Arîn, Avesta, Nesrîn, Rûken, Leyla, Viyan, Dîcle û bi hezaran jinên din... Her yek ji wan ji bo parastina xak û gelê xwe bêdudilî canê xwe feda kirin. Jinên ku di bin zexta rejîma Baasê de bi salan ji bo hebûnê û bihîstina dengê xwe têkoşiyan, îro ji Kurdistanê û cîhanê re bûne mînak, şoreşa xwe pêk anîne. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava weke "Şoreşa Jinê" hate naskirin û reh berda her qada jiyanê.
Ev şoreş veguherî yek ji rabûnên herî kûr ên li dijî sîstemên mêtinger, dewletperest û patiyarkal ên hezaran salî. Azadiya jinê li navenda şoreşê hate bicihkirin û weke mifteya veguherîna civakî hate dîtin. Ev polîtîka, parastin, siyaset, aborî, perwerde û ekolojî bi têkoşîna jinê hate hûnandin. Jin bûn hêmana esasî ya ku biryarê dide û rê nîşan dide.
RÊXISTINBÛNA DESTPÊKÊ YA LI NAVA YXG'Ê
Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an û pê ve jinên Kurd hem li dijî rejîma Baasê hem jî li hemberî komên cîhadîst dest bi berxwedanê kirin. Di dema 2011-2012'an de jinên ku tevlî Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG) bûn, di demeke kurt de berê xwe dan rêxistinbûna xweser.
Siyasetmedar û şervanên jin ên tevlî YXG'ê bûn, kevirên bingehîn ên şoreşê danîn. Ji komînên taxan heta bi kooperatîfên aboriyê, ji karên perwerdeyê hate bi yekîneyên parastinê li her qadê bi roleke çalak rabûn. Ji aliyekî ve têkoşîna çekdarî meşandin, li aliyê din jî jiyan hûnandin.
ARTÊŞBÛNA JINÊ
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4'ê Nîsana 2013'an de bi fermî ava bû. Ev dem dihate wateya têkilîdanîna bi rojbûna Rêber Apo re.
Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya 7'ê Hezîrana 2013'an de li ser vê nuqteyê ev nirxandin kiribû: "Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê koletiya jinê bidin bidawîkirin. Ev şoreşeke çînî nîne. Şoreşeke bi pêşengiya şoreşa jinê ye. Rewşa jinê metirsîdar e. Bêkar e. Jin ji ber bêkariyê diçin deverên cuda. Hûn ê xwe jinûve biafirînin. Divê jin wêrek û azad bin. Jin li derveyî jiyanê hatiye hiştin. Eger tu jinê bieciqîne, weke makîneya kurkê bieciqîne bêguman tu yê serwer bibe. Nîşaneyeke civaka neolîtîk e. Mêr ê ku jin xistiye vê rewşê mirovekî ketiye."
TABÛRA DESTPÊKÊ YA JINAN
Li herêma Cindirêsê ya Efrînê bi navê "Tabûre Şehîd Rûken" tabûra destpêkê ava bû. Şervanên jin ku berê di nava yekîneyên têkel de cih digirtin, derbasî nava YPJ'ê bûn. Li her kanton û taxê tabûr hatin avakirin. YPJ ji hêzeke leşkerî wêdetir amûreke têkoşînê ya rêxistinî û îdeolojîk a li dijî zîhniyeta patriyarkal bû. Amadekiyên xwe yên leşkerî, avaniyên xwe yên fermandariyê û mekanîzmayên xwe yên wergirtina biryarê ava kirin. Di nava fermandaran de yên weke Nesrîn Abdullah û Rojda Felat derketin pêş.
YPJ'ê feraseta xweparastinê ya li dijî her cûre zext û serweriya li ser îrade û bedena jinê pejirand. Ev avanî mînaka herî şênber bû ku nîşan dida şoreş û têkoşîna jinê çawa ketiye nava hev.
ÇALAKIYA KU RÊVEÇÛNA ŞER GUHERT
Di nava têkoşînê de gelek jin şehîd bûn. Yek ji kesayetên sembolîk Arîn Mîrkan di sala 2014'an de di dema dorpêça li ser Kobanê de li Girê Miştenûrê li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û bi çalakiya fedaî rêveçûna şer guherand. Rêya ber bi serketinê vekir.
Bi heman rengî di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sala 2018'an ên li ser Efrînê de fermandara YPJ'ê Avesta Xabûr (Zelîxe Hemo) çalakiya fedaî kir. Bêrîvan, Silava, Rûken û bi dehan jinan li dijî Eniya Nûsra, DAÎŞ û dewleta Tirk di têkoşînê de canê xwe kirin çeper.
AVAKIRINA LI QADA CIVAKÎ
Piştî ku şoreş pêk hat, jinan qada civakî jî jinûve ava kir. Ya destpêkê jî Mala Jinê ye. Destpêkê li Qamişloyê Mala Jinê ava bû. Îro jî li Rojava zêdeyî 50 navendên xwe hene. Di mijarên tundiya li dijî jinê, zewaca bi zorê, pirsgirêkên mîrate û malbatê de ev sazî navbeynkariyê dikin, dibin dengê jinan; bi meclîsên aştiyê, komîteyên perwerdeyê û mekanîzmayên edaletê re dixebitin. Jin li van deveran hem piştgiriyê werdigirin hem jî îradeya çareserkirina pirsgirêkên xwe diafirînin.
JIYANA KOLEKTÎF
Li aliyê din di aboriyê de jî kooperatîf zêde bûn. Li qadên weke çandinî, tekstîl û hilberîna xurekê de aboriya kolektîf hate afirandin.
Li qada perwerdeyê akademiyên Jineolojiyê hatin vekirin. Jinan dîrok axwe, civaka xwe, zanistiya xwe bi perspektîfa xwe nirxandin. Li qada parastinê jî li gel YPJ'ê yekîneyên Asayîşê yên jinan ava bûn.
YEKANE GUNDÊ KU MÊR NIKARE BIKEVE HUNDIR: JINWAR
Di nava van saziyan de bêguman ya herî zêde dibe cihê îlhamê û şênber e Jinwar e. Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ye.
Projeya Jinwar di zivistana 2016-2017'an de piştî nîqaş û hevdîtinên bi saziyên pêwendîdar ên li Sûriyeyê kete meriyetê. Di 10'ê Adara 2017'an de jinan hîmên gund danîn. Di 25'ê Mijdara 2018'an de di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de, gund deriyên xwe li jinan vekir û taybetmendiya esasî ya gund ew e ku temamiya şêniyên wê jin e.
Li derdora gund Girê Gebz ê dîrokî, gundên Kerkend, Herba, Etîşan û Qeyrawan hene. Xwedî zeviyên çandiniyê ye, ku ev yek ji sedemên sereke yên avakirina gund li vê herêmê ye. Jinên li gund dimînin ew jin in ku mexdûrên sîstema serweriya mêr in û hevjînên xwe winda kirine. Tenê malbat dikarin serdana gund bikin; destûr ji mêran re nayê dayin ku bikevin nava gund.
Li gund dibistan, firin, navenda tenduristiya xwezayî ŞÎfaJin, Akademiya Jinwar, dikaneke biçûk û bexçe hene. Mal bi keda kolektîfa a jinan hatin avakirin. Çandiniya ekolojîk, sewalkarî û aboriya kolektîf esas hate wergirtin.
POLÎTÎKAYA JI BO TASFIYEKIRINA YPJ'Ê
Destketiyên jinan ên li her qada jiyanê ya li Rojava xwedî roleke çalak e, piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di Kanûna 2024'an de li gel 12 komên cuda yên çete rejîma Baasê hilweşand û desthilatdariyê bi dest xist, bi gefên nû re rû bi rû man. Rejîma nû ya Sûriyeyê ku koka xwe El Qaîde ye, polîtîkayeke tasfiyeyê ya berfireh dimeşîne û bi taybetî jî YPJ'ê dike hedef.
Rejîma HTŞ ku bi dewletên mêtinger ên weke dewleta Tirk, DYE û Îngilistanê vê polîtîkayê dimeşîne, li gel peymana entegrasyonê ya 29'ê Çileyê YPJ'ê weke hêzeke leşkerî qebûl nake. Li gorî peymanê hêzên Kurd wê bi sê tûgayan di bin Tumena 60'emîn de kar bikira. Lê belê li gel ku pênc meh di ser peymanê re derbas bûne rejîm hîn jî statuya YPJ'ê dike mijara nîqaşê û ferz dike ku tenê di bin sîwana Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) de cih bigire.
Li hemberî vê yekê YPJ paşve gavê neavêje; hem li Rojava hem jî li gelek devevrên cîhanê kampanyayên piştgiriyê dewam dikin. Qebûlnekirina 'artêşa jinê' ya YPJ'ê tê wateya tasfiyekirina xeta azadîparêziya jinê ku di sallên 1990'î de beşdarî nava têkoşîna çekdadrî bûn.
SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ
Sîstema hevserokatiyê ya ku li Bakurê Kurdistanê li qada xwecihî kete meriyetê, li Rojava jî bi cih hate anîn. Ev sîstem di Çileya 2014'an de kete meriyetê ku hingî kantonên 'Xweseriya Demokratîk' hate ragihandin. Di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de yên ku destpêkê bi vê erkê rabûn şehîd Salih Muslim û Asya Abdullah bûn. Piştre li kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê heman xet hate meşandin. Di her saziyê de wekheviya jin û mêr esas hate girtin. Bi 'Peymana Civakî' re ku di 29'ê Kanûna 2016'an de hat îmzekirin sîstema hevserokatiyê hate ferzkirin ku li hemû sazî, meclîs û komunan bi rengê yek jê jin yek jî mêr bikeve meriyetê.
Lê belê rejîma HTŞ'ê li parlamenta xwe ya bi navê 'Meclîsa Gel' a li Şamê kotaya jinê di asta ji sedî 20 de hişt. Hewl dide asteng bike ku jin di avakirina Sûriyeya nû de nebin xwedî gotin, paşerojeke hîn adîl û demokratîk ava nekin.
DESTKETÎ DI XETERIYÊ DE NE, DIVÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE
Lewma destketiyên ku jinan li qadên parastin, siyaset, aborî û jiyana civakî bi têkoşîna zêdeyî deh salî bi dest xistine, ji ber helwesta rejîma HTŞ'ê ya ku YPJ'ê weke avaniyeke leşkerî ya xweser nas nake û sîstema hevserokatiyê di pratîkê de bi cih nîne, di ezmûneke nû de ne. Ev nêzîkatiya rejîma HTŞ'ê ne tenê li Rojava paşeroja hemû jinên li Sûriyeyê dixe xeteriyê.
Sibe: Ji Mîna Qazî heta bi Şîrîn Elemhûlî jinên Rojhilat