ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.

Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş ragihand ku ji bo aştiya mayinde girîng e qanûna çarçoveyê bi mutabaqatê bê amadekirin û got, nêzîkatiyeke dûrî ji muzakereya demokratîk dikare firsenda dîrokî ji holê rake.

Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek, têkildarê zextên li dijî rojnamevanan got, “Dema ku saziyên medyaya Kurd dibin armanc, ev yek tê wateya rasterast destwerdana li dijî zimanê Kurdî û rojnamevaniya Kurdî ye.”

Di lîteratura aştiyê de bêdengbûna çekan tenê weke destpêka "aştiya negatîf" tê dîtin. Ji bo aştiya mayinde û pozîtîf jî edalet, wekhevî, garantiya hiqûqî, veguherîna civakî û muzakereya bi muxataban a di mercên azad de şert e. Dosya Rustem Sîncer.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê wê îro bicive.