KCDK-E ji bo Îmam Namoglu sersaxî xwest

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ji bo endamê Meclîsa CDK-F Îmam Namoglu ku li Fransayê kjiyana xwe ji dest da peyamek sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin ku Namoglu welatparêz û şoreşgerekî ku jiyana xwedi têkoşîna azadiya gelê

ÎMAM NAMOGLU

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ji bo welatparêz, kedakrê şoreşger û endamê Meclîsa CDK-F  Îmam Namoglu ku li Fransayê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCDK-E di daxuyaniyê de xemgîniya xwe ya ji ber qefata Îmam Namoglu anî ziman û sersaxî ji malbat û gelê Kurdistanê re xwest û got “Em ji ber wefata endamê Meclîsa CDK-F Îmam Namoglu pir xemgîn in. Hevrêyê me yê ku bi salan li Fransayê jiya, şoreşgerekî xwedî rêzgez bû û jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe terxan kir."