BI DÎMEN

Li Lille Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li bajarê Lille yê Fransayê ji bo Şehîdên 14’ê Tîrmehê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser mîrateya şehîdan a ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hiştine û banga yekîtî, hevgirtin û xurtkirina têkoşîna demokratîk hat ki

ŞEHÎDÊN 14’Ê TÎRMEHÊ HATIN BIBÎRANÎN

Kurdistaniyên li bajarê Lille yê Fransayê, li Navenda Çanda Kurd ji bo bîranîna Şehîdên 14’ê Tîrmehê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranîna ku gelek kes beşdarbûn de li ser mîrateya şehîdan ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hiştiye axivîn û li ser pêşketinên siyasî yên heyî jî nirxandin hatin kirin.

Gelek Kurdistanî yên ji Lille û bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn, peyamên yekîtî û hevgirtinê dan. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku bi saya fedakariya şehîdan, gelê Kurd îro derfeta ku nasname, ziman û çanda xwe biparêze bi dest xistiye. 

AYDAR PÊVAJOYÊ NIRXAND

Siyasetmedarê Kurd Zubeyir Aydar ku beşdarî bîranînê bû, derbarê pêvajoya heyî de nirxandin kir. Aydar pêşketinên di pirsgirêka Kurd de nirxand û bal kişand ser girîngiya lêgerîna çareseriyên demokratîk. Aydar diyar kir ku berpirsiyariyeke dîrokî ye ku gel bi yekîtî tevbigerin û têkoşîna demokratîk berdewam bikin.

‘MÎRATA ŞEHÎDAN RÊ NÎŞANÎ TÊKOŞÎNÊ DIDE’

Di nîqaşên ku di çarçoveya bernameyê de hatin kirin de, pêvajoya siyasî ya heyî hat nirxandin. Beşdaran têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e dimeşîne nirxandin û anîn ziman ku divê têkoşîna hevpar bê xurtkirirn. Hat bibîrxistin ku berxwedana şehîdan ne tenê bîranînek rabirdûyê ye, di heman demê de mîrateyek girîng ku rê nîşanî têkoşînê dide ye.

PEYAMÎN YEKÎTÎ Û HEVGIRTINÊ HATIN DAYIN 

Di bîranînê de peyamên yekîtî û hevgirtinê hat dayin. Beşdaran diyar kirin ku wê têkoşîn û mîrata şehîdan ji nifşên pêşerojê re were veguhastin û gelê Kurd wê têkoşîna parastina azadî, demokrasî û hebûna çandî berdewam bike.