Dilsoziya bi Hafizeyê re: 14'ê Tîrmehê
Ji ber ku rabirdû dema ku bi heqîqeta xwe re dilsoz ma, dikare siberojê ronî bike.
Ji ber ku rabirdû dema ku bi heqîqeta xwe re dilsoz ma, dikare siberojê ronî bike.
Hin dem ne tenê rojek di salnameyê de ye. Di hiş û bîra gelan de jinûve diafire. 14'ê Tîrmehê jî demeke bi vî rengî ye.
Ji aliyekî ve di sala 1789'an de roja şikandina deriyên Bastille û rabûna îradeya gel a li dijî sembola mutlaqiyetê... Li aliyê din jî piştî 193 salan li Zindana li Amedê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a wan mirovan, li dijî ferzkirina teslîmiyetê bedena xwe dan ber mirinê...
Mercên dîrokî yên herdu bûyeran, armanc û encamên xwe bêguman cuda ne. Lê belê dîrok carna di kêliyên bi vî rengî de digihêje hev, li hev rast tê. Heman roj li erdnîgariyên cuda li hişê lêgerîna azadiyê û rûmeta mirovan dineqişe.
14'ê Tîrmeh a 1982'an di dîroka nêz a gelê Kurd de veguherî qonaxeke bi vî rengî.
Berxwedana ku wê rojê li Girtîgeha li Amedê hate destpêkirin, ne tenê nerazîbûnek li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehê bû. Ew berxwedan nîşane û vegotina îradeyekê bû ku di nava rastiya xwe ya dîrokî û siyasî de afirî. Lê belê bandora wê ji dîwarên girtîgehê derbas kir û li hişê nifşên nû neqişî. Bû yek ji kêliyên şikestinê yên ku dîroka têkoşînê ya gelekî diyar kir.
Îro, piştî zêdeyî çil salan, ya ku pêwîstiya me pê heye fêhmkirin wê dîrokê bi rengekî rast e, ne ku hikum li ser bê danîn.
Ji ber ku rabirdû ne qadeke welê ye ku li gorî pêwîstiyên vê demê jinûve bê avakirin. Ew emanetek e ku li bendê ye ku di nava heqîqeta xwe de bê fêhmkirin.
Di van rojan de ku em li ser 14'ê Tîrmehê difikirin, Fransa careke din li ser hafizeyeke din a dîrokî diaxive. Berxwedêr û dîroknasê Fransî March Bloch li Pantheonê hate qebûlkirin. Ev qebûlkirin ne tenê hurmeta li zanyarekî mezin e, di heman demê de weke nîşaneya wefaya ji bo berxwedan û heqîqetê ye.
Bloch ne tenê yek ji dîroknasên herî mezin ê serdema xwe bû. Berxwedêrek bû ku di dema dagirkeriya Nazî de teslîmiyet red kir. Di berhema xwe de ya bi navê L’Étrange Défaite (Têkçûna Ecêb) ku qala hilweşîna Fransayê ya di sala 1940'î de dikir, têkçûn ne tenê weke ketineke leşkerî pênase kir, di heman demê de weke jihevketina exlaqî û fikrî nirxand. Li gorî wî, wezîfeya dîroknasan ne ew e ku rabirdûyê bi hincetên îro jinûve binivîsîne. Wezîfe wan ew e ku hewl bidin heqîqetê li gorî şênberî û rastiya wê fêhm bikin.
Ji ber vê yekê xwest, ku li ser kêla wî tenê du gotinên bi Latînî bê nivîsandin:
Dilexit veritatem.
"Ji heqîqetê hez kir"
Wasiyeteke çiqasî sade, çiqasî giran...
Hayrî Dûrmûş jî xwestibû ev gotin li ser kêla gora wî bê nivîsandin:
"Weke deyndarê gelê xwe mir."
Du welatên cuda.
Du dîrokên cuda.
Du têkoşînên cuda.
Lê heman barê exlaqî...
Gava mirov bala xwe dide ser jiyana van kesayetan, mirov xwe hinekî biçûk dibîne.
Dibe ku li pêşberî mirovên ku di oxira heqîqetê de jiyan û berdêl dan berpirsyariya me ya destpêkê ew e ku wan nekin berdevkê nîqaşên vê demê. Ev nêzîkatî dibe ku pîvaneke gerdûnî pêşkêş dike ku divê em çawa li 14'ê Tîrmehê binihêrin.
Pêşengên 14'ê Tîrmehê mirovên serdema xwe bûn. Bi armancên xwe yên siyasî, bi cîhana xwe ya fikrî û bi feraseta xwe ya têkoşînê jiyan û heta dawiyê berdêla vê dan. Fêhmkirina wan ne welê ye ku mirov têgînên vê demê derbasî rabirdûyê bikin, rêya fêhmkirinê ew e ku wan di nava heqîqeta serdema wan de binirxînin.
Dilsozî û wefaya herî mezin ev e.
Ji ber ku dîrok ne tenê ya qewimiye nîşan dide, di heman demê de hînî me dike ku divê em çawa xwedî li hafizeyê derkevin.
Îro, dema ku em li dîmenên beriya 36 salan hatine kişandin temaşe dikin, em ne tenê şahidiyê ji rabirdûyê re dikin. Di heman demê de em bi bîra xwe tînin ku hafize emanetek e.
Ji ber ku rabirdû dema ku bi heqîqeta xwe re dilsoz ma, dikare siberojê ronî bike.