Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê li Îzmîrê hatin bîranîn

Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, ji ber qedexeya çalakiyan a li Enqereyê, qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê vê mehê li Îzmîrê bi bîr anî. Komeleyê xwest, berpirsyar hemû bêne darizandin û edalet bê pêkanîn.

Çalakiya bîranînê ya Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ku ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê her meh tê lidarxistin, ji ber qedexeya çalakiyan a li Enqereyê ya bi hinceta Civîna Bilind a NATO'yê vê carî li Îzmîrê hate lidarxistin.

Bîranîn li ber Peykerê 10'ê Cotmehê yê li pêşberî Gar a Alsancakê pêk hat û li gel xizmên qurbaniyên komkujiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û partiyên siyasî jî beşdar bûn.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Jibîrkirin nîne, efûkirin nîne" û "Em ê hesab bipirsin" hain hildan û wêneyên qurbaniyan hate bilindkirin.

Hevberdevkê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik daxuyanî da çapemeniyê û pêvajoya darizandinê rexne kir. Kocabiyik bi bîr xist ku 10 sal in berpirsyariya dewletê ya di komkujiyê de nehatiye eşkerekirin û xwest, doz bi rengê ku hemû berpirsyar bêne darizandin bi encam bibe.

Kocabiyik ragihand ku têkoşîna wan ne tenê ji bo 104 kesên di 10'ê Cotmehê de hatine qetilkirin, her wiha ji bo komkujiyên bi heman rengî rû nedin û ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde ya edaletê be.

Kocabiyik got, "Ev li ser milê me maye. Em bi biryar in ku vê berpirsyariya xwe bi têkoşîna edaletê, bi têkoşîna aştiyê bi cih bînin."