Li Frankfurtê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê di şexsê şehîdên meha Tirmehê de, bi dehan şehîdên Tevgera Azadiyê hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Di çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê de, di şexsê şehîdên meha Tirmehê de, bi dehan şehîdên Tevgera Azadiyê hatin bibîranîn.

Çalakî bi organîzasyona Komunana Ciwanan a Şehîd Kasim Engîn û KOMAW’ê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û xizmên şehîdan tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de îşaret bi jiyana têkoşînê ya şehîdan û mîrateya wan hate kirin û kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn.

Di bîranînê de endamê KOMAW’ê Lokman Arslan axivî. Ji malbatên şehîdan Xidir Marangoz Şiyar Amed, Belçem Amed, Sema Eylul axivîn. Her wiha birayê Şehîd Îsyan Munzur, Ender Uluç û xizmê Aslan Kalkan, Îsmet Kaya axivîn.

Di axaftinan de îşaret bi girîngiya jiyankirina bîranînên şehîdan û veguhestina têkoşîna wan ji bo nifşên nû hate kirin.

Di dawiya çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate pêşandan. Beşdaran sînevîzyonê bi kêliyên hestiyar temaşe kirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û peyamên bîranînê bi dawî bû.