Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

Li ser rêya gundê Tuzsuz a Amasyayê mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir û di encamê de 6 jê zarok, 16 kes birîndar bûn.

Li ser rêya gundê Tuzsuz a Amasyayê ajokarê mînîbusa karkerên çandiniyê kontrola dîreksiyonê winda kir û di encamê de mînîbus wergeriya zeviyê li kêleka rê. Hate diyarkirin ku di encama qezayê de Ş.U. (63), B.U. (21), Z.G. (19), M.K. (19), D.G. (11), S.G. (10), S.G. (45), S.G. (32), S.G. (24), T.G. (15), M.G. (25), A.G. (11), M.G. (10), A.K. (18), N.U. (15) û T.G. (30) birîndar bûn.

Piştî mudaxileya ewilî bi ambûlansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sabuncuoglu Şerefeddîn a Amasyayê.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran, baş e.

Têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.