Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di bûyerên ku li herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê qewimîne de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di bûyerên ku li herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê qewimîne de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ciwanekî 20 salî li bajarokê El Rehîba yê Şamê ji hêla çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û di cih de jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Dareyayê cenazeyên 2 xwişkan û zarokeke 12 salî di hundirê maleke nêzî benzînxaneya El Namûs de hatin dîtin, li ser cenzayên wan şopên êşkencekirina bi amûrên tûj hebûn.
Li nêzî benda kontrolê yê di navbera gundê Qibet El Şêx û bajarokê Tirhînê yê li bakurê Helebê de endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî di êrişa çekdarên nenas ên li ser motorsîklêtê de hat kuştin.
Li gundê Xilnîra yê herêma Efrînê cenazeyê kalemêrekî bi guleyan hatibû kuştin, di nava zeviyên zeytûnan de hate dîtin.
Li derdora gundê Um El Riman ê Siwêdayê ciwanek di encamê teqîna mayînekê de hat kuştin.
Li bajarê Siwêdayê zaroka bi navê Lujeyn Enwer El Qintar, piştî ku apê wê benzîn bi ser bedena wê de avêt û agir pêxist, li mala bapîrê xwe di encamê birîna xwe de jiyana xwe ji dest da.