Ji Interpolê operasyona 'sextekariyê': 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin

Bi koordînasyona Interpolê di operasyona sextekariyê ya global de ku 97 welat tevlî bûn 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin, nêzî 300 milyon dolar hatin desteserkirin.

Rêxistina Polîsan a Navneteweyî (Interpol) encamên operasyona "First Light 2026" weşand ku di Çile-Nîsana 2026'an de hate kirin.

Operasyonê ku yekîneyên emniyetê yên 97 welatan tevlî bûn, bi giranî li hemberî sextekariya bi manîpulasyona psîkolojîk hate kirin û di encamê de 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin, nêzî 300 milyon dolar a hatiya sûc hate desteserkirin.

142 HEZAR MEXDÛR HATIN TESPÎTKIRIN

Interpolê diyar kir ku di operasyonê de 142 hezar mexdûr hatin diyarkirin.

Saziyê diyar kir ku rêbazên sextekariyê yên îstîsmarkirina têkiliya baweriyê veguheriye gefeke ewlekariyê ya navneteweyî ya mezin ku bandorê li kes, şîrket û saziyên cemaweriyê dike.

SEXTEKARIYA EŞQÊ Û SOZÊN JI BO RAZEMENIYA SEXTE

Di operasyonê de sextekariya e-mail a saziyî, sextekariya eşqê ya online, şantaja zayendî (sextortion), diziya nasnameyê û sozên razemeniyê yên sexte hedef hatin girtin.

Interpolê ragihand ku rêxistinên sûc bi wergirtina baweriya mexdûran xwestin pere yan jî agahiyên şexsî bi dest bixin.

XWE WEKE POLÎSÊN BREZÎLYAYÊ NÎŞAN DAN

Di çarçoveya operasyonê de li Esvatini (Bi navê xwe yê berê li Svazilandê) 82 kes hatin binçavkirin. Rayedaran diyar kirin ku şebekeya sûc a qumar û spîkirina pere ya derveyî qanûnan hate têkbirin.

Yek ji rêbazên ku şebekeyê bi kar dianî jî avakirina navenda polîsên Brezîlyayê ya sexte bû. Di nava delîlên hatin bidestxistin de unîformayên sexte yên polîsên federal ên Brezîlyayê jî hene.