Senatoya Fransî: Pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Sûriyeyê li pêşiya aramiyê astengî ye

Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê ya Senatoya Fransî rexne li performansa hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û diyar kir ku welat bi pirsgirêkên siyasî, ewlehî û mirovî re rû bi rû ye ku rê li ber aramî û ji nû ve avakirinê digire.

Komîteya Karûbarên Derve, Parastin û Hêzên Çekdar a Senatoya Fransî diyar kir ku Sûriye tevî guhertina piştî hilweşîna rejîma Baasê bi pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên tevlihev re rû bi rû ye û destnîşan kir ku welat digel zehmetiyên ji nû ve avakirin û bidestxistina aramiyê li ser xaçerêyekê ye.

Di daxuyaniyekê de ku bi boneya destpêkirina mîsyonek parlemanî ji bo lêkolîna ji nû ve avakirina Sûriyeyê hat dayîn, komîteyê got ku desthilata nû, bi serokatiya Serok Ehmed El Şeri tevî danezana destûrî û avakirina saziyên bi karakterek demokratîk, di destên wî û kesên nêzîkî wî de kom bûye.

Komîteyê got ku gotinên hikumetê yên ku banga lihevhatin û yekitiya neteweyî dikin, rê li ber tundûtûjiya mezhebî negirtiye û bal kişand ser kuştina zêdetirî hezar Elewiyan di Adara 2025ˊan de û piştre bûyerên xwînrijandinê yên ku Durzî di Tîrmeha heman salê de hedef girtin.

Komîteyê destnîşan kir ku her çend hikumetê dev ji îdeolojiya "cîhadîst" berdaye jî, ew hîn jî di nav refên xwe de hêmanên tundrew dihewîne ku bi binpêkirinan têne tawanbarkirin û ev yek jî pirsan li ser şiyana wê ya bicîhanîna ewlehî û serweriya qanûnê derdixe holê.

Di dewama daxuyaniya xwe de komîteyê da zanîn ku rewşa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên çaresernekirî dimîne, tevî peymana agirbestê ya ku di 30ˊê Çileya 2026ˊan de hatiye îmzekirin û nirxand ku pabendbûna rayedarên Sûriyeyê bi sozên xwe yên der barê beşdariya Kurdan û garantîkirina mafên wan de dê hîn jî were ceribandin.

Komîteyê fikara xwe ya li ser pêşeroja hebûna Xiristiyanan li Sûriyeyê anî ziman û tekez kir ku bandorên şer û dabeşbûnên mezhebî û etnîkî hîn jî ji bo aramiya û ji nû ve avakirina welêt dibin sedema dijwariyek mezin.