Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

Mahîr Can Ada yê ku piştî girtîbûna 13 salan hate berdan, li Cizîrê bi îdîaya derbarê wî îxbar heye, bi êşkenceyê hate binçavkirin û piştre hate girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê roja 12’ê Tîrmehê welatiyê bi navê Mahîr Can Ada li noqteya lêgerînê ya têketina Cizîrê bi hinceta, “Dê tevlî rêxistinê bibe” hatibû binçavkirin. Hate zanîn ku di dema binçavkirinê de gefên kuştinê li Mahîr Can Ada hatine xwarin û polîsan li wî daye.

Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û dozgeriyê, Mahîr Can Ada bi hinceta, “Li ber karmendên li ser peywirê rabûye” sewqî dadgehê hat kirin. Dadgeha Cezayên Silhê ya Şirnexê derbarê Mahîr Can Ada de biryara girtinê da.

Piştî biryarê girtinê, Mahîr Can Ada birin Girtîgeha Tîpa T’yê ya Şirnexê.

Ada piştî girtîbûna xwe ya 13 salan, 23’yê Adarê 2026’an ji Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê hatibû tehliyekirin.