Lubnan di aliyê rakirina cezayê darvekirinê de gavek krîtîk avêt
Komîteyên têkel ên Parlamentoya Lubnanê pêşnûmeqanûna rakirina cezayê darvekrinê pejirand. Ji bo pejirandina wê divê 128 parlamenter li Parlamentoyê erê bike.
Komîteyên têkel ên Parlamentoya Lubnanê pêşnûmeqanûna rakirina cezayê darvekrinê pejirand. Ji bo pejirandina wê divê 128 parlamenter li Parlamentoyê erê bike.
Komîteyên Têkel ên Parlamentoya Lubnanê pêşnûmeqanûna rakirina cezayê darvekrinê pejirand.
Piştî ku Serokatiya Dîwana Parlamentoyê rojevê destnîşan bike, pêşnûmeqanûn dê ji bo dengdana êparlamenteran bê rojeva parlamentoyê. Tê payîn ku Serokatiya Dîwana Parlamentoyê bi vê armancê wê hefteya bê bicive.
CEZA DARVEKRINÊ NAYÊ BICIHANÎN
Tevî ku cezayê mirinê hîn jî li Lubnanê di meriyetê de ye jî, ji destpêka salên 2000’an û vir ve darvekirin nehatine kirin.
Piştî moratoryûma Yekîtiya Ewropayê ya li ser cezayên darvekirinên, Lubnanê jî li gorî vê tevdigere. Ji ber vê yekê, cezayên darvekirinê yên ku ji hêla dadgehan ve têne dayîn vediguherin cezayê heta hetayê.
Li gorî sererastkirinên qanûnî yên heyî, ji bo cînayetên giran, hin sûcên terorîstî yên ku dibin sedema qetilkirinê, xiyaneta li welat, sîxurî, sûcên li dijî ewlehiya dewletê û hin sûcên leşkerî yên ku di dema şer de hatine kirin cezayê darvekirinê tê dayîn.
WÊ VEGUHERIN CEZAYÊ HETA HETAYÊ
Hikûmeta Lubnanê di meha Sibatê de ji bo rakirina cezayê darvekirinê erênî nûzîk bibû.
Pêşnûmeya ku ji hêla 7 parlamenteran ve hatiye amadekirin pêşniyar dike ku divê cezayê darvekirinê were rakirin û bi şert û mercên tund ên cezayê heta hetayê were guhertin.
PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ
Wezîrê Dadê yê Lubnanê Adîl Nasar hefteya borî li Parîsê di 9’emîn Kongreya Navneteweyî ya Li Dijî Cezayê Darvekirinê de ragihand ku welatê wî pir nêzîkî rakirina cezayê darvekirinê ye.
Nêzîkatiya Lubnanê ya di vî alî de ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û welatên Ewropayê ve bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin.