DYE wê fuzeyên Tomahawk bifroşe Elmanyayê

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, daxuyand ku DYE di çarçoveya Civîna Bilind a NATO'yê de firotina fuzeyên seyirê yên menzîlnavîn Tomahawk ji bo Elmanyayê erê kiriye.

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, di parlamentoyê de axivî û diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) destûr daye ku fuzeyên Tomahawk bidin Elmanyayê û ev fuze dê li welat werin bicihkirin.

Merz, li ser dema bicihkirina fuzeyan tu dîrok neda, lê got, “Bi vî rengî, em valahiyeke mezin û stratejîk a di parastina xwe de digirin.”

Merz, her wiha da zanîn ku ji bo bihêzkirina parastina Ewropayê, xebatên çêkirina fuzeyên herêmî û bicihkirina wan a li seranserê parzemînê berdewam dikin.

BERÊ HATIBÛ RAWESTANDIN

Di serdema Serokê berê yê DYE Joe Bîden de plana bicihkirina fuzeyên Tomahawk li Elmanyayê, hatibû ragihandin.

Lê di meha Gulanê de piştî ku hat diyarkirin ku DYE amadekariya kêmkirina leşkerên xwe yên li Elmanyayê dike, Merz gotibû ku pêkanîna vê planê di demeke kurt de ne pêkan e.

Wekî hincet jî ji ber şerê li Îran û Ukraynayê fuzeyên Tomahawk di destê DYE de kêm bûne û ji bo Washingtonê zehmet e ku van sîsteman bide welatekî din hatibû nîşandan.

Her wiha hatibû gotin ku li Elmanyayê, bi hevkariya şîrketên Elman û DYE vebijarkên ji bo hilberandina fuzeyên Tomahawk a li herêmê jî tên nirxandin.

ARMANC LI DIJÎ RÛSYAYÊ BIBE ASTENG

Rêveberiya Berlînê, bicihkirina fuzeyên Tomahawk wekî parçeyekî girîng ê stratejiya parastin û astengkirinê ya li dijî Rûsyayê dibîne.

Rûsyayê li herêma Kalîningradê ya li ser Deryaya Baltîkê fuzeyên Iskander ku dikare hedefên li Ewropayê bixe, bi cih kirine. Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê, nêrîna ku Ewropa hewceyî sîstemên fuzeyan ên menzîlnavîn e, xurtir bû.

Pispor, balê dikişînin ser vê yekê ku ji ber ku welatên Ewropayê di vî warî de ne xwedî hêzeke serbixwe ne, hîn jî bi giranî pişta xwe dispêrin qabiliyetên leşkerî yên DYE.