KJK'ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."

Koordînasyona KJK'ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe peyamek sersaxiyê weşand.

Peyama KJK'ê bi vî rengî ye:

"Me bi xemgînî agahiya li ser koça dawî ya dayika me ya hêja Selvî Tepe bihîst. Dayika şoreşger û şehîdan bi meşa xwe ya ber bi heq re em xembar kirin. Di kesayeta dayika me ya hêja de em ji malbatê, kes û karên wê re û bi taybetî jî ji hevrêya xwe Sakîne Karakoçan re sersaxiyê dixwazin.

Dayîka me Selvî Tepe jî mîna tevahî dayikên cangoriyên doza azadiyê qelenên giranbiha diyarî azadiya gelê Kurdistanê kiriye. Ew ji damarê berxweder, parveker, adilane ya çand û baweriya Elewîtîyê dihat. Wê jî nûneriya vê çand û kevneşopiyê dikir. Lewra ew mîna darên maziyê yên vê xaka kevnar xwedî kokên berxwederiyê ya bêhempa bû.

Li ser rêya heqê meşiya û li dijî zilmê ti careî serê xwe netewand. Bi serbilindî bû şopînera rêya ewledên xwe yên leheng. Helwest, çand, wêrekiya dayikên me di her gaveke tekoşîna me de hêz daye me. Em keçên van dayikên bi rûmet in, ji tevahî dayîkan re bi taybet ji dayikên şehîdan re deynekî me ya pêşkêşkirina jiyaneke azad, wekhev û dadmend heye. Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin. Bi vê boneyê em dubare ji malbata a hêja û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û dibêjin wê bîranînên dayikên me tim di bîra me de bin.

Dayika me ya ber bi heq ve meşiya bila di nava rohaniyê de bimeşe.

Devrî xo Daîm vo!"