Li Gallerê îsal Festîvala Llangollen International Musical Eisteddfod hat lidarxistin. Tîma folklora Kurd a ku ji hêla Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Komeleya Kirkisrakiyan ve bi hev re hatiye amadekirin, bi performansa xwe di festîvalê de herî zêde bal kişand ser xwe.
Tevî tîma Kurdan gelek tîmên dansê yên welatên cûda beşdarî festîvalê bûn. Tîma Kurd bi mîrateya dewlemend a folklorîk, koreografî, dîsîplîn, cilên otantîk û performansa ser dikê, ji hêla endamên juriyê û bi hezaran temaşevanan ve hat ecibandin.
Tîma Kurd di encama nirxandinan de bi degndana juriyê û gel bû yekemîn û xelat wergirt. Piştî eşkerekirina encamê li qada festîvalê demek dirêj çepik hatin lêdan û serketina tîma Kurd ji aliyê komên din ve jî hate teqdîrkirin.
Llangollen International Musical Eisteddfod a ku hunermend û komên dansên gelêrî yên welatên cuda tîne gel hev, wekî yek ji organîzasyona navneteweyî ya herî kevnar ku dostanî û hevgirtina çandan pêş dixe tê qebûlkirin.
Di festîvalê de bûyîna yekemîn ji aliyê organîzator û beşdaran ve ne tenê wekî serketinek pêşbirkê, di heman demê de di qada navneteweyî de pejirandina çanda gelê Kurd hat nirxandin.
Piştî merasîma xelatdayînê hat diyarkirin ku serketina tîma folklorê ya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Komeleya Kirkisrakiyan wekî encama serketina hewldanên kolektîf ên hemû kesên ku çanda Kurd zindî dihêlin û wê digihînin nifşên pêşerojê ye.