YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di pêvajoya endamtiya Ûkraynayê de vekirina serenavê duyemîn ê muzakereyan ê ewlehî, parastin û polîtîkaya derve di nava xwe de dihewîne, erê kir. Kiev armanc dike ku pêvajoya endamtiyê ya demdirêj bilezîne.

Yekîtiya Ewropayê (YE), di pêvajoya endamtiya Ûkraynayê de pêngaveke nû avêt û serenavê duyemîn ê muzakereyan ê ewlehî, parastin û polîtîkaya derve di nava xwe de dihewîne bi awayekî fermî vekir. Biryar, li gel erêkirina 27 welatên endam hate standin.

Di pêvajoya beşdariya YE’yê de ji welatên namzet tê xwestin ku ji çandiniyê heya serweriya hiqûqê, ji standartên hawirdorê heya rêveberiya dewletê di gelek qadan de mewzûatên xwe weke qaîdeyên Yekîtiyê saz bikin.

Pêvajoya endamtiya Ûkraynayê, ji ber ku Macaristanê ev demek dirêj bû veto dikir, bi mehan pêş nediket. Pêvajo, piştî ku serokê netewperest ê li Budapeşteyê dev ji erkê xwe berda dubare berdewam dike.

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski di hevdîtinên li gel serokên Ewropayê de endamtiya welatê xwe ya YE’yê weke xala rojeva sereke tîne ziman. Tê payîn ku Seroka Komîsyona Ewropayê Ursala von der Leyen jî roja Çarşemê seredana Kievê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di pêvajoya beşdariya YE’yê de welatê herî nêzîkî endamtiyê Qeredax e. Qeredax armanc dike ku heya sala 2028’an bibe 28’emîn endamê Yekîtiyê.