Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14'ê Tîrmehê

Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya MEBYA-DER, TUHAY-DER û Hewldana 78'an li pêşiya Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê hate lidarxistin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek şêniyên herêmê tevlî bûn. Di dema daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.

Hevserokê MEBYA-DER'ê Ramazan Dengîz di daxuyaniyê de bal kişand ser dîroka berxwedana gelê Kurd û destnîşan kir ku serhildan û raperînên Kurdan hemû ji Şêx Seîd, Seyîd Riza heta Elîşer û Zerîfe Xanimê li dijî neheqî, înkar û qirkirinê pêk hatine. Ramazan Dengîz got: "Berxwedana Zindana Amedê dema ku êrişên li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê Kurd destpê kirin, bi pêşengiya Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan bersiveke dîrokî hate dayîn. Gotinên wan ên weke 'Berxwedan Jiyan e' û 'Dema mirim li ser gora min binivîsin ji gelê xwe re deyndar e' rengê xwe da 50 salên dawî yên têkoşîna azadiyê."

Ramazan Dengîz destnîşan kir ku ev têkoşîn rê li ber banga aştiyê vekiriye û diyar kir ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de peyameke dîrokî pêşkêş kiriye û got: "Ev peyama 'Aştî û Civaka Demokratîk' manîfestoya jiyana hevpar û wekhev e. Birêz Ocalan bi vê bangê rê li ber pêvajoyeke aştiyane vekir ku tê de PKK'ê dawî li şerê çekdarî anî û çekên xwe şewitandin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bi lezgînî bersivê bidin vê bangê da ku hemû gelên li Tirkiyeyê bikaribin bi nasname û çanda xwe bi hev re bijîn."

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz herî dawî bal kişand ser hewldanên Wezareta Çandê yên li ser Zindana Amedê û diyar kir ku dixwazin di bin navê "Muzeya Bîranînê ya Çand û Hunerê" de şopa êşkenceyan û rastiya dîrokî veşêrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêyî ku nêrîna gel û kesên ku ew hovîtî dîtine û bi serê wan ve hatiye were girtin, avakirina muzeyeke li gorî hişmendiya dewletê wê ji aliyê me ve tu carî neyê qebûlkirin. Divê Wezareta Çandê daxwaza civakê li ber çavan bigire û vê derê veguherîne 'Muzeya Bîra Mirovahiyê'. Em di salvegera 14'ê Tîrmehê de, di kesayetiya lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi avêtina qurnefîlan nav zindanê bi dawî bû.