Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin û wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.

Dîroknas Dr. Sedat Ulugana yê ku akademîsyenê Zanîngeha Freie ya Berlînê ye 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina pêşengên Berxwdana Dersimê ya 1937-38’an Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêne cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin.

Ev wêneyên ku heta niha nedihatin zanîn û di asta  belgeyên dîtbarî de ne, piştî darvekirinê nîşan didin û bi formata "Real Photo Post Card (RPPC)” hatine kişandin.

'ÎDÎAYA KU WÊNE HATINE ŞEWITANDIN'

Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê ku tê gotin şahidê darvekirinê ye, di bîranînên xwe de dibêje ku wêneyên ku di dema darvekirinê de hatine kişandin bi rêya alîkarê Wezîrê Karên Hundirîn ê wê demê Şukru Kaya ve nîşanî Mustafa Kemal Ataturk dane. Ataturk jî bi gotina ku ev wêne dibe ku di civaka Kurd derê li ber bertekan veke, xwestiye ku tevî fîlmên wê bên tunekirin.

Ulugana tevî vê vegotinê jî, anî ziman ku hemû wêne hatine tunekirin. Ulugana nêrînên xwe dispêre bîranînên Hifzi Veldet Velîdedeoglu yê ku yek ji amadekarên Destûra Bingehîn a 1960’an e. Velîdedeoglu nivîsandibû ku wî wêneyên darvekirinê di destpêka sala 1940’an de li Mala Gel a Dersimê dîtiye.

TOMARÊN DÎTBARÎ YÊN YEKEMÎN ÊN RASTERAST

Seyîd Riza, kurê wî û serokên eşîrên din ên Dersimê di 15’ê Mijdara 1937’an de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin darvekirin û heta niha bi giranî tenê wêneyên dadgehê, rojnameyên wê demê, vegotinên şahidan û lêkolînên dîroka devkî dihat zanîn. Piştî darvekirinê cara yekem tomarên dîtbarî yên yekemîn ên rasterast bi raya giştî re hatin parvekirin.

Ulugana ê ku xwe gihand 6 wêneyên diyar kir ku bi hişmendiya wênekêşiya bîranînê yê wê demê li ser kaxeza wêneyê hatuye çapkirin û wêneyên resen in.

DI WÊNEYAN DE ÇI HENE?

Di wêneyan de kesên ku li ser sêdarên darîn hatine daliqandin, li pişt wan cenderme û leşker rêz bûne û girseyek sivîl ên bûyerê temaşe dikin tên dîtin. Di hin wêneyan de avahiyên kevirî yên cemaweriyê, di hin wêneyan de dikanên li Meydana Genim hene. Ev yek nîşan dide ku darvekirin li sêdarên ku li noqteyên cûda yên meydanê hatine danîn, pêk hatine.

Ulugana anî ziman ku di wêneyan de rû û lingên Seyîd Riza, kurê wî û serokê eşîrê din bi hibra tarî hatiye nixumandin û xisara fîzîkî jî nîşan dide ku wêne bi salan di koleksiyonên taybet de hatine veşartin.

Navên kesên hatine darvekirin ên ku di wêneyan de ne ev in: Seyîd Riza, Resîk Huseyîn (kurê Seyîd Riza), Seyîd Huseyîn (serokê eşîra Kureyşan-Seyhan), Findik Axa (kurê Kamer Axa yê ji Yûsûfanê), Hasan Axa (kurê serokê eşîra Demenanê Cebraîl Axa), Hasan (kurê Ulkiye ji eşîra Kureyşan) û Elî Axa (kurê Mîrza Elî).