Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

Dayikên Aştiyê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyanî dan û gotin, “Serokê me pêvajoyek da destpêkirin. Em ji Serok û zarokên xwe bawer in. Aştî ji bo hemû gelan pêwistî ye. Gavneavêtina dewletê guman û fikaran me bi re çêdike.”

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi armanca salvegera yekemîn a merasîma çekşewitandina endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ango Koma Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya xwe ya li navçeya Fatîhê daxuyanî da.

Ewilî Dayika Aştiyê Sûltan Bozkûrt axivî. Sûltan Bozkûrt destnîşan kir ku îro ji bo dayikan rojeke taybet e û got: “Beriya salekî zarokên me çekên xwe şewitandin. Ew roj ji bo pêşerojê rojeke ronahî ye. Me got belkî zarokên me bigihîjin me. Lê ev saleke derbas bû hê tu gav nehatine avêtin. Ji zarokên me re dibêjin ‘terorîst’. Em vê gotine qebûl nakin û şermezar dikin. Êşa dayikan hevpar e. Di ser xwîna leşkeran de polîtîka meşandin. Divê dayikên leşkeran jî bibêjin em şer naxwazin. Banga me ji dewleta Tirkiyeyê re ev e; divê demildest gav biavêje. Em dibêjin zarokên me bi serfirazî çûn û divê bi serfirazî jî vegerin. Tu tiştê din em qebûl nakin. Ji şer re dibêjin na, bila niha aştî pêk were.”

Dayika Aştiyê Guler Bûgday jî axivî û anî ziman ku dayik her dem aştiyê dixwazin û wiha got: “Lê ev salake tu gav nehatine avêtin. Em ji bona wê gelek xemgîn in. Beriya saleke zarokên me çekên xwe şewitandin. Lê li dijî vê gavê tu gav nehat avêtin. Em bi gavavêtina zarokên xwe serbilind in. Heke Kurd hebin mafê wan û Serokê wan jî hene. Ji bo pêvajo bigihîje armanca xwe divê mafên Kurdan û mafê Serokê wan jî werin dayîn. Ev 50 sal in em dibêjin aştî. Serokê me pêvajoyek da destpêkirin. Em ji Serok û zarokên xwe bawer in. Aştî ji bo hemû gelan pêwistî ye. Gavneavêtina dewletê guman û fikaran me bi re çêdike.”