Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Maşûq ê Tirbespiyê bi dirûşma “Bi hev re ji bo xurtkirina rola jinan di parastin, siyaset, biryardayînê de” bi beşdariya jinên ji pêkhateyên cuda yên bajêr panelek li dar xist.
Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji hêla endama Rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê Horiya Şemdîn ve semîner hate dayîn. Horiyayê bal kişand ser pêşketinên siyasî û leşkerî yên dawîn ên li Sûriye û cîhanê, bandorên wê yên li ser herêmê.
Horiya Şemdîn destnîşan kir ku rola jinan a di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de roleke cihê bû, beşdariya jinan di qadên cuda de hişt ku civakeke demokratîk li ser azadî û wekheviyê bê avakirin.
Di panelê de xalên destûrên berê yên Sûriyeyê hatin xwendin û hate destnîşankirin ku mafê heyî di destûrên berê de bi taybet ên jinan di reşnivîsa destûra Sûriyeyê de ku ji hêla hikumeta demkî ve di Adara 2025`an de hatiye ragihandin, tune ne.
Beşdaran diyar kir ku di destûra nû de divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê bi cih kirin, her wiha mafê siyasî û civakî yên jinan, pêşxistina hebûna jinan di saziyên dewletê û navendên biryardariyê de, bê misogerkirin.
Beşdaran da zanîn ku berdêlên ku jinên Sûriyeyê dane, bi taybet şervanên Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) ji bo parastina civakê hene, lewma divê jin di avakirina Sûriyeya nû de cih bigirin.