Dîlek Oz: Veguhestina mîrateya berxwedanê ji bo pêşerojê erka me ye

Dîlek Oz a ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, di çalakiya bîranînê ya ku li Amedê ku Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn de axivî wiha got, “Eger em di 14ê Tîrmehê de xwe deyndar hîs dikin, pêwîst e em wan karên ku layiqî

Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Amedê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û Hewldana 78an di salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê de li Çand Amedê panel li dar xist. Şahidên berxwedanê, endam û rêveberên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li panelê bûn. Di panelê de pankartên wêneyên berxwedêrên 14ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş,Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û şehîdên Tekoşîna Gelê Kurd Alî Haydar Kaytan, Vedat Aydin vekirin, li ser pankartan nivîsên ‘Bi ruhê 14ê Tîrmehê ber bi Aştî û Civaka Demokratîk ve’ ‘Rêwiyên Heqîqetê’ hatin nivîsandin. Di moderatiya Rifat Ronî de girtiya siyasî a ku 32 di zindanê de mabû Dîlek Oz, şahîdên berxwedana zindana Amedê Mehmet Şîrîn Tunç û Ganî Alkan di panelê de axivîn. Di panelê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî serok Apo’ hatin berzkirin. Panel ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêzhate girtinê û Çerxa Şoreşê hate xwendin.

 ‘KURDI JI KOMKUJIYAN HATIN DERBASKIRIN’

Yek ji şahidên 14ê Tîrmehê Mehmet Şîrîn Tunç diyar kir ku dema komara Tirkiyeyê avabû di Destûra Bingehîn de gotin ku ev welatê hevparê lê paşê qanûnên nû hatin derxistin Kurd komkujuyan de derbas kirin û wiha axivî: “ Ji bo şehîdan çi bê gotin jî hindik e. Di Destûra Bingehîn de tê gotin ku ev welat welatekî hevpar e. Lê belê di sala 1924an de hate gotin ku ‘Ev welat ê Tirkan e’ û piştre komkujî dest pê kirin. Hate gotin ku di 30ê Hezîrana 1925an de li Agiriyê hemû Kurd li vir mirine. Di Newroza di sala 1973yan de li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê Rêberê Gelê Kurd destnîşankir ku ‘Kurdistan mêtîngeh e’.”

‘RÊBERÊ GELÊ KURD HEBÛNA ME BI HER KESÎ DA QEBÛLKIRIN’

Tunç destnîşan kir ku di 20ê Adara 82yan de Mazlûm Dogan agirê Newrozê pêxist û têkoşîn da berdewamkirin û got: “Her wiha Alî Çîçek û Eşrefan jî gotin, ‘Agirê me venemirînin, geş bikin’ û ew ji bo me bûn ronahiya rê. Piştre dîsa van hevrêyan bedena xwe dan ber mirinê û roj bi roj heliyan. Hevrê Xeyrî li ser kêla gora xwe da nivîsandin ku ‘Ew deyndarê gelê xwe mir’. Elî Çîçek di êşkenceyên giran re derbas bû, lê dîsa jî çok nedanî ji ber vê yekê weke ‘Kulîlka Sor’ hate naskirin. Ev kesayet bi felsefeya Rêber Apo hatin afirandin. Rêberê Gelê Kurd hebûna me bi her kesî da qebûlkirin. Azadiya gelê Kurd nêzîk e. Kîjan demê ku Rêberê Gelê Kurd gav bavêje Amedê û me ew bi milyonan pêşwazî kir, nexwe wê demê wê serê me bilind bibe.”

‘GIRTÎGEHA HEJMARA 5’EMÎN KAMPEKE ESÎRAN BÛ’

Ganî Alkan ê şahidê 14ê Tîrmehê behsa avakirina Zindana Amedê ya bi navê Hejmara 5ê mîn tê nasîn kir û got: “Girtîgeha Hejmara 5emîn kampeke esîran bû. Ji bo vê derê tîmeke taybet amade kiribûn. Hemû jî kesên ji nav sîstemê bûn, ev ew kes bûn ku li Qibrisê cih girtibûn, weke mînak Esat Oktay. Armanca Zindana Amedê tunekirina Kurdan bû. Derbeya 12ê Îlonê jî ji bo vê yekê pêk hat. Tiştê ku em di wê pêvajoyê de li ser pêyan girtin, jiyaneke komunal bû. Xeyrî Durmuş got: ‘Mirovên me dizanin ka dê kengî û çi bikin.’ Mazlûm Dogan bi sê darikên kibrîtê agirê têkoşînê pêxist û got, ‘Teslîmiyet mirov ber bi xiyanetê ve dibe.’ Mazlûm ronahî pêxist, Çaran geş kir û şehîdên 14ê Tîrmehê al dewr girtin. Ev pêvajoya nû erka me hemûyan e heke em xwedî lê derkevin, em ê bi ser bikevin. Her kes berpirsiyarê vê pêvajoyê ye.”

‘EM DEYNDARÊ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ NE’

Dîlek Oz a ku di 32 salan di zindanê de mabû tevlî panelê bû. Dîlek Oz anî ziman ku di rastiyan Kurdan de şehîdbûn, girtin û sirgunkirin heye. Dîlek Oz destnîşan kir ku ev rastî hertim gelê Kurd li ser piyan girt û wiha pêde çû: “Di salên 90î de dema em ketin zîndanê me wiha got: Me dît ku mîraseke mezin ji me re hatiye hiştin. Li Zindana Amedê îşkenceyên pir mezin hatin kirin. Ji ber vê yekê Xeyrî, Akîf û Kemal pir taybet in. Îro jî ez li hemberî wan bi minet û rêzdarî bejna xwe ditewînim. Me her tim hizir kir ku em ê çawa zîndanan li dijî faşîzmê bikin akademî. Hûn li derve û em li hundir, me hewl da têkoşîna vê yekê bidin. Ji Girava Îmraliyê coş û têkoşînê berê xwe da qadê. Ez şahidê pêvajoyan im. Îro eger em qala pêvajoyekê dikin, me ev yek bi hev re kir. Eger em di 14ê Tîrmehê de xwe deyndar hîs dikin, pêwîst e em wan karên ku layiqî dayîna vî deynî ne, pêk bînin.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin û panel bi dawî bû.