Li Efrînê cenazeyê kesekî ku li zeviyên zeytûnan hat dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand kesê bi navê Mihmed Murad di nava zeviyên darên zeytûnê yên li gundê Xelnêrê ya Efrînê de bi çekê hatiye qetilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand kesê bi navê Mihmed Murad di nava zeviyên darên zeytûnê yên li gundê Xelnêrê ya Efrînê de bi çekê hatiye qetilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî diyar kir ku welatiyê bi navê Mihemed Murad (60) ê ku bi navê "Ebû Tewfîq" tê naskirin ji gundê Xelnêrê yê gundewarê Efrînê ye li nava zeviyên zeytûnê kuştî hat dîtin.
Çavkaniyan diyar kri ku Murad îro, bi sibehê bi erebeya xwe ji mal derket, çû nava zeytûnên xwe da ku daran ava bide. Lê heta saetên berêvarê nehat. Ji berê hevjîna wî telefonê zarokên xwe kir ku bavê wê çûye nava erd û dereng maye.
Zarokên qurbanî berê xwe da nava zeytûnan ku li rojavayê gund e, dîtin bavê wan bi guleyan di serî de hatiye qetilkirin. Lê erebeya wî li cihê danîbû bû. Piştre agahî dan aliyên eleqedar.
Aliyên têkildarî dest bi rêkarên qanûnî kir, piştre cenaze radestî malbatê kir ku defin bikin. Heta niha nasnameya sûcdaran an jî sedemên sûcê nehatiye zanîn.