Li nêzî Parîsê agir bi daristanê ket: 'Me beriya niha şewateke bi vî rengî nedît'
Li nêzî paytexta Fransa Parîsê agir bi daristana Fontainebleau'yê ket. Şewata li herêmê weke yek ji şewatên herî mezin ê li bakurê welêt tê dîtin.
Li nêzî paytexta Fransa Parîsê agir bi daristana Fontainebleau'yê ket. Şewata li herêmê weke yek ji şewatên herî mezin ê li bakurê welêt tê dîtin.
Şewata ku şeva Yekşemê destpê kir, di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû. Şaredarê Fontainebleau'yê Julien Gondard ji CNEWS'ê re axivî û anî ziman ku şewatê bandor li qadeke daristanî ya ji hezar hektarî kiriye. Julien Gondard got, "Me şewateke bi vî rengî beriya niha qet nedît."
Ji bo vemirandina şewatê du balafirên vemirandina şewatê yên bi tîpa Dash, du helîkopterên ku avê dipijiqîne û nêzî 400 arkuj hatin wezîfedarkirin. Tê plankirin ku hejmara personelên li qadê bigihêje 500 kesî.
Ji ber şewatê nîvê şevê şêniyên hin herêman hatin veguhestin.
Berdevkê hikumetê Maud Bregeon diyar kir ku ji destpêka salê û vir ve li seranserê Fransayê bi qasî 17 hezar hektar qadên daristanî şewitî.