Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku du sal berê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû, îro di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevalên wî yên rojnamevan û malbata wî amade bûn. Rojnamevanên Ragihandina Azad a Şengalê diyar kirin ku tu êriş nikare rê li ber wan bigire û ew heta dawiyê li ser xeta heqîqetê ya şehîdan bimeşin.
Di 8’ê Tîrmeha 2024’an de, dema ku ekîba ragihandina azad a Çira TV û Çira FM’ê ji bo çêkirina çîrokên Fermana 3’yê Tebaxê berê xwe dabûn Komelgeha Tilqest a Şengalê, dewleta Tirk a dagirker wesayîta wan bombebaran kir. Di encama vê êrişê de nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen, nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza û kedkarê çapemeniyê Xelef Xidir birîndar bûbûn.
Mirad Mîrza ku birîna wî giran bû, rakirin nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîneke çend rojan, derengê şeva 11’yê Tîrmehê, Mirad Mîrza li nexweşxaneyê şehîd bû.
Îro, di duyemîn salvegera şehadeta wî de, endamên çapemeniya azad a Şengalê tevî malbata şehîd serdana gora wî ya li gundê Sikêniyê yê Şengalê kirin. Piştî danîna gulan, endamê Çira FM Xelîl Emo daxuyaniyek da û wiha got: “Ji bo bîranîna duyemîn salvegera şehadeta hevalê me Mirad Mîrza, em wekî heval û hogirên wî careke din li hemberî bîranîna wî ya pîroz serê xwe ditewînin û soza xwe ya şopandina xeta wî nû dikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrişeke hovane hevalê me Mirad Mîrza, kedkar û dengê Çapemeniya Azad, kir hedef. Armanca bingehîn a vê êrişê ew bû ku pênûsa heqîqetê bişkînin û ragihandina azad bêdeng bikin. Lê belê, dijminê faşîst di vê armanca xwe de ti carî bi ser neket û wê bi ser nekeve jî.
Em wekî hevalên wî yên dozê, di vê salvegera duyemîn de careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bibin deng û rengê çeperên wî yên nîvco mayî. Kameraya hevalê Mirad li erdê nema û tu carî nakeve erdê jî. Şehîd Namirin!”