Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

Nafî Ergun ê ku dema 22 salî bû li Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê hate berdan.

Nafî Ergun (52) ku dema 22 salî bû li Amedê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê hate berdan. Nafî Ergun ê ku di 17ê Tîrmeha 1996an de hate binçavkirin di 25ê Tîrmeha 1996an de hate girtin. Nafî Ergun li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin. Dadgehê bi hinceta “Xerakirina Yekîtî û Yekparebûna Dewletê”, “endamtiya rêxistinê” cezayê muebeda giran li Nafî Ergun birî û ew şand Girtîgeha Amedê. Nafî Ergun bi rêzê li girtîgehên Mîdyad, Xarpêt, Amasya, Girtîgeha Hejmara 2yemîn a Sîncana Enqereyê, Girtîgeha Tîpa T a Karabukê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate ragirtin. Nafî Ergun ê piştî 30 salan hate berdan li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê malbata xwe, endam û rêveberên TUAY-DER, DBP û DEM Partiyê û heval û hogirên xwe ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.

Nafî Ergun di pêşwazîkirinê de li ser pevojoyê axivî û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ez çi qas li derve bim jî dilê min di zindanan de diavêje. Bi hezaran hevalên û hogirên me di zindanan de ne. Dil dixwaze hemû derkevin. Bila gelê me hemû baş bizanibe ku ev pevajo Serokê me daye destpêkirin. Bila di bin bandora şerê psîkolojîk de nemînin. Em ê ji bo civaka demokratîk têkoşina xwe bidomînin.”

Axaftin bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.