'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' jiyana xwe ji dest da
Bahar Bîlge ya 87 salî koça dawî kir ku hevjînê wê, 2 kur û 2 neviyên wê li nava Têkoşîna Azadiyê şehîd bû û xwe weke 'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' dida naskirin.
Bahar Bîlge ya 87 salî koça dawî kir ku hevjînê wê, 2 kur û 2 neviyên wê li nava Têkoşîna Azadiyê şehîd bû û xwe weke 'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' dida naskirin.
Dayika Aştiyê Bahar Bîlge ya 87 salî jiyana xwe ji dest da, ku piştî berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê neçar ma ku li navçeya Qoserê bi cih bibe.
Bahar Bîlge salên dûr û dirêj di nava têkoşîna Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girt û beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevjînê wê Abdulkadîr Bîlge sala 1994'an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di êrişa hîzbûlkontra de, kurê wê gerîlayê PKK'ê Zeynel Abîdîn Bîlge (Piling) sala 1996'an li Çelê, kurê wê yê mezin şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) 2014'an li Kobanê şehîd bûn. Kurekî din ê Bahar Bîlge Huseyîn Bîlge jî piştî ku 30 salan di sala 2021'ê de ji girtîgehê derket. Neviyên Bahar Bîlge Mazlûm Bîlge (Piling Bagok) û Abdulhalîm Demîr (Diyar Bagok) sala 2016'an li Minbicê şehîd bûn.
Bahar Bîlge li gel pirsgirêkên di çavên xwe de jî dema ku DAÎŞ'ê sala 2014'an êriş bir ser Kobanê li gundê Mehsertê li ser sînorê Kobanê bi rojan nobed girt û di hevpeyvîna xwe ya sala 2014'an a ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re gotibû, "Hevjîn û zarokên min birin, êşkence li wan kirin. Hevjînê min li nava sûkê ji aliyê şeytanokan (Hîzbûlkontra) ve hate kuştin. Piştre kurê min ê biçûk Piling şehîd ket. Kurê min ê diçû zanîngehê Huseyîn ji ber çalakiya Çetînkaya girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birîn. 23 sal in girtî ye. Kurê min ê mezin Diyar Bagok jî piştî ku li her devera Kurdistanê şer kir 3 salan li Rojava şer dikir. Beriya mehekê ew jî li Kobanê şehîd bû. Ez dayika Serok im. Ez dayika şervanan hemûyan im. Ez dayika Kurdistanê me. 3 sal in çavên min baş nabîne. Min xwest bêm ser sînorê Kobanê ku kurê min lê têkoşiya û hatim."
Bahar Bîlge wê li Goristana Hecaca ya li Nisêbînê bê veşartin. Serdanên sersaxiyê jî wê li Mala Sersaxiyê ya Abdulkadîr Dundar a li Qoserê bê qebûlkirin.