Li Bellinzonayê bîranîna ji bo Alîşer-Zarife, Madimak û Çorumê

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê li Bellinzonayê bîranîn li dar xist û ji bo meha Muherremê loqme û aşûre hatin parvekirin. Di bîranînê de Alîşer û Zarife û qurbaniyên komkujiyên Madimak û Çorumê hatin bibîranîn.

LI BELLINDONAYÊ BÎRANÎN

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) li Bellinzonayê ji bo meha Muherremê loqme û aşûre hatin parvekirin. Di bîranînê de Alîşer û Zarife yên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin û qurbaniyên komkujiyên Madimak û Çorumê hatin bibîranîn. Bîranîna ku li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD) hat lidarxistin bi gulbanga ku ji hêla Pîr Mahmut Utebay ve hat xwendin dest pê kir.

Hevseroka FEDA Swîsreyê Songul Aslan di bîranînê axivî û li girîngiya meha Muherremê rawestiya.  Aslan diyar kir ku komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorum û Madimakê nayên jibîrkirin û diyar kir ku têkoşîna ji bo heqîqet û edaletê wê berdewam bike 

Nûnera FEDA ya Cenevreyê Fîlîz Guven daxuyaniya hevpar a Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ên Swîsreyê (YJAD) xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zîhniyeta li pişt komkujiyên hîn jî berdewam dike û bal kişand ser girîngiya têkoşînê.

Piştî axaftinan,sînevîxyona li ser komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorum û Madimakê hatibû amadekirin hat pêşandan.

Piştre ji ber meha Muherremê loqme û aşûre hatin parvekirin.