Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst jiyana komunal a li ser eksana jinê esas digre û anî ziman ku avakirina sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe.

ÎMERA FERA YEŞÎLGOZ

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz kûrahiya sosyolojîk û felsefî ya Manîsfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û destnîşan kir ku nîvenda berxwedanê ya herî mezin a li dijî modernîteya kapîtalîst, jiyana komunal a li ser eksana jinê ye. Fera got, “Ev manîfestoya ku sosyalîzmê tîne ber azadiya jinê, mifteya rizgariya civakî ye.”

Gerîlaya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Îmera Fera Yeşîlgoz derbarê “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, nirxandinên berfireh kir. Îmera Fera diyar kir ku manîfesto li dijî hilweşîna ku pergalê çêkiriye, modela civaka demokratîk wekî alternatîfekî xurt pêşkêş dike û destnîşan kir ku divê dînamîkên civakî ji kokê bên guhertin.

‘MANÎFESTO CIVAKÎ DÎSA DIKE KIRDE’

Îmera Fera Yeşîlgoz bilêv kir ku manîfesto li dijî awayê jiyanê ya kapîtalîst ku civakê dike obje, helwestekî radîkal pêşkêş dike û wiha got, “Manîfesto diyar dike tu kirdeyeke ji bilî civakê bi xwe nîne. Civak kiryarekî ku tê avakirin, hilweşandin û ji nû ve tê avakirin e.”

DÎROKA BI EKSANA JINÊ Û “KUJERÊ KASTÎK”

Gerîlaya HBDH’ê destnîşan kir ku analîzên dîrokî yên ku di manîfestoyê de hatine kirin, bi temamî li ser eksana jinê ye û diyar kir ku avakirina civakîbûnê ji jinê re destpê kir, lê ev anî ji aliyê serweriya mêr ku wekî “kujerê kastîk” tê binavkirin, rastî êrîşê hat. Yeşîlgoz ev şikestina ku di dîrokê de pêk hatiye, wekî “qelişînê” bi nav kir û bilêv kir ku çanda ku civakê li ser lingan digre, sosyolojiya li ser bingeha jinê ye.

Îmera Fera cihê jinê ya di kapîtalîzma baviksalarî de, bi bîr xistina sernavê pirtûkê bi navdar a Duygu Asena xulase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di kapîtalîzma baviksalarî de, navê jinê tune ye. Di vê pergalê de ku hebûn û keda jinê tune tê hesibandin û bedana wê di her wateyê de tê kontrolkirin, mafê jiyan û ewlehiyê ya jinê ji holê rakiriye. Li pişt qetilkirinên jinan ên ku her roj zêde dibin, rastiyeke mezinku nayê zanîn û tê veşartin heye.”

DU RÊYÊN BERAMBER: CINAWIRÊ KASTÎK Û BERXWEDANA KOMUNAL

Îmera Fera got ku qelişîna dîrokî civakê rûbûrûyê pirsgirêkekî mezin û ducihîbûnê hiştiye û diyar kir ku di roja me de du rêyên sereke rû bi rû maye. Rêya yekemîn civakîbûneke tirsnak ku kujerên kastîk, elît û serwer ferz dike; rêya duyemîn jî berxwedana ku li dijî “cinawirê kastîk” hatiye pêşxistin e. Hêza bingehîn a vê hêzê jî komun e. Îmera Fera got, “Ji bo ji nû ve qezençkirina dîrokî, divê jinên komunal ji nû ve derkevin.”

‘JIN KOMUNALBÛN E’

Îmera Fera anî ziman ku modernîteya demokratîk li dijî kapîtalîzmê pergala ku nirxên jiyanê yên komunal diparêze ye û bilêv kir ku di navenda vê pergalê de sosyalîzm û komun cih digrin. Îmera Fera got ku ekolên felsefî, mezheb, karker û kedkaran xwe li van nirxan digrin, lê pergal herî zêde xwe dispêre jinan û ev tişt gotin, “Manîfesto tespît dike ku kedxwariya yekemîn a di civakê de, di qada zayendî de pêk hatiye. Şikestina zayendî, şikestina çanda civakîbûnê azad a di şexsê jinan de ye û windabûna bingehîn a yekemîn jî ev e. Ji ber vê yekê rêya sosyalîstbûn û avakirina sosyalîzmê, ji azadiya jinê derbas dibe. Li vir sosyalîzm li ber azadiya jinê ye. Jin bi xwe komunalbûn e.”

Îmra Fera destnîşan kir ku li ser bingeha vê felsefeyê divê komunên jinan ku nirxên jiyanê lê tên rêxistinkirin û cihê şoreşgeriyê ye, li her derê werin avakirin.

TECRUBEYA PANDEMÎ Û XEFIKA KAPÎTALÎZMA BAVIKSALARÎ YA XEBATA NERM

Fera cudahiyên di navbera kapîtalîzma baviksalarî û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi mînakên şênber rave kir û bal kişan ser pêvajoya pandemî ya di dema nêzîk de. Gerîla Îmera Fera diyar kir ku kapîtalîzm di dema pandemiyê de modelên nîv dem û nerm herî zêde li ser karkerên jin ceriband û wiha got, “Kapîtalîzm jinan bi saetên xebatê yên nerm di qada gişrî de kontrol kir, di heman demê de bi kontrola qada taybet jî armanc kir ku hepskirina di malê de domdar bike.”

MÎSYONA PÊŞENG: BI MODELÊN KOMUNAN RE BER BI PÊŞEROJÊ

Îmera Fera got ku manîfesto bi perspektîfekî dijber nêzî vê dorpêçê dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji nû ve civandina jin û civakê esas digre. Girtina jinê di malê de, wekî windakirina nirxên komunê dibîne. Ev nêzîkatiya ku azadiya jinê tîne ber azadiya civakê, azadiya civakê tîne ber azadiya jinê, perspektîfekî pir pêş e. Tayînkirina jinana wekî hêmana pêşeng û damezrîner a rêxistinkirina komunan, pir şoreşgerî ye. Modelên komunan ku bi vê perspektîfê bên rêxistinkirin, wê teqez di rêya azadiya jinê de gavên mezin biavêje.”