Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku şewba Ebolayê ya ku du meh berê li Komara Demokratîk a Kongo hat ragihandin, dibe ku ji ya ku tê payin pir zêdetir be. Dîrektorê Bernameya Tenduristiyê ya Lezgin a WHO’yê Chikwe Ihekweazu diyar kir ku li gorî rêjeya rastîn a şewbê di be ku du an jî çar car ji hejmarên fermî zêdetir be.
Li gorî daneyên fermî, heta niha zêdetirî 700 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane û bi qasî 2 hezar nexweş hatine tespîtkirin. Şewb pêşî li eyaleta Ituriyê hat dîtin, li eyaletên Bakurê Kivu, Başûrê Kivu, Tshopo û Haut-Ueleyê belav bû. Her wiha li welatê cîran Ugandayê 20 nexweş hatine tomarkirin.
WHO’yê daxuyand ku şewba heyî heta niha şewba herî mezin a sêyemîn a Ebolayê ye û taybetmendiya wê ew e ku tenê di nava mehekê de herî bilez belav dibe.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber ku gelek nexweşên nû bêyî bigihêjin rêxistina tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane, ev yek rê li ber fikarên mezin vedike.
Hat destnîşankirin ku di şopandina têkiliyan de pêşketin çêbûye, rêjeya şopandinê gihîştiye nêzîkî ji sedî 80, kapasîteya dermankirinê derketiye 700 nivînan û hejmara laboratûvaran ji 1’ê derketiye 14’an.
Her wiha hat ragihandin ku li herêmê du dermankirinên ceribandinê berdewam dikin û ji bo li ser kesên têkilî danîne ceribandina dermankirina dermanê dijîvîral a obeldesivirê di demek nêzîk de wê bê destpêkirin.