BI DÎMEN

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, saziyên jinan û hiqûqnas diyar dikin ku lêpirsîn baş nayên birêvebirin û gelek dosya di bin navê ‘’xwekuştinê’’ de tên girtin.

LI WANÊ QETILKIRINA JINAN

Li welatê ku hema bibêjin her roj cînayetên jinan û mirinên jinan ên bi guman pêk tên li gorî daneyan, di şeş mehên ewil de 144 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Mirinên jinan ên bi guman jî di hean rêjeyê de zêde dibin û tê diyarkirin ku lêpirsînên ku piştî mirinan tên destpêkirin, bi awayekî baş nayên birêvebirin. Li Wanê bes di nava du hefteyên dawîn de çar jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar di nava mehekê de gihîştiye pêncan. Ev hejmara ku di du salên dawîn de derketiye 25’an gelek caran ji aliyê saziyên jinan ve tê destnîşankirin. Ji ber mekanîzmayên darazê piraniya van mirinan di bin navê ‘’xwekuştinê’’ de tên girtin û ji ber ku gelek bûyer jî tên veşartin heya li ser çapemeniyê jî nayên nîşandan. 

Alîkara Serokê Baroya Wanê Jiyan Ozkaplan têkildarî cînayetên jinan, mirinên jinan ên bi guman, polîtîkayên bêcezahiştinê û bandorên avaniya civakî yên li ser tundiya li ser jinan axivî. Jiyan Ozkaplan bi bîr xist ku bi ser biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê de pênc sal derbas bûne û got ku di vê pêvajoyê de cînayetên jinan û bûyerên tundiya li ser jinan zêde bûne. Jiyan Ozkaplan anî ziman ku li Tirkiye û Kurdistanê ji cînayetên jinan re tu çareserî nayê peydakirin, tedbîrên baş nayên standin û diyar kir ku li herêma Serhedê ev tablo girantir e.

Parêzer Jiyan Ozkaplan di dewama axaftina xwe de got ku li Wanê û derdora wê nabe ku pirsgirêkên jinan bes weke bûyerên şexsî werin dîtin, anî ziman ku şert û mercên aborî û civakî bi awayekî rasterast bandorê li jiyana jinan dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Li vir ji ber xizaniyê bitenêhiştina jinan, çûna hevjînên wan a jibo bajêrên li rojava û bitenêhiştina jinan a li Kurdistanê sedemên vê tundiyê ne.’’

‘MALBAT HEWL DIDIN MIRINAN VEŞÊRIN’

Jiyan Ozkaplan diyar kir ku divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan  polîtîkayên cidî pêş bixe û divê tedbîrên parastinê jî bi awayekî baş werin sepandin. Jiyan Ozkaplan da zanînku di dozên cînayetên jinan de hin hincetên ku di parastina failan de tên bikaranîn jî tundiyê rewa dikin û bal kişand ser biryarên têkildarî mirinên li Wanê pêk hatine, hatine dayîn. Jıyan Ozkaplan ji bilî biryarên darazê bal kişand ser avaniya civakî ya bajêr jî û evyek anîn ziman: ‘’Li Wanê zexteke pir cidî heye. Em dibînin ku malbat hem di mirinên bi guman de hem jî di cînayetan de hewl didin bûyeran veşêrin. Hewl tê dayîn ku mirinên bu guman weke xwekuştinê werin nîşandan. Dîsa gelek caran cînayet li gel biryara neşopandinê bi dawî dibin. Piştperdeya wan nayê lêkolînkirin. Bûyerên ku li ser çapemeniyê nayên nîşandan û haya me jî pêçênabin jî hene. Dema ku pêvajo bi vî rengî tê meşandin mixabin ku tundiya heyî yan jî bûyerên xwekuştinê nayên eşkerekirin.’’

‘XWEKUŞTINÊN JINAN WEKE TIŞTEKÎ NORMAL TÊN DÎTIN’

Jiyan Ozkaplan piştre bal kişand ser bandorên avaniya civaî ya li herêmên Wan û Serhedê yên li ser tundiya li ser jinan û got ku avaniya feodal di vê mijarê de faktoreke girîng e û got: ‘’Bi taybetîli vir civakeke girtî heye. Jin hê jî weke ferdekê nayên dîtin. Ji ber vê yekê qetilkirina jinan yan jî xwekuştina wan normal tên dîtin. Li hemberî vê yekê refleksek nayê pêşxistin, ji vê yekê wêdetir carna rewş tê qebûlkirin jî. Jinên ku bi awayekî guman dawiyê li jiyana xwe tînin, hene. Li vir bandora qada malbatê gelekî mezin e.’’

Jiyan Ozkaplan anî ziman ku dinava sedemên vê yekê de xizanî û polîtîkayên ji aliyê desthilatdariyê ve tên birêve birin jî hene û got ku ev polîtîka wekezincîrekê bandorê li hev dikin.

Parêzer Jiyan Ozkaplan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku daxwazên daxilbûnê yên komîsyona baroyê û rêxistinên jinan ên ji dozên tên vekirin re nayên qebûlkirin û got ku ev yek dibe sedem ku dosya bê xwedî bimînin. Jiyan Ozkaplan îfade kir ku di dosyayên ku demên dawîn de wan dişopînin jî bi heman encaman re rû bi rû dimînin.

‘DEWLET POLÎTÎKAYEKE BIBANDOR NAMEŞÎNE’

Jiyan Ozkaplan diyar kir ku tevî ku cînayetên jinan zêde bûne jî dewlet tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê nastîne û ev yek anîn ziman: ‘’Di mijara  pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan de polîtîkayên baş nayên pêşxistin. Di rastiyê de dewletê têkildarî vê yekê tu polîtîka pêş nexistine. Li şûna ku polîtîkayan pêş bixe di mijara tundiya li ser jinan de tim berê xwe da polîtîkayên astengbûnê. Biryarên ji aliyê meqamên darazê ve tên dayîn jî serkêşiya vê yekê dikin. Dadgeh li gel vê kêmkirina cezayan di rastiyê peyamekê dide failên xwedî potansiyel.  Kujerên cezayekî kêm distînin û di rastiyê de vê yekê berdewam dikin û bi tu awayî poşman nabin. Rewşên bi vî rengî polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Daxistina cezayê rewşa baş û tehrîkkirina neheqî di zêdebûna tundiyê de faktorên girîng in.’’

‘GELEK KAR DIKEVE BERÊ ME’

Jiyan Ozkaplan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku zêdebûna cinayetên jinan û mirinên jinan ên bi guman girêdayî polîtîkayên dewlet û darazê ne, bal kişand ser têkoşîna rêxistinên jinan û ev yek anîn ziman: ‘’Gelek kar dikeve ser milên me. Çi dibe bila bibe divê bi awayekî teqez rêxistinên jinan û Navendên Mafên Jinan ên baroyan di van dosyayan de dev ji têkoşîna ji bo edaletê bernedin. Weke rêveberiyên xwecihî û rêxistinên jinan divê em xwe bigihînin hemû jinan, mafên wan bînin ziman û di warê gotina tedbîrên heyî de bi awayekî kolektîf di nava piştevaniyekê de bixebitin.’’