89 sal in em li pey şopekê, nîşaneyekê, bihostek ji axa gorê ne. Dema ku ew darve kirin berfa li ber deriyên Dersimê hîn neheliya bû. Ya ku rû da ne bahozeke xwezayî ya ji rêzê bû; felaketeke bû ku weke brûskekê li bêbextiya gelekî ket, mal û hêlîn tarûmar kir.
Halbûkî germa dawiya meha Tîrmehê ya wê salê li çar aliyên Kurdistanê belav bûbû; ew germa ku berê bi stuyê Şêx Seîd û hevrêyên wî ve hate gerandin, birîna Dersimê di wê berfa zivistanê de hîn bi êş kir.
Ev çîroka bi êş ji vir, ji êvareke Tîrmehê ya 2026'an destpê dike. Li nêzî Brukselê, li bajarokê 'Denderleeuw'ê, li maleke biçûk sirgûnê em hemû li binê sîwanekê gihandibû hev. Eger ez bibêjim ew odeya biçûk çar parçeyên Kurdistanê ye, ev ê nebe tespîteke nepixandî; Ji Bakur Cahît Mervan, Farûk Sakik, Huseyîn Dag, Sedat Ûlûgana û Ergun Depî, ji Rojava Ejder Şêxo, ji Rojhilat Barzan Şaswar û ji Başûr jî ez Ferman Mûhammed em li wir bûn.
Kombûna me rojnamevanan teqez ne ji bo derbaskirina demeke şexsî ye; dilê me bi rîtma welêt lê dide. Û heta nîvê wê şev a bi mij gotinên me li ser gorên winda yên Seyît Riza û hevrêyên wî bûn.
Doktor Sedat salek e weke nêçirvanekî dîrokê li pey şopa dozekê bû. Di wê şeva li sirgûnê, berhema keda wî weke cewherekî şewq da: Anî ziman ku wî wêneyekî wê kêliya dîrokî ya trajîk a darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî peyda kiriye.
Di sala 1937'an de dema ku bedena ezîz a Seyît Riza li sêdarê hate kirin, nûçe û wêneyên wê pêşkêşî Ataturk hatin kirin. Ew bi tirs wiha dibêje: "Van wêneyan teqez nîşanî kesî nedin; ji ber ku ew seyîdek e û Kurd vê qebûl nakin, ev gelekî xetere ye."
Bi vî rengî wêne jî weke gora wî li nava tarîtiyê hate veşartin. Lê belê ev sansura hişk di heman demê de nîşaneya herî şênber a tirsa desthilatdariyê ya ji bedena bê ruh a wî lîderî bû. Dîrokê weke ku bersivê bide wê têkoşînê ku Seyît di oxira azadiyê de meşand, beriya salekê deriyê rasteqîn vekir û ew wêne li muzayedeyeke navneteweyî nîşan da.
Aliyê Tirk ji bo rabirdûyê bi temamî tine bike û wêne bişewitîne pêşniyar kir ku gelek pereyan bide; lê belê Doktor Sedat bi piştevaniya gelê Kurd heta dawiya muzayedeyê çû û nehişt ku ev êşa dîrokê weke gorê bê nav bimîne.
Gava ku ew wêne li maleke sirgûnê ya li Dernderleeuwê li ser maseyê hate danîn, ziman li pêşberî wêneyê giran lal bû; ne dikarîbû bihata vegotin ne jî bihata nivîsandin. Doktor Sedat beriya me hemûyan bal kişandibû ser detayê herî dilşewat ê wêne: Gore û şalwarê Seyît Riza...
Gore bi rengekî welê taybet hatibû hûnandin ku di encama lêkolînan de dihate fêhmkirin ku bi keda dayikên Dersimê, bi neqşên taybet hatiye çêkirin. Di dema xwe de ew gora ji bo wî ji serma çiyayên Dersimê biparêze bi dilsozî û eşqeke mezin hatibû hûnandin. Dihat bîra kê ku ew bendikên bûn gore wê piştî 89 salan bibe nasnameya nemir a lîderekî, wê di dema darvekirinê de bike ku bê naskirin?
Di wê êvara xurbetê de Cahît Mervan ev pêşniyar kir: "Em sibe van wêneyan bikin dosyayeke nûçeyan û li Stêrk TV biweşînin." Welê jî kir. Weşandina wî wêneyî weke teqîneke mezin bandor kir; mijê 89 salan belav kir.