Nîqaşên li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" kûr dibin. Di atmosfereke bi vî rengî de zanyarê siyasetê Zahîr Saritaş nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê weke nêzîkatiya "ewlekarîperest û konjonkturî" pênase kir. Saritaş anî ziman ku desthilatdarî meseleya Kurd li goorî pêvajoyên dîzayna herêmî ya Rojhilata Navîn weke amûreke "hevsengî û mijûlkirinê" bi kar tîne.
'NÊZÎKATIYA BINGEHÎN A DEWLETÊ XWE DISPÊRE REFLEKSÊN EWLEKARIYÊ'
Saritaş hewldanên çareseriyê yên dewletê bi perspektîfeke dîrokî nirxand û ragihand ku ji dema Ozal û heta niha ji çareserkirina meseleya Kurd wêdetir weke gefeke herêmî nêzîk bû.
Saritaş got, "Ji pêvajoya piştî Şerê Kendavê yê Yekemîn û heta bi pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015'an û pêvajoya dawî ya 27'ê Sibata 2025'an destpê kir, nêzîkatiya bingehîn a dewletê timî xwe dispêre refleksên ewlekarîperestiyê. Dewlet li şûna ku meseleya Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane çareser bike, weke pirsgirêka mayindebûnê dibîne û li gorî bûyerên li Rojhilata Navîn hewl dide stratejiyê biafirîne."
'ŞERT E KU MEJÎ BÊ GUHERTIN'
Saritaş ragihand ku dewletê pêvajo bi gotina "Tirkiyeya bê teror" li zemîneke teng a ewlekariyê asê kiriye û ev hişyarî da: "Heta ku dest ji feraseta statukoparêz, navendîperest, yekperest neyê berdan ku nasnameya Kurd bi fermî nas nake û bi destûra bingehîn garantî nake, nepêkan e ku çareserî bê afirandin. Ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe divê feraseta netewîperest bê terikandin û li ser esasê demokrasî û pir çandiyê guherîna mejî pêk were."
Saritaş daxuyaniya dawî ya KCK'ê weke hişyariyek li hemberî ferzkirinên yekalî yên dewletê fêhm kir û anî ziman ku yek ji xitimînên herî mezin ên pêvajoyê ew e ku çareserî ji aliyê aliyan ve bi rengekî cuda tê pênasekirin.
Saritaş destnîşan kir ku çarçoveya herî rasyonel a li ser aqûbeta pêvajoyê modela "entegrasyona demokratîk" e û got, "Modela 'entegrasyona demokratîk' a ku Birêz Ocalan pêşniyar kir, çarçoveya herî rasyonel e ku dewletê vediguherîne komara demokratîk, ji bo Kurdan jî azadî û statuya wan bi qanûnan garantî dike."
'MUZAKERE YAN JÎ DIYALOG?'
Mehmet Zahîr Saritaş axaftina xwe bi vê nirxandina li ser gotinên dema dawî yên desthilatdariyê qedand: "Daxuyaniya 'Muzakere nîne, diyalog heye' ya Mehmet Ûçûm fikaran zêde dike ku dewlet di her kêliyê de dikare pêvajoyê bi dawî bike. Eger aştî tê xwestin, divê Meclîs qanûna çarçoveyê bi rengekî berfireh, tevkar û bi mutabaqatê amade bike. Dewlet bi wê rîskê re rû bi rû ye ku bi feraseteke dûrî ji muzakereya demokratîk firsenda dîrokî ji dest bide."