Sancar: Divê rola Abdullah Ocalan were naskirin
Endamê Şandeya Îmraliyê di komxebata ÎHD’ê de axivî û bal kişand ser rola muxatabê sereke Rêber Apo. Sancar got, divê rola Rêber Apo were naskirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê di komxebata ÎHD’ê de axivî û bal kişand ser rola muxatabê sereke Rêber Apo. Sancar got, divê rola Rêber Apo were naskirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, di rûniştina yekem a konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ de axivî û bal kişand ser nîqaşên nû yên derbarê çareseriyê de û diyar kir ku navê ku li pêvajoyê tê kirin, rasterast bandorê li naveroka karê tê kirin dike û wiha got: “Ji bo me ev pêvajo, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hewldana pênasekirina mijarê tenê bi têgeha ‘terorê’, guman, fikar û şikên li ser niyetê mezin dike û nîşan dide ku pêvajo bi eksena ewlehiyê tê meşandin.”
Mîthat Sancar diyar kir ku ev pêvajo ji mînakên din ên li cîhanê cuda ye û wiha berdewam kir: “Taybetmendiya herî mezin a vê pêvajoyê ku wê ji mînakên cîhanê cuda dike ew e ku qonaxa çekberdanê bû destpêka pêvajoyê. Banga 27’ê Sibatê ne tenê ji bo bidawîanîna şer e, esasê wê afirandina bingeha çareseriyê ye. Ji ber wê jî navê bangê bi xwe peyamê dide me: Aştî û Civaka Demokratîk.”
Mîthat Sancar di berdewamiya axaftina xwe de li ser nîqaşên ‘Qanûna Çarçove’ û pêvajoya Bêçekkirin, Fesihkirin û Entegrasyon rawestiya û destnîşan kir ku ev nîqaş ji bo wan ne mijareke hêsan e û anî ziman ku yasaya ku tê hêvîkirin divê ji bo çekberdan û entegrasyonê mekanîzmayên zelal û ewle bîne û ev tişt anî ziman: “Divê yasa giştgir û berfireh be. Heke hûn hinek aliyan li derve bihêlin û hinekî din bixin nav çarçoveyê, ev tê wê wateyê ku hûn meseleya çekberdanê cidî nagirin. Di heman demê de, veguherîna ji şîdetê ber bi siyasetê ve bingeha vê yasayê ye. Mirov nikare bifikire ku dema çek hatin danîn, dê armancên siyasî jî li aliyekî bên hiştin. Mirovên ku bawer kirin bi rêyên demokratîk nagihîjin armancên xwe, serî li rêbazên din dan. Îro guhertina rêbazê di rojevê de ye. Ji ber vê yekê, derfetên siyaseta azad û demokratîk parçeyekî bingehîn ê qanûnê ye. Divê em zanibin ku ev pêvajo li ser baweriyê na, li ser garantiyên hiqûqî ava dibin.”
Her wiha Mîthat Sancar destnîşan kir ku yek ji xalên herî krîtîk ên yasayê jî diyarkirina pozîsyon û rola Rêber Apo ye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dibe hinek kes wekî serokê muzakereyê qebûl nekin û îtiraz bikin. Lê heke em bi rastî dixwazin ev şerê giran ê ku birînên mezin vekirine bi dawî bibe, divê em vê rastiyê bibînin: Rêya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye vekirin. Ji bilî wî tu kesî nikaribû bangeke wiha bike û bandorê li ser vê biryarê bike. Ji ber wê, naskirina rola wî di yasayê de daxwazeke li gorî xwezaya pêvajoyê ye. Divê rola wî bi fermî bê nas kirin.”