DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Rêveberiya DYE'yê zexta dîplomatîk a li ser Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) zêde kir û xwe amade dike ku pêkanînên nû lê ferz bike. Washingtonê îdîa kir ku dadgehê gef li DYE'yê xwariye û banga vekişînê li hevalbendên xwe kir.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio bi peyameke bi dîmen, bi daxuyaniya nivîskî û bi gotara xwe ya li Wall Street Journalê gotinên giran ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re got.

Rubio îdîa kir ku DCN bi bikaranîna mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî li dijî DYE'yê "şer dike" û got, dadgeh li ser sîstema hiqûqî û siyasî ya Emerîkayê gef e.

Rubio îdîa kir ku eger DYE nekeve nava liv û tevgerê dibe ku Emerîkî ji aliyê dadgerên biyanî ve bêne darizandin û cezakirin.

PÊKANÎNÊN NÛ Û ZEXTA DÎPLOMATÎK

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihandin ku Washington tedbîrên nû yên berfireh li hemberî DCN'ê dinirxînin. Qedexeya ger û geştê, betalkirina vîzeyê, berfirehkirina pêkanînên heyî û pêkanînên zêdetir li ser saziyên ser bi dadgehê ve weke ji van tedbîran têne nirxandin.

DYE her wiha dixwaze welatên aliyê Statuya Romayê qanih bike ku xwe ji DCN'ê vekişînin û piştgiriya malî ya ji dadgehê re dide qut bikin. Washingtonê ji welatên navborî xwest ku bi hewldanên dîplomatîk ên bi heman rengî gavan biavêjin.

DI BINGEHA RAGEŞIYÊ DE ÎSRAÎL HEYE

Rageşiya navbera rêveberiya Trump û DCN'ê ku navenda wê li Laheyê ye, demeke dirêj e dewam dike. Hin ji dadger û dozgerên dadgehê di halê hazir de ketine ber pêkanînên DYE'yê. 

Yek ji sedemên bingehîn ên nerazîbûna Washingtonê lêpirsînên DCN'ê yên têkildarî Îsraîlê ye. Dadgehê di sala 2024'an de li hemberî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyhau biryara girinê dabû. Rêveberiya DYE'yê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dabû.

Her wiha sê dadgerên DCN'ê ji ber pêkanînên DYE'yê di meha Hezîranê de li hemberî Serok Donald Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent li New Yorkê doz vekiribûn.