Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît di bernameya taybet de ya ku li ser televîzyona Medya Haber hate weşandin, axivî. Umît têkildarî tiştên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin kir û bal kişand ser bandora hevdîtinên NATO’yê ya li ser Tirkiyeyê.
Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan ê ku 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, bi bîr anî û anî ziman ku şehîd Alî Haydar Kaytan şoreşgereke ku cihê wî nayê dagirtin.
Umît bi bîr xist ku li dijî êşkence û zextên dewleta Tirk ên li zindana Amedê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz berxwedana 14’ê Tîrmehê dan destpêkirin ku nîv sedsale mohra xwe li dîrokê xistiye.
Umît baş kişand ser rewşa niha ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27’ê Sibata 2025’an destpê kir û destnîşan kir ku eger di pêvajoyê de pêşketin çêbibin, ev encex bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Umît anî ziman ku desthilatdarî bi taybetî peyamên ku pêvajo bêpirsgirêk dimeşe, dide û destnîşan kir ku ev xapandinek e.
Umît diyar kir ku di destpêka pêvajoyê de wan tasfiyegeriya di nêzîkatiyên dewleta Tirk de dît û got, “Ji bo meşîna vê pêvajoyê, me çend tedbîr girtin. Ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên ku em bavêjin, me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Me girêdayî wê şertê kir ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rêve bibe û di bin berpirsyariya wî de bimeşe. Ev dewam dike. Di vî warî de eger gav bên avêtin, pêşketin çêbibin, aliyê hember di nava hin bendewariyan de be, eger dixwazin pêvajoya çekdanînê bidome divê her kes baş bizane ku ev rewş girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ji dervey wî ti kes din nikare gaveke cuda bi me bide avêtin.”
Nirxandina Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît bi vî rengî ye:
Destpêkê em bi hevrêyê Rêber Apo heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) destpê bikin. Weke yek ji hevalên ku li cem wî mayî, hûn dikarin behsa derwêşê çiyayan û heqîqetê heval Fuat bikin?
Ez destpêkê ji Rêber Apo re hezkirin, rêzdarî û hesreta xwe diyar dikim. Nêzî 50 roj in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Car din Rêber Apo xistin nava sîstema tecrîdê. Niha têkildarî pirsa we, min ji xwe pirs kir ku eger heval Fuat ba wê ev rewş çawa nirxandiba. Bi rastî jî wê qiyamet rakirba. Pir bi hêrs biba. Wê gotiba, li dijî pêkanînên wiha divê çalakî û protestoyên herî bi bandor bên lidarxistin. Ez wiha bêjim; rêya min û heval Fuat timî rastî hev hat, gelek caran me li heman qadê xebat meşand. Cara ewilî min ew sala 95’an nas kir. Wê demê li qada Rêbertî bû. Ji qada Rêbertî dihat welêt. Piştre, piştî salên 2000’ê ez bi heval Fuat re mam. Ji bo min pir girîng bû. Bi rastî jî tişta ku min di heval Fuat de dîtî, bi taybetî piştî sala 2000’an ez dixwazim vê îfade bikim, li dijî komploya navneteweyî timî di nava nêrîneke rexnedayînê de bû.
Heval Fuat her tim ji esareta Rêbertî pir şerm dikir. Ev rastî ti carî qebûl nekir. Ez dikarim bêjim ku hemû jiyana xwe ji bo fêmkirina Rêber Apo, eşkerekirina heqîqetên Rêber Apo, li her derê dîtina wî, li wî bigere û wî bibîne derbas kir. Taybetmendiya herî esas a heval Fuat, têkiliya wî ya bi Rêber Apo re ye. Dema we ev pirs kir, min yekser wiha fikirî; bi rastî jî ji bo vegotina heval Fuat divê mirov Rêber Apo fêm bike. Lewma mijareke zehmet e. Hûn dizanin ku em li pêşberî rastiya Rêber Apo ji bo fêmkirinê di nava hewldaneke mezin de ne, lêhêrbûna me her tim heye, her tim hebû. Lê belê ji bo fêmkirina Rêbertî, li gorî wî milîtanbûyîn û li gorî wî bibin mirovên azad, pirsgirêkên me hene. Em di rewşa rexnedayînê de ne. Dema ez di vî alî de lêdinêrim, ez dikarim bêjim ku fêmkirina heval Fuat, vegotina wî, behsa têkiliya wî ya bi Rêber Apo re kirin, fêmkirina nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî wî, ji vir derbas dibe.
Em çiqasê rastiya Rêbertî rast fêm bikin, em hingê dikarin wate bidin rastiya şehîdê xwe yê mezin heval Fuat û hemû şehîdên me yên din. Ji ber ku ya ev rastiya şehîdan derxistî holê, sekna hevrêtiya Rêber Apo ye. Sekna hevrêtiyê ya Rêber Apo destpêkê Qlana Apo ava kir, qonaxa komê ava kir, ev qlan mezin bû, niha hate qonaxa netewa demokratîk. Û rastiya wî ya şehadetê jî bû haveynê esas ê vê yekê. Ez dikarim wê bêjim. Dîsa ji bo heval Fuat ez dikarim bêjim ku, ji destpêka meha Tîrmehê ve di bernameyên cur be cur de, bi wesîleyên cur be cur kadroyên pêşeng ên tevgera me, hevalên ku heval Fuat nas dikin, behsa wî kirin û bîranîn çêbûn. Têkildarî vê yekê, ji destpêka meha Tîrmehê ve nêzîkatiyeke me ya ku heval Fuat di rojeva me de digire, heye. Lê belê ev tenê beşekî biçûk ê ya tê xuyakirin e. Evane ji raya giştî re tên kirin, lê heval Fuat di her kêliya jiyana me de ye.
TI HEVAL NÎNE KU HEVAL FUAT BANDOR LÊ NEKIRIYE
Ez dikarim vê bêjim, ti heval nîne ku heval Fuat bandor lê nekiriye. Ti bûyer û têgeh nîne ku li ser neaxivî. Di nîqaşkirina mijarên herî stratejîk de jî, we heval Fuat didît. Ji ber ku yek ji hevalên ewilî yên tevgera me bû, timî bi wê zanebûna berpirsyariya bilind her tim li pêş meşiya û li pêşiya her tiştî bû. Di heman demê de em behsa hevalekî welê dikin ku dema li hûrgûliyeke jiyanê digeriya, dema bi hevalek nû beşdar bûyî re eleqeder dibû, bi rastî jî wisa bi tempoyeke bilind di her kêliya jiyanê de bû. Kesayeta heval Fuat bi rastî jî pir dilnizm bû. Ji her beşê heval, hevalê gundî, hevalekî bûrjûwaya biçûk, weke ref hevalekî ayîdê ciheke din, hevalekî ji Tirkiyeyê, hevalekî Ermenî, hevalê Kurd. Em behsa hevalekî welê dikin ku dizanî bi hemû hevalan re têkilî deyne, parvekirin ava dikir, hevrêtî dikir û mînaka vê ava dikir. Rêbertî wiha dibêje, ez di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn im.
Rêber Apo bi vê nirxandina xwe re beriya bi salan got, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê weke civakeke wekheviyan ava kir. Û Niha piştî pêvajo pêş ket jî, perspektîfên wî yên di vî alî de hene, nirxandinên wî hene, Rêbertî dibêje, em civaka wekheviyan e, em ji bo xizmetê yekemîn in, ya ku derkeve pêş, bibe otorite, destpêkê çêbibe pîvana xizmetê ye. Eger ez şaş nebim di salên 90’î de Rêbertî ev hevok bi rojnamevanekî ku ji derve hatibû re, anîbû ziman. Heval Fuat di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn bû, hestê wekheviyê û hevrêtiya komînal bi rengekî herî zêde jiyan kir û da jiyankirin, ev yek nîşan da.
Ji bo min tişta herî balkêş a di kesayeta heval Fuat de, timî di rojeva wî de pirsa ‘çawa bijî?’ hebû. Pirsa divê çawa bijî, timî ji xwe pirs dikir û ev bi derdora xwe jî da hîskirin, di vî warî de lêpirsîn dikir, hin xisûsên ku em normal û jirêzê dibînin, wî nîşan dida ku çiqasê xeterî heye, hevalekî welê bû ku refleksên wî yên îdeolojîk û pîvanên wî pir bilind bûn. Aliyekî heval Fuat ê wiha jî hebû; jixwe kesayeteke wî ya siyasî û leşkerî hebû, di holeke wiha de şêwe girt. Dema ku li Kurdistanê komên leşkerî yên ewilî ava bûn, yek ji hevalên ku sala 1982’yan bi komên gerîla yên hatîn Kurdistanê re eleqeder bû. Lê ji vê wêdetir kesekî zane û fîlozof bû. Ez dikarim heval Fuat ji vî alî ve jî pênase bikim ku xwedî gelek aliyên balkêş bû.
HETA KU HEVRÊTIYÊN MEZIN NEYÊN AVAKIRIN, DOZEKE AZADIYÊ YA WIHA NAYÊ MEŞANDIN
Min di destpêkê de jî got, têkiliyên heval Fuat û Rêbertî bi rastî jî pir girîng bûn. Min timî hewl da wê têkiliyê danasîn bikin. Heval Fuat çawa nêzî Rêbertî dibe? Bi rastî jî çawa tevlî dibe? Ji bo Rêbertî heval Fuat çi wateyê îfade dike? Em vê dizanin, Rêbertî timî hewl da ku ew kesayeta dilsoz a heval Fuat, kelecana wî û hezkirina wî ya ji bo azadiyê, li ser piyan bihêle. Weke hevrêyê wî yê destpêkê jî ji bo zû şehîd nebe, pir tedbîrên taybet girtin. Min di vê têkiliyê de dît ku, heval Fuat di nêzîkatiya xwe ya bi Rêbertî re de timî li vê digeriya ku ji ezezîtiyên xwe derkeve û bi rengekî tam tevlî rastiya Rêbertî bibe, bi wê rastiyê re bihele û pê re bibe yek. Ev lêgerîna esas a heval Fuat bû.
Ez vê têgehê encex dikarim bi têgeha eşqê vebêjim. Heval Fuat evîndarê Rêbertî bû. Helbet divê mirov vê têgeha eşqê bi hestên sixte ya mîna di roja me de hundirê wê hatî valakirin re, tevilhev neke. Ya ku ez behs dikim, hestekî pir mezin e. Helîna di heqîqetê de û xwe bi heqîqetê re kirina yek. Vê yekê bi rastî jî di kesayeta heval Fuat de weke rastiyeke pir eşkere û kelecanê diafirîne, xwe nîşan da. Weke kes dema ku min tevlîbûna ji bo rastiya Rêbertî û mijarên tevlîbûna rast lêpirsîn dikir, herî zêde min hewl da li ser vê têgehê lêhêrbûn bikim. Ji ber ku têkoşîneke wiha mezin, dozeke wiha pîroz û meşeke azadiyê ya wiha bêeşq nabe. Hestên mezin bêyî bawerî û daxwazên mezin nabe. Heta ku hevrêtiyên mezin neyên avakirin, dozeke azadiyê ya wiha nayê meşandin. Di navbera heval Fuat û Rêbertî de hevrêtiyeke wiha mezin hebû.
HEVAL FUAT HEVALEKÎ KU CIHÊ WÎ NAYÊ DAGIRTIN E
Herî dawî ez behsa mijareke din jî bikim, helbet pir taybetmendiyên wî hene, lê hevalên din jî behs kirin. Ez dixwazim nêzîkatiya heval Fuat a ji bo jinan, binirxînim. Piştî sala 2000’an, piştî esareta Rêbertî ya bi Komploya Navneteweyî heval Fuat kûrahiya di xeta azadiyê ya jinan a ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin de, dît û ji bo ev ti carî paş nekeve, bi xwe re di nava têkoşînê de bû. Li derdora xwe li dijî nêzîkatiyên desthilatdar ên mêr, timî li cem jinan disekinî, hewl dida bi jinan re bimeşe, dixwest bi jinan re bibe hevrê. Binêrin ev tiştekî pir hêsan nîne. Qalibên mêrê desthilatdar şkandin û bi jinan re bûyîna hevrêyekî rast, evqas hêsan nîne. Nakokiya jin û mêr, di dîrokê de pir kûr e, jixwe niha Rêbertî bi Manîfestoya xwe rastiya kastîk katîl nîşan da.
Xwe ji vê yekê rizgar kirin û wisa mîna însanekî nêzî jinê bûyîn, mîna hevrêyekî nêzî jinê bûyîn, bi jinê re bûyîna hevrê çalakiyeke pir mezin e. Ez dikarim vê bêjim, me di heval Fuat de ev çalakî pir dît. Ji bo mêrtiya ku di kesayeta wî de hatî avakirin bikuje pir têkoşiya û ev yek tenê bi xwe re jî sînordar nehişt, li her derê temsîla vê yekê kir. Ji wî alî ve, hevrêyekî mezin ê tevgera jinê şehîd bûye. Dema ez li ser rastiya heval Fuat lêhêrbûn dikim, bi taybetî dema li ser pirsgirêka azadiyê lêhêrbûn dikim dixwazim ji mêrên ciwan, hevrêyên mêr ên ciwan re diyar bikim ku ji bo bi jinê re bibin hevrê divê têbikoşin. Ev mijareke pir girîng e.
Helbesteke Rêbertî hebû, helbesta 8’ê Adarê. Di wê helbesta 8’ê Adarê de Rêber dibêje ku ji bo ez astengiyên di navbera xwe û te de hilweşînim, ez mecbur bûm kul i dijî şaristaniyê derkevim. Ev tê wê wateyê ku bi jinê re bûye hevrê, li dijî sîstema desthilatdariya mêr rabûye, li dijî wê sîstemê têkoşiyaye û pîvanên xwe yên azadiyê ava kiriye. Di vî warî de di nava tevgera me de ji bo pêşketina têkiliyên azad, keda heval Fuat pir mezin e. Em li ser vê esasê wî bi hezkirin, rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin. Em valatiya heval Fuat pir hîs dikin. Hevalê Fuat hebûya jî wê bi wî rengî bûya. Dema hevalê Fuat hebû, ti mijar tine bû ku me nedigot bi vî rengî tê nirxandin. Hevalekî ku cihê wî nayê tejîkirin e.
Di salvegera 45’an a berxwedan û şehadeta Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ku li zindana Amedê bi rojiya mirinê ya mezin, berxwedan û sekna xwe dîrok nivîsandin, em wan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Têkildarî ruhê berxwedanê yê rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê, hûn dikarin çi bêjin?
Belê, ez jî şehîdên me yên mezin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku ew berxwedana rojiyê mirinê ya mezin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî nîv sedsale li Kurdistanê ev berxwedan deng vedide. Em behsa kevneşopiya berxwedaneke ku 45 sal in mohra xwe li Kurdistanê dixe, dikin. Di vî warî de em behsa berxwedaneke welê dikin ku li Kurdistanê ferzkirinên teslîmiyetê yên mêtingeriya qirker têk biriye. Em çiqasê behs bikin û fêm bikin, em ewqasê dikarin hebûna xwe, nasnameya xwe, nasnameya xwe ya mirovatiya azad, nasnameya xwe ya Kurdîtiya azad, nasnameya xwe ya Apoyîtiya azad ava bikin. Rastiya 14’ê Tîrmehê, rastiyeke wiha ye. Eger Tevgera Azadiyê piştî sala 1982’yan, di sala 1984’an de derketina xwe ya mezin pêk anîbe bi Pêngava 15’ê Tebaxê re jî kevneşopiya berxwedaneke wiha di esas de heye.
Eger kevneşopiya berxwedana zindanê ya 1982’yan neba, meşa gerîla ya bêhempa û mezin a ku wisa qasî 50 salan mohra xwe li Kurdistanê xistiye, di vê radîkaltiyê de nedibû. Helbet divê mirov nîqaş bike û fêm bike ku çima wisa ye? Polîtîkayên îmha, înkar û qirkirinê ewqasê giran û zêde bûn ku, berxwedana li dijî wê jî divê ewqasê mezin ba. Lewma divê mirov şert û mercên wê demê pir baş fêm bike. Niha erê, hebûna xwe nîşan da, her kesê hebûna Kurd nas kir. PKK’ê ev yek îspat kir. Kurd bi ser ketin, lê çawa bi ser ketin? Eger ev berxwedanên mezin nebûna, berxwedana mezin a zindanê ya Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek nebûya, eger rojiya mirinê ya mezin nebûya derketineke wiha çênedibû.
Erê, li Kurdistanê têkoşîn wê dîsa meşiyaba. Ez behsa wê nakim. Lê divê weke çalakiyeke ku haveyn û karakterê têkoşîna me çêkiriye were dîtin û divê miroz bizane ku di her goşeyê tevgera azadiyê, her çiyayê wê, her bajarê wê, her zindanê wê de, niha weke civakî li her malê, di zihne her zarokê de Kemal Pîrek, Hayrî Dûrmûşek, Akîf Yilmazek û Alî Çîçekek heye. Ev rastiyeke wiha ye. Di vî warî de divê weke çalakiyeke ku berê dîrokê guhertiye, were dîtin. Lê divê bingehê van jî were tejîkirin. Ji bo vê yekê divê bi taybetî jî nifşê nû fêm bike. Divê mirov nebêje di şert û mercên wê demê de qewimî û qediya. Hafizaya dîrokî wisa ava nabe, sosyolojiya dîrokî ava nabe. Duh roja me ya îro ye. Heta ku em duh fêm nekin, em îroya xwe jî fêm nakin. Em nikarin rewşa ruhê xwe fêm bikin. Civaka Kurdistanê nikare xwe fêm bike. Ji ber ku eger di roja me de Kurdîtiyek çêbûye, bi saya vê yekê ye. Kurdîtiya beriya wê parçe parçe bibû, di rewşeke welê de bû ku ji xwe direviya, hetta hatibû wê astê ku xiyanetê li xwe bike.
BERXWEDÊRÊN 14’Ê TÎRMEHÊ TESLÎMIYET QEBÛL NEKIRIN
Şoreşgerên ku derketinên mezin pêk anîn, çi gotine? Li Kurdistanê ti kes nemaye ku xiyanet li xwe nekiriye. Ev ne tişteke ku weke objektîf û subjektîf hatiye gotin. Şert û mercên qewimîne anîbû wê astê, lê ev encamê naguhere. Ya ku ev rawestand, berxwedana çalakiya mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Divê mirov vê wisa fêm bike û bi rastî jî di her wesîleyê de nîqaş bike, mezin bike, wate bide û veguherîne tarzekî jiyanê. Başe, wê çawa veguhere tarzê jiyanê? Dikarin bêjin, ma em hemû bikevin zindanê? Na. Yek ev, divê ti carî îradeya azadiyê nexînin. Ji ber ku li zindanê çi hate ferzkirin? Tirkîtî hate ferzkirin, polîtîkaya Tirkkirinê hate ferzkirin. Li zindanê çi ji Kemal Pîr re gotin? Gotin, Kemal hadî em yên din fêm dikin ew Kurd in, lê tu Tirkî. Herî kêm tu Tirkbûna xwe qebûl bike. Kemal Pîr çi got? Got, eger hûn Tirk bin, ez ne Tirk im. Wî Tirkîtiya dihat ferzkirin, Tirkîtiya qirker, ya gelê Kurd înkar dike, ya netewperest, ya jiyana bi gelên din re red dike, ya yekperest red kir. Got, ez Tirkekî wisa nînim, qebûl nekir.
Kemal Pîr welatparêzekî rast ê Tirkiyeyê bû, evîndarê welatê xwe bû, ji ber ku êşkence û zilma li ser navê civaka Tirk li wir hatî kirin red kir, got eger hûn Tirk bin, ez ne Tirk im. Yek mesela, bi rengekî rast xwedî li nasnameya xwe derketin, xwedî li Kurdîtiya xwe derketin û xwedî li Tirkîtiya xwe derketin. Divê avakirina Tirkîtiya çêkirî, were redkirin. Piştî damezrandina Komarê, Tirkîtiya çêkirî ya tê ferzkirin heye. Dîrokeke fermî ya sixte hate avakirin û civak hate xapandin. Lê civaka Tirk rastiyek e. Civaka Tirkiyeyê rastiyek e. Ew jî xwedî sosyolojiyekê ye. Ew jî bû gel. Ew jî xwedî nirxên civakî ye. Ne bi asîmîlekirina hin kesên din, baldar bin, Rêbertî niha bi dengekî bilind timî dibêje ku, binêrin Tirk di tevahiya dîrokê de bi rêya tifaqan li ser piyan man. Bi rêya tifaqan, tê çi wateyê? Yanî bi gelan re jiyan kirin, jiyana hevpar jiyan kirin, behsa Împaratoriya Osmanî ya mezin dikin. Di Împaratoriya Osmanî de jî înkargeriyeke wiha nebû.
Di Împaratoriya Osmanî de gelan, baweriyan, erê Osmanî weke xanedan refa desthilatdar temsîl dikir. Beşekî elît bû. Çiqasê Tirk in jî, ew bi nîqaş e. Wisa bi nîqaş e, piştre ji ber ku ji gelên cur be cur zewac pêk hatin. Lê Tirkmenên saf, Tirkên saf timî bi gelan re jiyan kirine. Yek ji peyama berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê; em ê xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Em ê di bin ti şert û mercî de dest ji nasnameya xwe bernedin. Ji ber ku ya li wir hatî ferzkirin, ew Tirkîtî û teslimiyet bû. Li dijî vê yekê bi pêşengiya heval Mazlûm Dogan bi şîara ‘rûmeta mirovahiyê wê bi ser bikeve’ çalakî hatin kirin. Em ê vegerin cewherê xwe. Peyama mezin a berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, ev e. Em ê vegerin cewherê xwe, bibin xwe û wisa bijîn.
NIHA JI BO TÊKOŞÎNÊ HER TIŞT HEYE
Peyameke din a balkêş, wasiyeta heval Hayrî Dûrmûş e ku dibêje li ser gora min binivîsin deyndar e. Ev rastiyeke ku divê em li ser rastiyan bifikirin. Tişta ku bûyî sedem pêşengê mezin heval heval Hayrî Dûrmûş bibe xwedî helwesteke wiha, çibû? Halbûkî ew canê xwe dide. Lê dîsa jî dibêje, li ser gora min deyndar binivîsin. Li vir divê wiha were fêmkirin. Di rastiyê de ji bo têkoşînê her tişt heye. Her tişt amade ye, me ev têra xwe nenirxand. Min nekarî bi rengekî têrker xizmetê ji gelê xwe re bikim. Ez zû şehîd dibim. Rexnedayîna vê yekê dide. Rêber Apo ev sekin belavî her kêliya têkoşîna me kir. Divê li pêşberî gel, li pêşberî pirsgirêkên mezin, timî sekna rexnedayînê hebe, divê timî her kes kêmasiyên xwe bibîne û hîn baştir bimeşe û xwe temam bike. Niha jî ez dikarim vê bêjim; ti kes qasî van şoreşgerên mezin di şert û mercên zehmet de nema. Di şert û mercên zehmettir de têkoşîn nemeşand. Ya herî giran wan jiyan kir.
Niha ji bo têkoşînê her tişt heye. Her tişt; hişmendî heye, rêxistinbûn heye. Gelekî ku xwe nas dike û xwe dipejirîne heye. Rastiyeke me ya civakî heye ku bi hezaran ewladên xwe spartiye axê. Niha ji bo karnekirinê û neafirandina pêşketinan tu hincet nabe. Tu hinceteke wê nabe. Ji ber vê yekê divê gelê me vê bibîne; ji ber ku êdî ev nirx ne tenê nirxên partiyekê ne. Tu carî wisa nebûn jixwe, lê ev ne tenê aîdî kadroyên partiyê yan jî wekî civaka hevrêyan aîdî me ye. Divê hemû gelê Kurdistanê, hemû civaka Kurd vê bibîne. Divê hemû têkoşerên demokrasiyê û sosyalîst vê bibînin. Divê mirov hincetan neafirîne. Ji bo têkoşînê her tişt heye. Her der qadeke têkoşînê ye. Li ser vê bingehê, mirov dikare li her derê pêşketinên mezin pêk bîne. Bi vê wateyê, yek ji peyamên herî girîng ku çalakiya mezin a 14'ê Tîrmehê dide me ev e. Bifikirin, li zindanê çi yê van hevrêyên me hebû? Ramanên wan hebûn. Hestên wan ên mezin hebûn, hevaltiya wan hebû, vîna wan hebû, her wiha beden û canên wan hebûn. Bi van hemûyan, ew bûn xwediyê çalakiyeke kolektîf a wisa mezin ku rê da dîrokê. Ev pir bi wateye.
Wekî mînak bala xwe bidinê, ev ne çalakiyeke takekesî ye. Çalakiyeke kolektîf e. Çalakiyeke wisa ye ku dijmin hejandiye. Dijmin ew zindan, ew zindana Amedê çima wisa ava kiribû? Dibêje ku ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo PKK'ê li wir bixe bin destê xwe û têk bibe ava kiribû. Lê belê li wir serkeftin bû para yên ku li ber xwe didan. Nexwe di her şert û mercî de berxwedan, di her şert û mercî de têkoşîn pêkan e. Bi berxwedanê serkeftin bêguman mimkun e. Ez dikarim bibêjim ku ev yek, stûnên herî bingehîn ên peyamên ku didin îro pêk tîne. Careke din ez her çar pêşengên me bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ji niha û pê ve jî, di qonaxa nû ya têkoşîna me de; mîna Kemal Pîr jiyîn, mîna Hayrî Durmuş têkoşîn kirin, mîna Alî Çîçek dînamîk bûn û her tim li pêşiya ciwanan bûn. Têkiliya vê bi temen re jî nîne, ciwan bûn, bi rihê ciwantiyê man û mîna Akîf Yilmaz xwedî vîn bûn, dê hê bêtir bi pêş bikeve û kêm nebe. Lê belê ev bêguman bi mezinbûn û piralîbûna Tevgera hevrêtî ya Komunal, bi mezinbûna têkiliyên me yên komunal û kolektîf, bi hevrêtiya me ya Apoyî û bi tevlêbûna hê bêtir a ciwanan di nava vê tevgerê de dê bi pêş bikeve û neteweya demokratîk dê li ser vê bingehê ava bibe.
Mîna tê zanîn, dîsa ev demeke dirêj e ku bi Rêber Apo re tu hevdîtin pêk nayên. Wekî Tevger û gelekî ku her tiştê xwe fedaî Rêbertiya xwe kiriye, rewşeke wisa heye ku tu agahî nayê girtin. Li gorî we, çima dewlet di qonaxeke wisa ya pêvajoyê de ji kirina hevdîtina bi Rêber Apo re direve?
Di rastiyê de mirov dikare vê pirsê ji aliyê pêşber bipirse; divê mirov zelaltir bipirse ku 'tu çima direvî?'. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê medyayeke wisa nîne, ji ber ku medyaya Tirk veguheriye amûreke şerê taybet. Heke hûn bala xwe didinê pirsên wisa nayên kirin. Çi ji wan re tê servîskirin, li gorî wê tevdigerin. Em jî hewl didin fêm bikin. Di destpêkê de jî min got, 50 roj in hevdîtin nîne. Daxuyaniyên ji eniya dewletê û desthilatdariyê çi ne? Dibêjin ku di pêvajoyê de tu pirsgirêk nîne û pêvajo dimeşe. Ez dikarim bibêjim ku ev xapandinek e. Divê her kes pir baş bizanibe ku rewşeke wisa ku her tişt di rê de ye û wekî hatî plankirin dimeşe, nîne. Di rewşa asayî de, diviyabû yekser piştî meha Gulanê hinek gav bihatana avêtin, hevdîtin çêbûna. Hata hinek endamên çapemeniyê dê biçûna cem Rêbertiyê. Dê bi Rêbertiyê re hevdîtin çêbûna. Dê derfetê dîtiba ku xîtabî raya giştî ya Tirkiyeyê, gel û civakê bike û bersiva pirsên ku tên meraqkirin bide. Lê belê tu yek ji van çênebû; wekî hûn dizanin ji bo qanûn jî tiştekî wekî vê heye. Nîqaşa qanûnê niha di rojevê de ye. Di wê çarçoveyê de jî di rastiyê de salnameyek hatibû derxistin. Lê belê rastiyeke ku dilsozê vê salnameyê maye, nîne.
Ev çima wisa dibe? Şirove hene, hinek alî nirxandinên wisa dikin: Tê gotin ku desthilatdariya AKP'ê pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk wekî amûr bi kar tîne, di rastiyê de dixwaze heta hilbijartinê demê qezenc bike û bi vê şêwazê, gava gelê Kurd û civaka Kurd bê têkoşîn bihêle û hinekî jî li cem xwe bigire, dixwaze hilbijartinan qezenc bike. Em naxwazin bifikirin ku rewş wisa ye. Ev dê nêzîkatiyeke pir paşverû be. Mirov têkoşînek û pirsgirêkek ku mohra xwe li dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê xistiye, ji bo desthilatdariya kesane yan jî ji bo desthilatdariya partiyekê, ji bo berjewendiyên partiyeke bi tenê wisa bike amûr, ev neheqiyeke pir mezin e ku li gelê Tirkiyeyê tê kirin. Neheqiyeke pir mezin e ku li civaka Tirkiyeyê tê kirin. Em naxwazin wisa bifikirin. Wekî mînak, ez bixwe hîn jî dipirsim ku 'gelo bi rastî wisa ye?'. Gelo mirov dikare ewqas teng bibe? Civîna NATO'yê hebû, li benda wê man û hwd. Ew jî îhtîmalek e. Gelo bi rastî li benda civîna NATO'yê man? Meseleya aştiyê ewqas girîng û mezin e ku, tu civîn yan jî hincetên siyasî nikarin bibin sedema paşexistina vê pêvajoyê.
Her çend hincetên wisa hebin jî; wekî mînak ger li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê dê bi pêş bikeve, bi tendurustî bimeşe, divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ger qadeke tîfaqê dê were vekirin jî, divê wisa be. Ger bi rastî di çarçoveya şerê Rojhilata Navîn û şerê cîhanê de pirsgirêkeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê hebe jî, divê berî her tiştî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û bi vî rengî bi ewlehî li ser maseyan rûne. Tu ji van ne di cih de ne. Wekî hûn dizanin di destpêka vê pêvajoyê de Devlet Bahçelî pir zêde diaxivî. Di rastiyê de, her çend em tevlî gelek tiştên ku digot nebin jî, ji bo şikandina hinek qaliban li Tirkiyeyê roleke girîng jî lîst. Wekî mînak, nîqaşkirina rewşa Rêbertiyê, nîqaşkirina statuya wî, gotina 'bila mafê hêviyê were dayîn, bila werin di meclîsê de siyasetê bikin'; ango tiştên ku li Tirkiyeyê qet nedihatin rojevê û yekser wekî 'terorîze' dihatin dîtin, anîn rojevê. Lê belê wekî hûn bala xwe didinê, ew jî bêdeng e. Niha ev du hefteyên dawî ye ku Devlet Bahçelî di civînên komê de vê mijarê her tim derbas dike. Nexwe lihevkirinek hatiye avakirin. Di mijara hiştina pêvajoyê di vê rewşê de, xwedî nêzîkatiyekê ne. Divê mirov vê wisa fêm bike. Ev plansaziyek e. Bêguman em jî hewl didin fêm bikin ku dixwazin bi vê yekê çi bikin.
DI DESTPÊKA PÊVAJOYÊ DE ME NÊZÎKATIYÊN DEWLETA TIRK ÊN TASFIYEKER DÎT
Bi îhtimaleke mezin navendên şerê taybet dibe ku wisa nîqaş bikin; di pêvajoyeke wisa de ku PKK'ê hebûna xwe ya rêxistinî fesix kiriye û bi Kongreya 12'emîn a PKK'ê re dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî aniye, dibe ku ew bi dirêjkirina wextê re li benda belavbûna me ya xwe bi xwe bin. Li benda belavbûn, parçebûn û derketina cudahiyan di nav me de bin ku em ji hev biqetin. Ji ber ku bi giştî aqilê serdest û siyaseta serdest, her kesî wekî xwe dibîne. Dibêjin qey "kes karê xwe ji xwe dizane." Ev alî me jî li gorî avahiya zîhniyeta xwe dinirxîne. Lê belê ez ji niha ve bibêjim, em ne civakeke wisa ne. Di heman demê de tiştekî wisa jî heye; di çarçoveya nîqaşên qanûnê de ku dibêjin dê qanûnekê derxin, herî dawî Numan Kurtulmuş wisa anî ziman, dibêjin 'em ê qanûnekê derxin, yê ku hat hat, yê ku nehat jî em ê bi her awayî têkoşîna xwe pê re bikin.' Bi vî rengî dixwazin parçebûnekê li ser me ferz bikin. Ez dikarim vê pir zelal bibêjim: Me ev plansazî di destpêka pêvajoyê de nîqaş kirin.
Me di destpêka pêvajoyê de meyla tasfiyeker a di nêzîkatiyên dewleta Tirk de dît. Tevî vê yekê jî me ev gav avêtin. Divê ev yek pir baş were fêmkirin. Dibe ku tevgerên din gavên wisa neavêjin, nikaribin bikin, parçe bibin, belav bibin û sosyolojiya wan vê raneke. Lê belê Tevgera Azadiyê, rastiya tevgera azadiyê ku Rêber Apo derxistiye holê, xwedî baweriyeke wisa ya mezin a bi xwe ye. Helbet her tişt tenê bi bawerî û bi niyetê nameşe. Ji bo meşandina vê pêvajoyê me çend tedbîr girtin. Ji van yek çi bû? Me ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên ku em ê bavêjin, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêda. Me bi şertê ku Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne, rênîşanderî bike û di bin berpirsyariya wî de bimeşe qebûl kir. Ev berdewam dike. Bi vê wateyê, ger gav werin avêtin, pêşketin çêbibin û ger aliyê pêşber di nav hinek bendewariyan de be û bixwaze pêvajoya bêçekkirinê berdewam bike, divê her kes pir baş bizanibe ku ev rewş bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi şertên xebata wî ya azad ve girêdayî ye. Ji derveyî vê, kes nikare tiştekî bi me bide kirin. Kes nikare gaveke din bi me bide avêtin.
Ger bala xwe bidinê, salvegera 11'ê Tîrmehê li pey xwe ma. Nîqaşên pir dijwar çêbûn, daxuyanî hatin dayîn, hîn jî tê nîqaşkirin û di wê çarçoveyê de çalakî hatin kirin. Çalakiya 11'ê Tîrmehê yê ku organîze kir, Rêber Apo bixwe bû. Rêber Apo organîze kir û wî saz kir. Bi talîmata wî hevrêyên me ew rîsk girtin ser xwe. Belê, rîsk hat girtin. Ma daxistina komeke biçek ji çiyan ber bi deştê ve û li wir çêkirina merasîmekê, tiştekî hêsan e? Vîna ku ev da kirin, vîna Rêber Apo bû. Ji niha û pê de jî divê her kes vê pir baş bizanibe. Ger di pêvajoyê de pêşketin çêbibin, divê her kes bizanibe ku ev bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi şertê jiyan û xebata wî ya azad û bi birêvebirina wî ya vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Wekî mînak aliyê pêşber vê dizane. Ev ji wan re hat gotin. Ne tenê ji wan re, me ev ji raya giştî ya cîhanê re jî ragihand. Her kes dizane. Tevî vê yekê jî, wateya tecrîda ku 50 roj in berdewam dike çi ye? 50 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nayê kirin. Bi vê yekê re tê fêmkirin ku ew çiqasî ne cidî ne û di rastiyê de naxwazin pêvajo bimeşe.
EM TÊGEHA SÛCÊ JI BINÎ VE RED DIKIN
Em dibêjin pêvajoya entegrasyona demokratîk. Lê em hîn nikarin pêvajoya entegrasyona demokratîk nîqaş bikin. Entegrasyona demokratîk ne tenê pêvajoya bêçekkirina hêzên çekdar e. Ne ew e ku ew bigihîjin statuyeke qanûnî. Pêvajoya entegrasyona demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bixwe ye. Bala xwe bidinê, ji ber ku em bawer dikin û difikirin ku pêvajo dê qonax bi qonax bimeşe, em hinek tiştan naxin pêş. Lê belê ger Kurd dê di nav dewleta Tirk de entegre bibin, dê bibin yek, divê her kes bizanibe ku ev yek tenê bi demokratîkbûna dewletê, bi vebûna wê ya ji bo demokrasiyê, ji bo têkoşîna demokrasiyê, ji bo mafên rêxistinbûnê û ji bo hebûn û nasnameya Kurd ve girêdayî ye. Aliyê pêşber vê dizane. Ji bo ku nekeve nav van nîqaşan û ji bo vê atmosfera heyî ya antî-demokratîk bidomîne, ne tenê li dijî me, bala xwe bidinê li Tirkiyeyê her roj operasyon çêdibin. Li dijî CHP'ê operasyon çêdibin, li dijî ronakbîran operasyon çêdibin. Heya ciwanekî bi navê Denîz Goktaş derket, hinek henek kirin yekser ew girtin zîndanê. Ji ber ku ev atmosfer di berjewendiya desthilatdariyê de ye û dixwaze wisa bidomîne. Lê belê ev yek wisa nameşe. Yek, ez dikarim vê bibêjim.
Du; helbet ji bo vê pêvajoyê tiştê ku em li bende bûn, derketina çarçoveyeke hiqûqî û siyasî bû. Niha di vê mijarê de jî wekî Tevger me ji destpêkê ve gotiye ku ger ev pêvajo dê bi pêş bikeve, divê çarçoveya hiqûqî û siyasî rast were avakirin. Niha ji çarçoveya qanûnê re dibêjin qanûna bingehîn, dibêjin qanûna çarçove. Di çarçoveya nîqaşên ku li ser vê yekê dimeşin de ez dixwazim vê bibêjim: Belê, ji aliyê baskê desthilatdariyê yan jî ji aliyê kesên ku pêvajoyê dimeşînin ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Lê wekî min di destpêkê de jî got, hinek agahî ji medyaya Tirk re hatin servîskirin. Hat diyarkirin ku çarçoveyeke qanûnê ya ji 9 xalan pêk tê hatiye avakirin. Hat gotin ku ev qanûn dê her kesî nava xwe nehewîne. Di serî de jî hat gotin ku dê Rêber Apo di nava xwe de nehewîne. Lê belê ev ne belgeyên fermî ne, ne tiştên fermî ne. Nexwe çima medyaya Tirk van tiştan diweşîne, gelo ji ber xwe diweşîne? Ne wisa ye. Li Tirkiyeyê çivîk jî bifire, di bin kontrola baskê desthilatdariyê de ye. Rêvebiriya dewletê ewqas navendî bûye ku bêyî agahdariya wan, ne pêkan e ku nivîs, nirxandin û agahiyên wisa di medyaya desthilatdariyê de derkevin. Nexwe ji bo armancekê ev agahî tên servîskirin.
Civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê û bi awayekî nerasterast em bixwe, mîna ku dixwazin me ji rojeveke wisa re amade bikin. Lê belê ez wisa bibêjim ev windakirina demê ye. Dîsa di destpêka pêvajoyê de giranî li ser hiqûq û qanûna totalîter hatibû dayîn. Nikare wisa be ku yên tevlî sûc bûne û yên tevlî sûc nebûne. Gelo tegîna sûcê çi ye? Jixwe em tegîna sûcê ji binî ve red dikin. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, têkoşîna mezin û bi heybet ku PKK'ê meşandiye, têkoşîna mirovahiyê bû, têkoşîna rûmeta mirovahiyê bû; yek ji têkoşînên herî mafdar ên dîrokê bû. Ez dixwazim bibêjim ku bi rêyeke wisa mirov nagihîje tu derî. Mînak em bibêjin ku ez çûme çalakiyê û min çalakî kir, ez sûcdar im. Lê hevrêyên li kêleka min, wekî mînak, qet neçûye çalakiyê. Lê ev meseleya ferzkirinê ye. Mirov nikare vê wisa ji hev cuda bike. Em xwediyê çalakiya kolektîf in, hemû çalakî çalakiyên kolektîf in. Yekbûna Tevgerê nikare wisa ji hev were cihêkirin. Cudahiya wekî "sûcdar û bêsûc" nikare bê kirin. Wekî min got, em li dijî têgîna sûcê ne. Em red dikin.
RÊBER APO HEWL DIDE LI ROJHILATA NAVÎN AŞTIYÊ JI NÛ VE ZINDÎ BIKE
Helbet ji destpêkê ve meyl an jî nêzîkatiya ku Rêbertî li derveyî pêvajoyê bigirin hebû û ev li dijî rihê pêvajoyê ye. Ew li dijî xala destpêkê ya pêvajoyê ye; ez gotinên Devlet Bahçelî yên ewil bibîr bixînim. Devlet Bahçelî sozek da, divê li pişt soza xwe bisekine. Her çend ez vê ji bo kesayetiya Devlet Bahçelî bibêjim jî, ev projeyeke dewletê ye. Ev qebûl kirin. Ji bo ku were fêmkirin ez vê dibêjim; ev yek li dijî rihê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de Rêbertiya me, qanûna ku dê were derxistin divê her kesî di nava xwe de bihewîne û divê Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne. Niha rewşeke wisa heye ku motor di valahiyê de dixebite. Motor dixebite lê tu tevger nîne. Motor vala dixebite. Dem vala diçe. Dewleta Tirk, bi hinek geşedanên li herêmê re, wekî pêvajoya entegrasyona demokratîk a li Sûriyeyê û pêvajoya agirbestê ya li Îranê, hinekî rehet xuya dikir. Lê belê ez dikarim vê bibêjim: Avakerê pêvajoya li Sûriyeyê Rêber Apo bixwe ye. Avakerê pêvajoya entegrasyona demokratîk Rêber Apo ye. Ger Rêber Apo destwerdan nekira, dê pevçûna li wir kûrtir biba. Kesî nedikarî rawestanda. Dê encama wê çi biba, ez nikarim li ser wê tiştekî bibêjim. Belê, Xezebûnek di rojevê de bû. Dikaribûn Xezyeke duyemîn, Xezyeke sêyemîn ava kiribana.
Çawa ku Îsraîlê bi rêya Xezebûnê Filîstînê, ne tenê Filîstînê hemû Rojhilata Navîn bi taktîka Xezebûnê dîl girtibe, Tirkiye jî dikaribû dest bi tiştekî wisa bikira. Ez li ser wê tiştekî nabêjim. Lê belê tiştê ku ev rawestand, pêşengtiya Rêber Apo ye ku her çend hîn bi temamî ava nebibe jî, hewl dide ku aştiyê li Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bike. Rêber Apo, rêbertiyeke aştiyê ye. Rêbertiya aştî û diyalogê ye. Rewşa li Îranê jî ne diyar e. Ez dixwazim bêm ser vê xalê: Tirkiye xwe pir rehet dibîne. Ji ber ku tê fêmkirin ku li gora konjonktûrê gavan diaveje. Li ser xwe tu zext û zoriyekê nabîne, ji ber vê yekê vê pêvajoyê naxe serê lîsteyê, naxe rojeva xwe ya sereke. A rastî ez dikarim wisa bibêjim; xeleka agir biçûk nebû, mezin dibe. Xeleka agir a li dora Tirkiyeyê mezin dibe. Di atmosfereke wisa de, ji bo ku ev pêvajo bi tendurustî bimeşe, ez bang li her kesî, li aliyan, li kesên ku berpirsyariyê hîs dikin û keda xwe dane vê pêvajoyê dikim ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û bi rastî jî destê xwe lez bikin.
We behsa 11’ê Tîrmehê kir. Niha salek li ser çalakiya şewitandina çekan ku bi pêşengiya Hevrê Besê hat lidarxistin, derbas bû. Mixabin, di vê salê de ji aliyê dewletê û desthilatdariyê ve gavên şênber nehatin avêtin. Berevajî vê yekê, gelo em dikarin bibêjin ku pêvajo niha di rewşeke cemidî de ye?
Belê, min hinekî berê jî hewl da ku qonaxa pêvajoyê ya ku gihîştiyê binîm ziman. Helbet ne wisa ye ku ji wê rojê heta îro jiyan rawestiyaye, jiyan nerawestiye. Jiyan berdewam dike. Guhertin û veguherîn berdewam dike. Bi vî rengî ji aliyê diyalektîk û zanistî ve tu tişt wekî xwe namîne. Bi vê wateyê, çalakiya ku hevalên me, Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de pêk anî, bandoreke pir mezin kir. Li ser civaka Tirkiyeyê bandor kir û peyama me gihand cîhanê. Çalakiyeke pir mezin bû. Ez bi vê wesîleyê hevalên me careke din pîroz dikim. Ji ber ku bûn xwediyê çalakiyeke wisa watedar, bi talîmata Rêbertiyê re bi dîsîplineke pir xurt tevgeriyan û çalakiyeke ku giranî, otorîte û daxwazên Tevgera me nîşan dide, pêk anîn. Wê çalakiyê bi rastî jî di nav civaka Tirkiyeyê, ronakbîrên Tirkiyeyê û kesên ku li Tirkiyeyê li demokrasiyê digerin de bandoreke pir mezin kir û ev pirsiyarî derxist holê: Di hişan de têgihîştineke ku li ser PKK'ê û tevgera azadiyê hatibû avakirin hebû. Çalakiya wan nîşanî her kesî da ku ev ne wisa ye û gava şert û merc çêbibin, em amade ne ku derbasî siyaseta demokratîk bibin.
Bi vê wateyê bandora wê berdewam kir û hîn jî berdewam dike. Bala xwe bidinê, di salvegera yekemîn de di derbarê 11'ê Tîrmehê de gelek daxuyanî hatin dayîn, nirxandin hatin kirin û nirxandinên pir watedar bûn. Lê belê bi vê wateyê, hevalên me li cihê ku lê ne sekinîne û hîn jî li bendê ne. A rastî diviyabû pêvajo leztir bimeşiya. Diviyabû qanûna ku jê re qanûna çarçove yan jî qanûna bingehîn tê gotin di wextê xwe de derketiba û şert û mercên ku hevrêyên me siyaseta demokratîk bikin, çêbûna. Ev dê bibûya modelek. Nîşan da ku ger şert û mercên hiqûqî û siyasî çêbibin, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo vê amade ye. Ev peyameke pir girîng bû. Divê mirov vê wisa fêm bike. Di wextê xwe de ev helbet çalakiyeke sembolîk bû. Min hinekî berê jî got, ev çalakî Rêber Apo organîze kir. Bi talîmata Rêber Apo çêbû û ez dikarim bibêjim ku hem wextê wê, hem şêwazê wê û hem jî daxuyaniya wê bêkêmasî bûn. Çalakiyeke wisa bêqusur hat pêkanîn. Niha rewşeke wisa heye; diviyabû bingeha vê çalakiyê bihata dagirtin. Çalakiyeke sembolîk bû lê diviyabû bingeha wê bihata dagirtin. Dê hevrê çi bikin? Niha hevrê li cem me ne. Li cem koma hevrêyan ewlehiya xwe diparêzin. Lê belê ev dê heta kû derê wisa berdewam bike? Divê mirov ji bo vê jî bersivekê bibîne.
Herhal nikare wisa be, wekî mînak ji ber ku nîqaşên qanûnê hene ez vê dibêjim. Tê gotin ku dê qanûn derkeve, yê ku tê bila were, yê ku nayê jî bila neyê. Yek; ka ev qanûn dê çawa be, ev pir girîng e. Ya duyemîn jî; herhal tu kes nikare ji me re bibêje 'werin bikevin zindanê'. Nikare ji me re bibêje 'bila bixwe xwe bavêjin nav agir'. Tiştekî wisa nabe, ev li derveyî aqil e. Niha em fêm dikin ku dewleta Tirk di vê mijarê de hewl dide bi aqilê me bileyîze, lê hewcedarî bi vê nîne. Em bi salan e ku li hember hev têdikoş in, em hevdu nas dikin. Dibe ku civak me nas neke, dibe ku civaka Tirkiyeyê me nas neke. Lê hêza dewletê ya ku bi me re mijûl dibe, me nas dike. Dizane ku em ê çi bikin û çi nekin. Ger dewleta Tirk dixwaze me biguhere, divê berî her tiştî xwe biguhere. Heta ku ew bixwe neguhere, nikare me biguhere. Nêzîkatiya me wisa ye. Wekî mînak, em bi guhertina xwe hewl didin aliyê pêşber veguherînin. Em ê jî biguherin da ku em civaka Tirkiyeyê biguherin. Ger dewleta Tirk jî li benda guhertinekê, pêşketinekê û geşedanekê ji me be, divê berî her tiştî di hişê xwe de û di kodên xwe de guhertinekê çêbike. Divê guhertin çêbibe da ku karibin biguherin.
Çend rojan beriya nila li Enqereyê civîna NATO’yê hate lidarxistin. Ez nizanim bê ka we çi qas şopand? Hûn civîna NATO’yê ji aliyê pêşeroja Tirkiyeyê ve çawa dinirxînin?
Min hemû hurgiliyên wê neşopandin lê belê çapemeniya Tirk li gel NATO’yê rabû û li gel NATO’yê rûnişt. Wisa bû. Tiştên wiha magazînî gelek derketin pêş. Qala mezinbûna Tirkiyeyê kirin. Li gel xwarinên xwe, tebbîrên ewlehiyê ev yek nîşan dan. Qala pêşwaziyê kirin ku çawa xweşik ew pêşwazî kirine. Lê belê di rastiyê de ev wisa ye? Gelo di nava NATO’yê de rola stratejîk a Tirkiyeyê ya weke ku tê qalkirin, berdewam dike? Yan jî ger berdewam bike ev roleke çawa ye? Nîqaşên têkildarî van mijaran berdewam dikin. Ez dikarim vê yekê bibêjim. Di destpêkê de ez Denîzan, Mahîran û pêşengên ciwan ên Tirkiyeyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di dema civîna NATO’yê de ku kêm şopand, bi rastî jî çavên me li wan geriyan. Em li Denîzan geriyan. Em li Denîz Gezmîşan, Mahîr Çayanan û ew ciwanên bedew ên ji NATO’yê re gotin na û azadî û serxwebûna Tirkiyeyê ji her tiştî girîngtir dîtin, geriyan. Bi rastî jî ev mijareke xwerexnekirinê ye, mijareke nîqaşê ye. Bû nîşaneya wê yekê ku em li Tirkiyeyê dubare avakirina sosyalîst, têkoşînê ava bikin.
Bi salan beriya niha di çalakiyên Fîloya 6’emîn de ciwantiyeke ku li dijî NATO’yê derdiket û ji ber vê yekê Tirkiye gurmand hebû. A niha bi rastî jî li Tirkiyeyê diyar e ku ciwanên Tirkiyeyê bi pêşeroja xwe re zêde eleqedar nînin. Li gorî min mezintirîn pirsgirêka ewlehiyê ya Tirkiyeyê, ev rewşa ciwanên Tirkiyeyê ye. We pirsa NATO’yê kir lê belê ji vê mezintir pirsgirêkeke ewlehiyê tune ye. Ger li welatekî ciwantiya ku ji bo xaka xwe, welatê xwe û memleketê xwe nejî, tune be ew welat çi bike bila bike, bi qasî ku dixwaze bila bikeve pêşbirka dabînkirina çekan û xwe di wê mijarê de pêş bixe jî ew welat nikare pêşketinê bi dest bixe. Ji ber wê yekê divê bi rastî jî li Tirkiyeyê tevgereke ciwanên şoreşger ên welatparêz ava bibe. Di destpêkê de ez dixwazim vê yekê bibêjim. Derbarê mijara civîna NATO’yê de gotineke mamoste Veysî Sarisozen ya pir baş hebû. Ezpêşniyar dikim ku emû kes wê bixwîne. Di wê nivîsêde dibêje ku ew di tevahiya ciwantiya xwe de li dijî NATO’yê derketiye. Dema ku vê yekê dibêje ji ber ku NATO weke hêzeke derve xuya dike, ji ber ku emperyalîst e û têkiliyeke serweriyê ye ku ji derve tê ferzkirin lê belê di rojame ya îroyîn de NATO di nava Tirkiyeyê de ye, Tirkiye êdî di nava NATO’yê de bi cih bûye. Bi rastî jî nirxandineke pir balkêş bû.
Girêdayî wê yekê ez dikarim wiha bibêjim. Tirkiye di yek ji pêvajoya xwe ya herî bindest de ye. Civîna NATO’yê bû nîşaneya vê yekê. Bifikirin ku Pira Fatîh Sultan Mehmet bi alên Emerîkayê boyax kirin. Serokê DYE’yê weke ku li welatê xwe ye tev geriya. Ne wekî serokeke ku hatiye li welatekî din, weke xwediyê wir bû. Weke şexsekê ez dikarim bibêjimku ez gelekî aciz bûm. Weke ku Tirkiye di pozîsyona mêtigehiyê ya nû de ye. Weke ku hûn dizanin serdema mêtingehiya klasîk derbas bûye. Berê diçûn, dagir dikirin û kolonî ava dikirin. Bi vî rengî mêtingehiyeke eşkere habû. Di serdema yekem a kapîtalîzmê de mêtingehên bi vî rengî dihatin avakirin. A niha ne wisa ye. A niha hebûnên girêdayî xwe diavêjin û ger hûn bala xwebidinê di civîna NATO’yê de Trump ev yek gelek caran ji Erdogan re anî ziman. Qet tiştekî ku hatibû bidestxistin, tune bû. Jialiyê atmosfer û feraseta hatî avakirin ve.
JI CIVÎNA NATO’YÊ ENCAMA BERDEWAMKIRINA ŞERAN DERKET
Hûn dizanin ku piştî ku Erdogan hate ser desthilatdariyê xwedî li gotina antî-emperyalîst a netewperest û sosyalîstan derketibû. Bi xwe weke ku li dijî Rojava ye û li hemberî Rojava ser rakiriye. Li gel gotina ‘’One minute.’’ Teqez e ku ev hemû nerast in û Tirkiyeyeke girêdayî pergala cîhanê heye û di vê civîna NATO’yê de rola Tirkiyeyê hate nîqaşkirin. Lê b elê ev role weke ku Tirkiye difikire, ne roleke navendî ye. Tê fêmkirin ku rola navendî li wir dane. Wê şer berdewam bikin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de di navbera Îran-Îsraîl-DYE de berdewam bike dibe ku bi demê re Çînê jî bigire nava xwe û wisa berdewam bike. Di vê qonaxa ku kapîtalîzm gihîştiyê de, di qonaxa ku krîza avanî heye de tu rêyên din nînin. Bi awayekî din nikare li ser piyan bimîne. Me nîqaşa vê yekê dikir ku netewdewlet di krîzê de ne, pergala netewdewletan têk diçe. Gelo li şûna pergala netewdewletê kapîtalîzma gerdûnî pergaleke çawa derpêş dike? Nîqaşên me yên bi vî rengî çêbûn. Di serî de Rojhilata Navîn kontrolkirina bivî rengî ya li gel biçûkkirina dewletan.
Lê belê tam ne wisa ye. Ew jî heye. Lê belê ya ku berê xwedaye pergala împaratoriya navendîtir, a niha bo nimûne DYE dixwaze bibe împaratorê cîhanê. Ev yek, di civîna NATO’yê de hate nîqaşkirin. Mijara navendîkirina derfetên leşkerî hate nîqaşkirin. Wê êdî ji navendekê biryara her tiştî were dayîn. Diyare ku vê rolê didin Tirkiyeyê. Trump diçe û tê dibêje ku artêşa Tirkiyeyê gelekî mezin e û pir xurt e filan bêvan. Bi rastî jî ev yek ji bo me cihê rûreşiyê ye. Bo nimûne ev jî pozîsyoneke gelekî zehmet e. Tiştekî bi qasî ku welatek bes li gel tundiya leşkerî derkeve pêş xirabtir tune ye. Li gel zanistê derkeve pêş, li gel hêza demokrasiyê, terzê jiyanê yan jî bi aboriyê derkeve pêş lê belê bi hêza leşkerî derdikeve pêş. Ev ne tiştekî normal e. Tişta ku Trump li gel mezinahiya artêşa Tirkiyeyê yan jî hêza wê dixwaze bibêje, ev e. Dibêje ku vê artêşê bide min. Dibêje ku ez vê artêşê bi kar bînim. Jiber ku li Ewropayê artêşeke bi vî rengî tune ye. Ji xwe Emerîka nikare ji okyanûsê wêdetir lşkeran bîne Rojhilata Navîn. Hêza ku şerê li gel Îranê kûr bike, tune ye. Jixwe şerê Îranê dema ku li Enqereyê bû da destpêkirin. Tirkiye bû welatek bindesttir. Di vê mijarê de lihevkirin çêbûn.
Artêşa Tirkiyeyê wê veguhere hêzeke ku di operasyonên navneteweyî de zêdetir tê bikaranîn. Ji bo veşartina vê yekê jî rakirina pêkanînên CAATSA’yê, dayîna F-35’an û nîqaşên têkildarî wê derdikevin pêş. Ji bo ku vê veşêrin ev yek derdikeve pêş. Dema ku min ev nûçe temaşe dikirin, min ev yek jî baş fêm kir. Erdogan radibe û rûdine ji jinan re dibêjeku sê zarokan bînin dinyayê, pêncan nizanim çendan. Ji artêşê re leşkeran dixwaze. Dixwaze artêşê mezin bike. Mezin dike û dixwaze hemû barê wê jî bide ser milên jinan. Li Tirkiyeyê, Kurdistanê yan jî li erdnigariya Tirkiyeyê şert û mercên jinan gelekî giran in. Ev avakirina milîtarîst, avakirina milîtarîst a dewleta Tırk li ser bedena jinan pêk tê. Heya ku zayendperestî neyê pêşkarîkirin ev yek nayê avakirin. Girêdayî vê yekê peyamên ku civîna NATO’yê dane me, ev in.
LI ROJHILATEKE NAVÎN A LÊ ÎSRAÎL MEZIN DIBE TIRKIYE NIKARE BIBE HÊZA SEREKE
Gelo Tirkiyeyê tişta ku dixwest, bi dest xist? Em nikarim bibêjin ku standiye. Ez dikarim bibêjim ku divê em hinekî din lê binêrin. Ji ber ku hema piştî civînê dubare meseleya Qibrisa Başûr kete rojevê. Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê biryar stand. Qebûl kir ku dewleta Tirk di operasyona sala 1974’an de leşkerên dewleta Tirk destdirêjiya zarok û jinan kirine. Ev yek tê vê wateyê. Têkildarî Tirkiyeyê, di warê leşkerî de wê roleke bikaranînê bidin Tirkiyeyê lê belê wê rola stratejîk a Tirkiyeyê dakeve û kêm bibe. Li Rojhilateke Navîn a ku li herêmê Îsraîl xurt dibe Tirkiye nikare bibe hêza sereke. Lê belê ferqeke bi vî rengî heye ku ferqa wê ji Îsraîlê çi ye? Tirkiye weke welatekî Misilman polîtîkayên emperyalîzmê rewa dike. Ji ber wê yekê nikare dev ji wê jî berde. Rewabûnê li ser Tirkiyeyê dikin.
Serdema li pêşiya me wê ji bo Tirkiyeyê bibe serdemeke zehmet. Ez dikarim bibêjim ku têkiliyên li gel Rûsyayê wê kêm bibin, têkiliyên li gel Îranê wê kêm bibin, pirsgirêka Qibrisa Başûr û rageşiya Behra Spî ya Rojhilat wê zêdetir bibin. Di tabloyeke bi vî rengî de weke tevger û Kurd ez dikarim vê yekê bibêjim ku derfetên me yên têkoşînê ji hemû deman zêdetir dibin. Rîskên wê jî hene, erê, di warê teknolojiyê de Tirkiyeyê tînîn rewşeke bi vî rengî lê belê divê em bala xwe bidin vê yekê jî. Bo nimûne divê Tirkiye di warê teknolojiyê de ji Îsraîlê derbas bibe. Mijarên bi vî rengî jî li ber çavan tên girtin û di terzê çavdêriya avakirina hegemonyaya Îsraîlê ya li herêmê de bi rê ve dibin. Bi qasî ku tê fêmkirin Tirkiye jî dixwaze hinekî li gel Îsraîlê li hev bike. Lê belê ez dikarim bibêjim kuli gel armanc û hedefên heyî lihevkirina li gel Îsraîlê jî dibe ku di nava demeke kurt de pêk were.
Li Bakurê Kurdistanê li taxên ku bi giştî derdorên welatparêz lê dijîn bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye. Li gorî we em dikarin bibêjin ku bikaranîna Tiryakê ya zêde û berbelav bûye, polîtîlayeke şerê taybet a dewleta Tirk a li ser ciwanên Kurd e?
Teqez divê wisa bê dîtin. Ji ber ku tu tişt xwe bi xwe nabe. Tirkiye dewleteke kontrolê ye. Bi taybetî jî kontrola wê ya li ser Kurdistanê di asteke gelekî bilind de ye. Jixwe hûn dizanin Kurdistan li gel OHAL’a demdirêj hate birêvebirin. Piştre bi awayên cuda walîtî hatin xurtkirin û ev yek pêkanîn. Feraseta ewlehiyê, pirsgirêka ewlehiyê derxistin pêş û li Kurdistanê hema bibêjin li ser hemû kolanan kontrol ava kirin. Hemû têketin û derketinan bi MOBESE’yan kontrol dikin. Bi kurtasî li Kurdistanê di nava civakê de hewl hate dayîn ku bi vî rengî serweriyeke dewletê were avakirin. Heye. A niha li cihekî ku dewlet lê serwer e, ger bikaranîna tiryakê ev qasî zêde be, firotina tiryakê ev qasî zêde be, fûhûş, xapandin xistina jin û zarokan ev qasî zêde be nexwe haya dewletê ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê divê em tu carî ji vê gumanbar nebin. Kurdistan ne cihekî jirêzê ye. Avakirina dewletê ya ku tê xwestin li ser Kurdistanê were avakirin û serweriya dewletê jî ne serweriyeke normal e. A niha helbet evyek tespîtek e. Em vê yekê dizanin. Navendên şerê taybet van yekan dikin.
Ji bo ku dînamîzma ciwantiya Kurdistanê, têkoşîna azadiyê û têkoşîna hebûnê berdewam neke bi rastî jî ji bo ku bînin rewşeke nexweş, nafikire û ne li ser hişê xwe be biawayekî sîstematîk van êrîşan didomînin. Helbet girêdayî vê yekê hin kartel, çete û mafyayên tiryakê yên xwe li ser vê yekê mezin dikin, hene. Rewşeke bi vî rengî heye. Gerew jî baş werinlêkolînkirin, bi nimûne berê hebûn, li Tirkiyeyê rojnamevanên wêrek hebûn. Dosya amade dikirin, lêkolîn dikirin û ew eşkere dikirin. Ev mafka kî ne, têkiliya wan bi kê re heye, têkiliya wan a li gel dewletê çi ye, ya li gel polîsan û navenda polîsan? A niha rewşeke bi vî rengî jî tune ye. Pêşiya wê jî hatiye girtin. Di rastiyê deli Tirkiyeyê rojanemvantî jî miriye, ez dikarim wisa bibêjim. Ev tespît in. Divê gelê me û ciwanên me van tespîtan baş bizanibin û xwe biparêzin. Lê belê ev yek têrê nake. Divê ev yek baş were fêmkirin. Divê ciwanên Kurdistanê werin hişyarkirin.
Di vê mijarê de ez rastiya malbatê jî rexne dikim. Erê hemû malbat her dayîk û bav dixwazin zarokên wan bijîn û wan biparêzin. Lê belê gelo bi rastî jî dixwazin ew wisa bijîn? Ez ji malbatên ji bo ku tvlî têkoşînê nebin lipêşiya gelek ciwanan dibin asteng, dipirsim. Ma ev jiyan e? Ma ji bo jiyaneke bi vî rengî zarokan tînin dinyayê? Divê jiyaneke bi vî rengî neyê qebûlkirin û divê were redkirin. Lê belê divê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi awayekî çalak xebatên xwe yên hişyarkirinê derxîne astên bilind. Ew jî têrê nake. Divê qadên civakî veke. Divê zêdetir berê ciwanan bide aktîvîteyên civakî. Çalakiyên werzîşê û yên çandî. Bo nimûne divê her ciwanek, hemû ciwanên Kurd ji navendeke çandê re bibin endam. Çima ev yek girîng e? Ji ber ku ev meyldariya li ser tiryakê, tiştekî têkildarî tengezariyê ye ku ji aliyê pergalê ve hatiye afirandin. Tiştekî têkildarî valahiyê ye. Hemû ciwan ew derdor in ku lêgerîna azadiyê bi awayekî zêde dijî. Rastiyeke ciwantiyê ya bi vî rengî heye.
DIVÊ CIWANÊN KURD VEGERIN CEWHERA XWE
A niha di nava vê valahiyê de ger qadên ku enerjiya xwe lê xerc bike, peyda neke erê ev çete, mafya, bazirganên tiryakê û ev kujerên kastîk ciwanan li ser piyan dikujin. Em dikarin ji vê yekê re bibêjin mirina li ser piyan, nabe ku jêre tiştekî din were gotin. Ji bervê yekê divê komuna hemû ciwanên Kurd hebe. Divê komuna çandê, werzîşê, felsefeyê, kedê hebon û bi hev re bixebitin. Ev yek wê hem ciwanan hişyar bike, hem li ser piyan bigire hem jî hestên wan têr bike. Hestên însanan û rastiya însanan hebûnek e ku di nava têkiliyê de ye. Takekesîtî neli gorî xwezaya însanan e. Çi qasî takekesîtî hebe li wir ew qasş dejenerebûn, dûrketina ji rastiya xwe û rewşabûyîna amûrên kesên din heye. Çi qasî komun, çi qasî civak, ew qasî jî îradeya însanên azad û îradeya şexsan wê çêbibe.
Ji ber wê yekê ez bi vê wesîleyê banga têkoşîna çalak dikim. Lê belê bes ne meş û lidarxistina çalakiyan. Em jiyana xwe veguherînin qadeke çalakiyê. Bila her tiştên ku em dikin, bibin çalakiyeke azadiyê. Girêdayî wê yekê divê ciwan xwe ji vê nexweşiyê rizgar bikin. Divê ev yek jî were kirin, divê alîkariyê bidin wan ciwanên ku bi derfetên xwe li dijî vê nexweşiyê têdikoşin. Divê navendên tenduristiyê werin vekirin, navendên civakî werin vekirin. Piştevaniya civakî gelekî girîng e. Ger bi vî rengî pêk were cewhereke ciwanên Kurd ya gelekî bedew heye. Ciwanên Kurdistanê gihîştine roja xwe. Li gel kûrbûna rastiya Rêber Apo, li ser rastiya xwe ya civakî, rastiya têkoşînê û vê kevneşopiyê kûr bibin dikarin veguherin derdora herî dînamîk, rewşenbîr a cîhanê û bibin barhilgirên Ronesansê û pêşketina Kurdistanê. Girêdayî vê yekê ez bang li hemû ciwanan dikim ku vegerin ser cewhera xwe, xwedî li hev derkevin, komunên xwe ava bikin û beşdarî xebatên çanda Kurdî û aktîvîteyên werzîşê bibin.