Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Kasselê hatin bîranîn
Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Kassel ê Elmanyayê de şehîdên Berxwedana Rojiyya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Kassel ê Elmanyayê de şehîdên Berxwedana Rojiyya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Li Navenda Çanda Kurd a li bajarê Kassel ê Elmanyayê, şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Bîranînê saet di 13:00 de destpê kir û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Di bîranînê de berxwedêrên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî hatin bîranîn û qala girîngiya dîrokî ya berxwedan û têkoşîna wan hate kirin.
Her wiha li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê sînevîzyonek hate nîşandan.
Bi navê KOMAW'ê Alî axivî û anî ziman ku ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê hîn jî rê nîşanî têkoşîna azadiyê dide.