Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê
Di salvegera 1’an a merasîma çek şewitandinê de jinan li ber Meclîsê daxuyanî da û got, ji bo aştiyê gavên pêwîst nehatin avêtin.
Di salvegera 1’an a merasîma çek şewitandinê de jinan li ber Meclîsê daxuyanî da û got, ji bo aştiyê gavên pêwîst nehatin avêtin.
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan, bi boneya salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên înîsîyatîfê û rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn. Jin ji pêşiya Parka Meclîsê heta ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê ve meşiyan. Li ber deriyê Meclîse ya Dîkmenê kom bûn û li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ji bo aştiyê israr dikin’ hat rakirin û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin Şer Naxwazin’ û ‘Jin ji bo aştiyê israr dikin’ hatin berzkirin. Daxuyanî bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û bi Tirkî hate xwendin.
Daxuyaniya Kurmancî ji aliyê endama Înîsiyatîfê Nebahat Çalban ve hate xwendin.
Nebahat Çalban bi bîr xist ku ew par jî li ber deriyê Meclîsê bûn û daxwaza avakirina komîsyoneke kiribûn û wiha got: “Lê mixabin, gotineke me jî di rapora dawî de cih negirt, heta behsa wê yekê jî nehat kirin ka jin di nava vî şerî de çi êş û azaran dibînin. Wek ku me hema piştî eşkerebûna raporê jî got, di rapora Komîsyona Hevgirtin, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de ‘navê jinan tune bû’. Ew her pênc daxwazên ku me wê rojê li vir û piştre jî di komîsyonê de anîbûn ziman ev bûn:
* Divê siyaset neyê krîmînalîzekirin û wek sûc neyê nîşandan – yanî rakirina Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û qanûnên mîna wê, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên nexweş
* Paşvekişandina hemû qeyûman û betalkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya peywendîdar
* Ji bo hemû nasname û pêkhateyan dabînkirina wekheviyeke rasteqîn û giştgir – di vî warî de rakirina astengiyên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û girtina xizmetên saziyan
* Darizandina zilamên bi unîformayî (tîmên taybet, cerdevan û hwd.) ên ku hêza dewletê digirin pişta xwe û tûndtijiya zayendî dikin, rûbirûbûna bi van sûdan û çareserkirina encamên koçberiya bi zorê
* Vekirina rêya hevdîtina jinan, rojnamevanan û civaka sivîl bi Abdullah Ocalan re ku aliyekî vî pêvajoyê ne daku bi vî rengî jin bikaribin li ser hemû masayên ku aştî lê tê axaftin gotina xwe bejin.”
Nebahat Çalpan diyar kir ku qada siyasî bi destê darazê ve tê tengkirin û ev tişt anî ziman: “Gava em dibêjin bila di vê rêya ber bi aştiyê de Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê were rakirin, dewlet ji rabirdûyê rêxistinan zindî dike, mirovan bi endamtiya rêxistinên ku navê wan jî nebihîstine tawanbar dike û tu carî dest ji têgîna ‘terorê’ bernade. Di vê salekê de tenê şaredariyek jî radestî şaredarê wê yê hilbijartî nehatiye kirin û qeyûmek jî paşve nehatiye kişandin. Ev torên ku leşker, polîs, walî, cerdevan, bijîşkê nexweşxaneyê û hîn bêtir di nav de ne û li dijî jin û keçan tên bikaranîn, encama rêbazeke şer in.”
Nebahat Çalban anî ziman ku dawazên wan ê di salake dawî de nehatinê bicih û wiha pê de çû: “Daxwaza me ya vekirina rêya hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bi awayekî zelal, cihgirtina jinan li ser masayên ku aştî lê tê axaftin û çêkirina qanûna vegerê bi çavdêriya mafên jinan, di vê sala dawî de bersiv nedît. Heta di van rojan de ku tê axaftin qanûn wekî çarçoveya pêvajoyê were meclisê, em fêr dibin ku zêdetirî 40 roj in rê nayê dan ku Şandeya Îmraliyê biçe. Çima? Destûr nayê dayîn ku civak çi fêr bibe? Naveroka vê qanûna ku tê gotin dê heta dawiya meha Tîrmehê were derxistin çi ye? Gelo ev qanûn dê bibe qanûneke ku rêya siyaseta demokratîk vedike yan dê bibe qanûneke dîlgirtinê ku pêvajoyê tîne rewşeke ‘êdî qewimî û qediya’?”
Di dawiya axaftina xwe de Nebahat Çalpan destnîşan kir ku îro jî salvegera merasîma şewitandina çekan e û bi van hevokan bi dawî kir: “Di wê merasîmê de berdevka Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat wiha gotibû ‘Ji niha û pê ve, ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em di hizûra we de çekên xwe bi vîna xwe ya azad tune dikin. Bêguman ji bo ku ev destpêka dîrokî bi ser bikeve, pêdivî bi reformên hiqûqî yên pir cidî heye.’ Em israr dikin li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne, lê rêya siyaseta demokratîk vedike; qanûneke ku tê de tu kes ji ber parastina mafên xwe nayê girtin, yên ku ji ber siyaseta xwe di girtîgehê de ne serbest tên berdan, tiştekî bi navê qeyûm tune ye, kurd, jin, LGBTÎ+ û her kes wekhev e, zimanê dayikê maf e, ew kesên ku unîformaya dewletê li xwe dikin û çekan digirin destên xwe nikarin sûcên zayendî li dijî jinan bikin û ser vê nayê girtin, gundê tu kesî wekî herêma ewlehiyê ya taybet nayê ragihandin! Yanî em li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne lê rêya siyaseta demokratîk vedike israr dikin.”