Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Baroya Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist û "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" ji raya giştî re eşkere kir. Rapora ku ji aliyê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin ve hate pêşkêşkirin, pêvajoya navbera 1'ê Cotmeha 2024 û 1'ê Tîrmeha 2026'an dinirxîne.
Rapor li gorî çavkaniyên ji raya giştî re eşkere hate amadekirin. Di raporê de rêveçûna pêvajoya aştiyê, karên komîsyona li Meclîsê hate avakirin û bandora pêvajoyê li ser mafên mirovan û qada hiqûqê hate nirxandin. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku ji ber mekanîzmayeke fermî ya şopandina pêvajoya aştiyê nehate avakirin, civaka sivîl hewl da vê valahiyê dagire.
ÎHD'ê sala 2025'an bi vî rengî pênase kir: "Şerê çekdarî yê bi PKK'ê re bi dawî bû, lê belê ji aliyê mafên mirovan, demokrasî, edalet û azadiya bingehîn ve bû saleke ji lawazbûnê."
Di raporê de hate gotin, ji aliyê serxwebûna dadgeriyê, kiryarên qeyûman, azadiya fikir û çapemeniyê, mafê civîn û xwepêşandanê û mafê jiyanê ve paşketin çêbû.
Di raporê de pêvajoya navbera Sibat-Hezîrana 2026'an weke "qonaxa çaremîn" hate destnîşankirin û tespîta van mijaran hate kirin: "Bendewariya ji bo qanûna çarçoveyê dewam kir, rêveçûna pêvajoya lawaz bû; ji 1'ê Tîrmeha 2026'an û pê ve kete qonaxa rawestînê."
ÎHD'ê diyar kir ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe ji bo aştiya mayinde têrê nake û bang kir ku li Meclîsê qanûneke çarçoveyê ya berfireh bê derxistin, reformên demokratîkbûnê bi cih bêne anîn, dawî li pêkanînên qeyûman bê anîn, azadiya fikrî bê garantîkirin û têkildarî kuştinên kiryar nediyar mekanîzmayên heqîqetê bêne avakirin.
ÎHD'ê her wiha pêşniyar kir ku mekanîzmayên şopandinê yên serbixwe bi fermî bê naskirin, civaka sivîl hîn bi xurtî tevlî pêvajoyê bibe û bi piştgiriya saziyên navneteweyî dewam bike.
Di raporê de işaret bi bandora Rêber Apo ya li ser pêvajoya bêçekbûnê hate kirin û hate gotin, "Lîderekî bi bandor e ku kir ku biryara bêçekbûnê li nava rêxistinê bê qebûlkirin. Di lîteratura çareseriya şer de aktorên lîder ji aliyê afirandina baaweriyê û bicihanîna biryarên wergirtî de dikarin bi roleke krîtîk rabin. Jİ ber vê yekê jî tê pêşniyarkirin ku pêvajo li ser zemîneke saziyî bê meşandin û aktorên pêwendîdar di çarçoveya hiqûqî de bêne pênasekirin."
Di rapora ÎHD'ê de hate ragihandin ku di guhertinên li hiqûqa înfazê û mijara "mafê hêviyê" de divê gav bêne avêtin.
Di raporê de hate gotin, "Serketina pêvajoyê girêdayî xurtkirina ewlekarî, hiqûq, demokrasî û lihevkirina civakî ya bi hev ve ye."