Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda
Dayikên Şemiyê di hefteya 1111 de qala têkoşîna 1111 hefteyan kirin û wiha gotin, “Me ne dest ji bendêmayînê ne jî dest ji têkoşînê berda.”
Dayikên Şemiyê di hefteya 1111 de qala têkoşîna 1111 hefteyan kirin û wiha gotin, “Me ne dest ji bendêmayînê ne jî dest ji têkoşînê berda.”
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1111’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê dayik qala têkoşîna xwe ya 1111 hefteyê kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.
Sebla Arcan diyar kir ku 1111 ne tenê hejmar e û wiha axivî: “1111 hefte têkoşîna hevpar a malbatên windayan e. 1111 hefte her şemiyê heman pirsê dipirsin; xizmên me yên ku di binçav de hatine windakirin li ku ne? Tevî ewqas dem derbas bû, desthilata niha wekî desthilatên berê ji bo heqîqetê derxe holê tu tiştekî nekir. Qada Galatasareyê bi bariyeran girt. Divê Qada Galatasarayê were vekirin, dosyayên windayan bi awayekî xurt dîsa werin vekirin, dawî li polîtîkayên bêcezatiyê were. 1111 hefte bendêmayîna bêdawî ya malbatan e. 1111 hefte bendêmayînek ku li ber kêleka mirin û hêviyê ye. Bi salan e tenê malbat barê bendêmayînê hildigirin. Lê divê dewlet berpirsiyara xwe bi cih anîbûya. 1111 ne hejmar e, bendêmayîna 1111 hefte ye. Têkoşîna me ev 1111 hefte ne tenê ji bo xizmên me ji bo dad, hiqûq û parastina mafê mirovan e. Em xwedî biyar in, rewş çiqas dijwar be jî em teslîmê bêhêviyê nabin û em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û dadê berdewam bikin. 1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye. Em destûr nadin tiştê hatiye serê me bê jibîrkirin. Em ji şîna xwe ya bêdawî têkoşîna heqîqet û dadê dihonin. Tevî êşên ku me dît, derbasî nifşên nû dikin. 1111 hefte ne hejmar e, bêcezahiştina 1111 hefte ye. Kiryar tên parastin, dosya bi awayekî xurt nayê meşandin. Rêya hêqîqetê yek bi yek tê girtin. Ev 1111 hefte ye, me ne dest ji bendêmayînê ne jî dest têkoşînê berda.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.











