tim bû hedefa êrîşên giran. Di enama van êrîşan de em girîngî û lezgîniya vê deklerasyonê didin ber xwe. Em Geverê bajarê jinan îlan dikin.
*Di pêvajoya avakirin e de rêgezên esas;
*Em azadiya jinê easas digirin ,
*Em bi nûneriya wekhev û hevserokatiyê vê mayînde dikin,
*Em bi feraseta demokratîk, ekolojîk û komunal pêş dikevin,
*Em jiyanek bê tundî û aştiyane armanc dikin,
*Em li dijî xizanî û newekheviyê têdikoşin,
*Em polîtîkayên civakî yên wekhev pêş dixînin,
*Em modela aboriya herêmî ya kes û piştevaniyê esas digire pêk tînin,
*Em pirzimanî, pir nasnameyî û baweriyê diparêzin,
*Em ji bo jinên penaber, astengdar û ji temenê cuda polîtîkayan hildiberînin,
Rêveberiyên herêmî ji şaredariyan pêkan nînin. Em di rêveberiya herêmî de zelalî, hesab dayîn û mekanîzmayên bi rêk û pêk esas digirin. Bi hezar û 317 jinî li 6 taxên navendê û gundan serdan hatin kirin. Nîqaş hatin meşandin û nexşerê hat amadekirin. Diesasa daxwazan de em kêmasiyan çareser dikin. Em ê bi hev re bigihêjin çareseriyê.Em ê xetên tundiyê, navendên pir zimanî vebikin û wê jin bikaribin we bigihînin xizmetên psîkolojîk, hiqûqî. Her wiha em ê der barê jinan te atolyeyan vebikin û xebatên perwerdehiyê bimeşînin. Em ê xebatên der barê zayenda civakî de, butçeya der barê zayenda civakî esas bigirin. Jin jiyan azadî.”