BI DÎMEN

Li bajarê Russelsheim ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd hat vekirin 

Li bajarê Russelsheim ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd hat vekirin. Di vekirinê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya civaka Kurd û xurtkirina yekîtî û hevgirtinê.

LI RUSSELSHEIMÊ KOMELE HAT VEKIRIN

Li bajarê Russelsheim ê eyaleta Hessen a Elmanyayê Navenda Civaka Kurd bi merasîmekê hat vekirin. Gelek kes berşdarî vekirinê bûn û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina yekîtî û hevgirtina civaka Kurd, ziman û çanda Kurd veguhezînin bifşên pêşerojê. 

Kurdistaniyên li Ewroapyê beşdarî merasîma vekirinê bûn. Hat diyarkirin ku dimslaên dawî de li Elmanyayê hejmara Navendên Civaka Kurd zêde bûne û di parastina nasname, ziman û nirxên çandî yên Kurdistaniyên li sirgûnê dijîn de rolek girîng dilîzin.

'NAVENDÊN CIVAKÎ CIHÊN HEVGIRTINÊ NE'

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di merasîma vekirinê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd û anî ziman ku navendên civakî ne tenê komele ne, di heman demê de cihên hevgirtina çandî û civakî ne jî.

Parlamentera berê Nursel Aydogan di axaftina xwe de li ser girîngiya yekîtiya navbera Kurdên li Ewropayê rawestiya û diyar kir ku navenda nû wê tevkariyeke xurt bide xebatên herêmê.

MERASÎM BI KONSERÊ BERDEWAM KIR

Merasîm bi konsera hunermendê Kurd Cewat Merwanî berdewam kir. Beşdaran li ber stranên Merwanî govend gerandin.

Navenda Civaka Kurd a Russelsheimê armanc dike ku di pêşerojê de çalakiyên çandî, bernameyên perwerdehiyê û hevgirtina civakî li dar bixe.