Şert û mercên aştiya pozîtîf, azadiya Rêber Apo û ezmûnên cîhanê

Di lîteratûra aştiyê de rawestandina çekan tenê wekî destpêka "aştiya negatîf" tê qebûlkirin. Lê ji bo aştiyeke pozîtîf û mayînde; edalet, wekhevî, garantiyên qanûnî, veguhertina civakî û tevlîbûna mûxatabên pêvajoyê ya di şert û mercên azad de şert in.

Bi ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya di 27’ê Sibata 2025’an de li gel banga Rêber Apo dest pê kir de salekê zêdetir wext derbas bû. Li navenda nîqaşan pirseke krîtîk heye: Gelo ji bo ku pêvajoyeke şer û pevçûnan bi rastî bi dawî bibe bêdengbûnaçekan bes e, yan na aşitiyeke mayînde veguherîneke gelekî berfirehtir hewce dike? Lîteratura xebatên aşitiyê bi deh salan e yek bersivê dide vê pirsê. Ew jî ew e ku kêliya bêdengbûna çekan bes ‘’destpêka aşitiya negatîf e.’’ Mijara sereke xwegihandina aşitiya pozîtîf e ku bêedaletî, înkar û newekhevî ji holê tên rakirin.

Têgeha aştiya pozîtîf di pêvajoyên çareserkirina şer û pevçûnan de tê çi wateyê, pêvajoya li Tirkiyeyê di qonaxa ku roja îroyîn gihiştiyê de çima azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke xaleke navendî tê nîqaşkirin, mînakên cîhanê yên weke Efrîqaya Başûr û Îrlandaya Bakur çi fêrî me dikin û tiştên ku tevgera azadiyê ji van tecrûbeyan bi dest bixin çi ne?

AŞTIYA POZÎTÎF ÇI YE?

Cudahiya ku yek ji damezrînerê lêkolînên aşitiyê û  civaknas Johan Galtung ê Norwecî di sala 1969’an de pêşxistî, roja îroyîn hê jî yek ji beşa bingehîn a lîteratuta çareserkirina şer û pevçûnan e. Li gorî Johan Galtung aşitiya negatîf, tê wateya bes bidawîbûna tundiya rasterast yanî nebûna şer, şer û pevçûnan û şerê çekdarî. Aşitiya pozîtîf jî têgeheke kûrtir e. Pênaseya rewşeke edaleta civakî, wekhevî û jiholêrabûna tundiya binyadî tê dabînkirin, dike. Weke ku Johan Galtung tîne ziman, ger di nava civakekê de çek bêdeng bibin jî,  belavbûna hêzê ya newekhev, newekheviya derfetan, înkarkirina nasnameyan û parvekirina çavkaniya ya newekhev berdewam bikin wê demê hê jî di nava wê civakê de tundiya binyadî heye û ev yek li pêşiya aşitiya rastîn astengiya herî mezin e.

Dema ku em ji vê çarçoveya lê dinêrin, sînordarmayîna pêvajoya çareserkirina şer û pevçûnan a weke danîna çekan û xwefesixkirinê rêxistinê, bi ihtîmala herî xirab wê aşitiya negatîf pêk bîne lê belê li gel van yekan aşitiya mayînde pêk nayê.  Ji bo pêkhatina aşitiya pozîtîf divê astengiyên li pêşiya nûnertiya siyasî werin rakirin, mafên perwerdeya bi zimanê dayîkê û çandî werin naskirin, mekanîzmayên rûbirûbûna paşerojê werin avakirin, ji bo mexdûran pêvajoyên edalet û tezmînatê werin destpêkirin û ya herî girîng jî divê aliyên pêvajoyê li ser zemîneke muzakereyê ya wekhev û birûmet werin temsîlkirin.

AZADIYA RÊBER APO ÇIMA EV QASÎ GIRÎNG E?

Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hate weşandin, li gel banga xwefesixkirina PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Piştî bangê biryara PKK’ê ya xwefesixkirinê û lidarxistina merasîmeke şewitandina çekan a sembolîk qonaxa yekem a pêvajoyê hate temamkirin. Lê belê tevî ku bi ser de zêdetirî salek derbas bû jî ji bo pêşketina pêvajoyê hê pêngaveke girîng nehatiye avêtin. Şert û mercên tecrîda li ser Rêber Apo yên li Îmraliyê hê jî berdewam dikin û têkildarî dabînkirina azadiya fîzîkî pêngaveke şênber a hiqûqî hê jî nehatiye avêtin.

Di mîtîngên DEM Partî, DBP û TJA’yê yên sala 2026’an ên li Wan, Amed, Stenbol û Mersînê de ev mijar bi awayekî eşkere hate diyarkirin.  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku êdî nayê qebûlkirin ku tekane muxatabê pêvajoyê Rêber Apo ev 27 sal in li girtîgehê were girtin, got ku ‘heya mafê hêviyê neyê naskirin aşitiyê pêk nayê’ û bang li Meclîsê kir ku yasayeke çarçove a zelal, eşkere û wêrek a baweriyê bide pêvajoyê  were derxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di mitînga li Amedê de anî ziman ku azadiya Rêber Apo ‘wêneyê aşitiyê ye.’

MAFÊ HÊVIYÊ ÇIMA GIRÎNG E?

Di lîteratûra hiqûqê de mafê hêviyê tê wê wateyê ku divê îhtîmala bidawîbûna cezayên hepsê yên heta hetayê jî girtiyan re were naskirin û weke egereke prensîba rûmeta însanan tê qebûlkirin. Ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve girîngiya vê têgehê ne tenê hiqûqî ye, li gel vê yekê di heman demê de sembolîk û stretejîk e. Jinûvexwegihandina li gel siyaset û civakê ya serokekî ku weke muxatabê pêvajoyê tê qebûlkirin, hem wê baweriya biryara danîna çekan a PKK’ê xurt bike hem jî wê bibe nîşaneyeke şênber a jidiliya îradeya dewletê ya têkildarî aşitiyê.  Yan na ‘çareseriyeke’ ku bes li gel danîna çekan sînordar bimîne, wê ji aşitiya negatîf a ji aliyê Galtung ve hatiye pênasekirin, derbas nebe û wê hê di destpêkê de mayîndebûna wê were nîqaşkirin.

NIMÛNEYÊN CÎHANÊ JI BO ME ÇI DIBÊJIN?

Efrîkaya Başûr: Nelson Mandela ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma apartheid, 27 salan di girtîgehê de ma û di 11’ê Sibata 1990’an de ji Girtîgeha Victor Verster hat berdan. Çîroka Mandela nîşan da ku ev pêvajo tenê bi "azadkirina serok" sînordar nîne; azadî dema bibe parçeyek ji zemîna danûstandineke wekhev xwedî wateye. Mandela di sala 1985’an de pêşniyara azadiya takekesî ya ku hikûmeta apartheidê dabûyê red kir û gotibû, ‘Heta ku gelê min ne azad be, azadiya min tu wateyê nade.’ Ew piştî hat berdan, wekî serokê şandeya danûstandinê ya Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) pêvajoya CODESA bi hikûmetê re meşand û di hilbijartinên yekemîn ên azad ên sala 1994’an de, bû yekemîn serokkomarê reşik ê welat.

Di heman demê de di çapemeniya Kurd de jî tê nîqaşkirin, berdana Mandela ne qenciyeke mirovî ya tesadûfî bû. Ev encama wê yekê bû ku rejîma apartheidê li hemberî mueyîdeyên navneteweyî, serhildanên navxweyî û krîza aborî êdî nkaribû li ser piyan bimîne. Vê yekê jî nîşan da ku azadkirina serokekî tenê bi serê xwe têrê nake. Ji bo ku ev gav veguhere guhertineke mayînde; hêzeke civakî ya birêxistinkirî, piştgiriya navneteweyî û nûnertiya wekhev a li ser maseya danûstandinê şert e.

Îrlandaya Bakur: Piştî şerê nêzî 30 salî ku wekî "The Troubles" dihat binavkirin, danûstandinên ku di salên 1990’an de di navbera hikûmeta Brîtanyayê û baskê siyasî yê IRA’yê (Sinn Fein) de dest pê kirin, di sala 1998’an de bi Peymana dîrokî ya Îniya Xêrê bi dawî bûn. Yek ji xalên herî krîtîk ên vê pêvajoyê ew bû ku Brîtanyayê serokê Sinn Feinê Gerry Adams wekî aktorekî rewa yê çareseriyê qebûl kir. Di sala 1994’an de, wekî gaveke sembolîk a vê rewabûnê, yekem car vîzeya DYE dan Adams. Di dema pêvajoyê de, formula hikûmeta Brîtanî ya ku digot ‘pêşî çekdanîn, paşê danûstandin", rê li ber xetimîna pêvajoyê vekir. Lê belê gava di sala 1997’an de hikûmeta Tony Blair hat ser desthilatê, şerta pêşîn a çekdanînê rakir û ew kir yek ji mijarên ku bên nîqaşkirin; bi vî rengî pêvajoyê lez girt.

Peymana ku di 10’ê Nîsana 1998’an de hat îmzekirin, ne tenê çekdanîna IRA’yê, her wiha berdana girtiyên IRA’yê, vekişandina leşkerên Brîtanyayê ji Îrlandaya Bakur û naskirina mafê rêveberiya xweser a herêmê jî di nav xwe de dihewand. Ev peyman pêşkêşî dengdana gel hat kirin û ji sedî 71 dengê piştgiriyê girt. Dersa herî girîng a ezmûna Îrlandaya Bakur ew bû ku aştî tenê ne belgeyeke ku di navbera dewlet û aktorên çekdar de tê îmzekirine. Aştî, pêvajoyeke avakirina civakî ya piralî ye ku ji perwerdehî û pergala hiqûqê bigire, heta hesasiyeta mafên mirovan û tevlîbûna civaka sivîl dewam dike.

EZMÛNÊN CÎHANÊ Û TEVGERA KURD

Azadiya serokekî ne tenê sembol e; nîşana rasteqîniya aştiyê ye. Nimûneyên Mandela û Gerry Adams nîşan didin ku gava serok tevlî pêvajoyê dibe, gel bêtir bawerî bi aştiyê tîne. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo berdewam bike, guman û fikarên di nav zemîna PKK’ê û siyaseta Kurd de wê mezintir bibin.

Çekdanîn ne teslîmiyeta aliyekî ye, divê bibe mijara danûstandineke dualî. Li Îrlandaya Bakur, şerta "pêşî çekdanîn" pêvajo bi salan xetimand. Lê gava ev mijar wekî mijara muzakereyê hat qebûlkirin, rê vebû. Ji bo tevgera Kurd jî divê gavên çekdanînê û çêkirina qanûn û garantiyên hiqûqî bi hev re û bi şefafî bimeşin.

Hêza rêxistînî ya civakê û piştgiriya navneteweyî di vê mijarê de xalên herî girîng in. Berdana Mandela ne tenê bangeke exlaqî bû; encama berxwedana rêxistinkirî ya bi salan, cezayên aborî û zexta raya giştî ya cîhanê bû. Ji bo tevgera Kurd ev tê wê wateyê ku divê pêvajo tenê di navbera Enqere û Îmraliyê de asê nemîne; divê rewabûna civakî û piştgiriya navneteweyî her tim zindî bibe.

Aştî dema ku bi reformên qanûnî û sazî bibe xwedî garantî, wê çaxê bi wate dibe. Li Îrlandaya Bakur, avakirina Komîsyona Mafên Mirovan, guhertina pirtûkên dibistanan û garantiyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nehiştin ku peyman tenê li ser kaxizê bimîne. Di meseleya Kurd de jî heta ku gavên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, rakirina astengiyên hiqûqî yên li ber siyaseta demokratîk û xurtkirina rêveberiyên herêmî neyên avêtin, pêvajo nagihêje aştiyeke rasteqîn.

Di vê qonaxê de parastina ferqa navbera teslîmiyet û aştiyê jî pir girîng e. Çawa ku Mandela di sala 1985’an de pêşniyara azadiya bi şert red kir, wekî wê rûmetê tevgera Kurd jî dibêje: "Aştî bi rûmet û naskirina mafan tê, ne bi teslîmiyetê." Ev yek nîşan dide ku divê aliyên pêvajoyê li ser zemîneke bi rûmet û wekhev bên qebûlkirin. Nexwe, "peymana" ku pêk bê, ji bêdengiyeke sist û berwext wêdetir naçe.

GELO RÊYA BER BI AŞTIYA POZÎTÎF VE DIÇE VEKIRÎ YE?

Di vê merheleya ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gihştiye de, gelo gavên ku tên avêtin wê ji aştiya negatîf pêşdetir biçin an na; ev yek bi gavên hiqûqî û siyasî yên şênber ve girêdayî ye ku di dema pêş de bên avêtin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê daxwazeke sembolîk e; ew nîşana herî berçav a baweriya her du aliyan a bi hevdu û rasteqîniya daxwaza dewletê ya ji bo aştiyê ye. Nimûneyên cîhanê nîşan dane ku heke ev gav neyê avêtin, pêvajo ji bêdengiyeke sist û her kêlî şikestî wêdetir naçe. Lê dema ev gav bê avêtin û heke bi rêxistiniya civakê û reformên sazî yên li ser bingehê mafan bê piştgirîkirin wextê aştiya pozîtîf û mayînde gengaz dibe.

Gelo ew qanûna çarçoveyê ya ku li Meclîsê tê nîqaşkirin, wê veguhere garantiyeke hiqûqî ya berfireh ku rêya "ji çiyê, girtîgehê û sirgûnê ber bi siyaseta demokratîk ve" bi rastî veke? Yan wê pêvajo tenê bi hin gavên sembolîk sînordar bimîne? Bersiva vê pirsê wê ne tenê siberoja meseleya Kurd, her wiha siberoja pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî zelal bike.