Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da
Helbestvan Ahmet Tellî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Helbestvan Ahmet Tellî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Tellî yê ku demek dirêje dihat dermankirin û çend roj berê hatibû entubekirin jiyana xwe ji dest da.
Federasyona Şoreşgerên 78an û Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê ragihandibûn ku Tellî hatiye entubekirin.
Di daxuyaniyek hevpar de ev tişt hatibû parvekirin: “Mixabin di dermankirina helbestvan Ahmet Tellî derbasî pêvajoeyek din bûn. Tevî rêbazên dermankirinê yên ku heta niha hatine kirin jî îro hat entubekirin. Wekî Federasyona Şoreşgerên 78an, Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê û malbata wî em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”